Wan Kust Me Kust-Îca Çi?
Ev bû mesela ku ‘wan kust me kust’ talî, talî li hevhatin, têkilî, bi hev sêwrandin û asitî ye, rêyeke demoqrasî ye. Ev dem ne dema ser û pefçûnê ye, dema dîyalogê danûstandinê û li hevkirinê ye
Li bakurê Kurdistanê ev 28 sal e ku sereke qirêj heye, xwedêgiravî serê ji bo azadîya gelê kurd û kurdistanê ye. Di vî serê qirêj de, li gor tê gotin pêncî-sêst hezar kes hatine kustin, bi hezaran jî birîndar bûne. Her usa jî tê gotin ku 17 hezar fayîlî ne dîyar kustin çêbûne. Ji hêla Apocîyan jî 15 hezar hatine înfaz kirin ku heta îro berpirs û kujdar eskere ne bûne, ango hisabê van curman ji wan ne hatiye pirsîn.
Zirarek gelek mezin li jiyana gelê kurd hatîye kirin, ji hêla maddî û ji hêla manewî. Bi hezaran gundên kurdan vala bûn, nêzî pênc-ses milyon welatî ji ser xaka bav û kalên xwe koçber bûn, berê xwe dan welatên xeribîyê, li kuçe û kolanên welatê xeribîyê perîsan bûn û sefalet bi ser wan de hat.
Ev 28 sal e ev serê qirêj heye berdewam e, feyda kê di vî serê qirêj û ne dîyar de heye? Ez bawer im gelek camêr canikên kurdan û tirkan jî li ser vê babetê bi hezaran meqale nivîsandine, bê kî ji vî serê û ne dîyar heye nivîsandine.
Weke ku min li jorê jî gotîye, talî, talîya ser û pefçûnan asitî ye, danûstandin û li hevhatin û li hevkirin e.
Em weke gelê Kurd tenê doza azadîyî dikin, heqê te li ser vê xakê çibe, tu çawa dijî, çawa bi zmanê xwe perwede dibî, tu çawa bi zmanê xwe diaxifî, dinivîsî, radibî û rûdnî, vedixwî û dixwî, sembola te çî ye ya min jî hebe, ala te heye ala min jî hebe, li welatên ku bi hawayê federal çawa dijîn, mînak weke siklê iraqê ku fedaral e, weha dixazin. Ez bawer im ku evana pêk bên û li tirkî pêk bên, wê ev ser û pefçûn wê bisekinin.
Lê herdû alîyên ser, yanî komara tirkî û bi teybetî desthiledarîya hikumetê ku îroj desthilatdarî di destê AKP’yê de ye, bixwaze ser bisekine divê ku gavên ji bo lihevhatinê bavêje, ku ev serê qirêj bisekine. Na heger ku desthilatdarî bêje, bila yên serê çîya dakevin xwe bispêrin me emê wan efûbikin, ji xwe li welatê tirkî demoqrasî heye, heq û hiqûq heye, va me TRT-ses vekirîye, dibîstanên bilind de me besên zmanê kurdî vekirîye û me biryar stand zmanê kurdî bibe zmanê bijarte.
Birêz Serokwezîr Erdoxan, li tirkî du gelê sereke hene, yek jê gelê kurd e û yê dudan jî ku gelê tirk e û hûrgelên dinê nin. Heqê gelê tirk çibe, divê heqê gelê kurd jî weha be û hûrgelên weke suryanî, ermenî, ereb, çerkez, laz, û di warê olî de jî hene, divê heqê wan bê dan. Mînaka Basûrê Kurdistanê li ber çava ye ku di Parlamenta Kurdistanê de temsîlîyeta wan eqaliyet û ola û bawerîya hemûçka jî heye. Birêz Erdoxan, demoqrasî û wekhevî ev e. Heger ku meriv li çareserîyê bigere mesele weke hevî be, birayetî merivantî weke hev dibe.
Yên ku ser dikin, xwedê giravî ji bo azadîya Kurdistanê apocî. Ev 28 sal we ser kir, lê hûn hîn jî dixwzin ser bikin. We 28 sal ser kirîye li gor we, we gelek tistê bas kirîye, we gelek destkefin we bi dest xistîye. Lê bêguman li gor min we herî tistên xerab kirine, we dewûdoza gelê kurd ya pîroz serûbinê hevdû kir, we zirarek mezin da dewûdoza gelê kurd.
Hûn wexta ku derketin holê, derneketin, we serê hemû rêxistinên kurdan kir, we hevalên wan bê sûc bê sebeb kust, we serê esîrên kurdan kir ku ew esîr welatparêz bûn û di nav wan esîran de jî serkêsîya partîyên Kurdan jî dikirin. Di serê navbêna hevalên KUKê û we de, nêzî sed kes hetin kustin û we zirarek mezin da rêxistina weke rêxistina welatparêz ya KUKê.
We got, yên ku serxwebûna Kurdistana mezin, yanî herçar perça nexwazin ew xayîn û
zilamên dagirkeran in. Êdî gotin û bêje bê fêde bûye ji bo hinikan? Azadîya miletikî û ser û pefçûnê 28 salan bi azadîya mirovekî ve girêde, divê ku hemû kurdên herçar perçan û heta desthiledarîya Basûrê Kurdistanê jî kumên xwe deyînin ber xwe û hesab bikin. Ka em ê çawa vê bela ku bi serê me kurdan de hatîye, xwe jê azad bikin. Bi kustinê û bi ser û pefçûnê ev mesele çareser nabe, Apocîno, Kemalîzmno, Osmanlîno û kurdên maefetperestno!!!.
***
Li desthiledarîya tirka binerin bi qedrê xwedê, wek ku bav û kalên me gotine, ‘yê yekî sûjin di çavê wî de bû, yê dinê jî derzî di çavê wî de bû, îca yê ku sûjin di çavê wî debû, ji yê ku derzî di çavê wî debû, digot tu li derzîya çavê wî binere, yê ku derzî di çavê wî debû ji yê ku sûjin di çavê wî debû gote mala te xerabibe û ses top li mala teketo, ma tu sûjina çavê xwe nabînî tu derzîya çavê min dibînî’. Ev jî mesela me û tirkan û bi teybetî desthiledarîya tirkan e û bi teybetî jî Serokwezîr Erdoxan û desthiledarîya wî ye. Serokwezîr Erdoxan devê derîyê xwe paqij bike berî hertistî, talîyê jî here mala cîranê xwe paqij ke