Werin em di 1ê Gulanê de bi armanca Makezagoneke Azadîxwaz bibin yek!

Ew berxwedana karkerên Sîkagoyê ku di sala 1886an de bi mebesta sertên xebatê yên mirovî dabûn despêkirin, hê jî li seranserê dinyayê di rojeva karker û kedkaran de ye. Ew rihê berxwedanê yê 1ê Gulanê, hê jî hêz dide tekosîna mirovatiyê ya ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê.
Berxwedana 1ê Gulanê ji bo hevkariya navbera hemû karkerên dinyayê û rûmetdariya ji kedê re bû pêla hêvî û ronahiyek bêhempa û li seranserê dinyayê belav bû.
Hismendiya 1ê Gulanê, bi dehan sal derbarê nakokiyên navbera ked û sermiyan û herweha, pêwendiyên navbera karbidest û karkeran de bû rêber. Ger evro jî yên berhemdar ku di serî de karker tên, di hemû warên jiyanê de ji bo jiyaneke mirovî têdoksin, divê bê zanîn ku ji ber vê hismendiya dîrokî ye.
1ê Gulanê, di dîroka mirovatiyê de bîra hevkarî, berxwedan û tekosînê ye. Ev roj, herweha rojeke dîrokî ye ku ji bo bilindkirin û parastina rûmeta mirovatiyê, di taxa navneteweyî de ezma hevkarî, berxwedan û tekosînê bi pês ketiye.
Ew sengerên ku bi bedêlên çîna karker hatine bidesxistin, herweha nirxinên wekhevî, edalet, demokrasî û azadiya hemû birr û çînên civakê bilind kiriye û rê li ber jiyaneke mirovî vekiriye.
Herweha, hismendiya 1ê Gulanê bi sedan sal in ku di hestên hevkarî û tekosîna mil bi mil ya navbera kedkar, karker û gelên bindest de xwedî, roleke berbiçav bûye. Ew banga; ‘Karkerên hemû welatan û Gelên bindest bibin yek’, hê jî di rojeva mirovatiyê de bangeke di cî de ye.
Di vê çarçoveyê de berjewendiyên Gelê Kurd û hemû kedkarên civakê yek e û hevpar e. Daxwaza azadiyê ya Gelê Kurd û hêviya jiyaneke wekhev, demokratîk û adil ya civaka Tirkiyeyê dikare bi ruhê hevkariyê yê 1ê Gulanê pêk were. Lewra, ew hêzên ku zincîrê koletiyê li bedena Gelê Kurd pêçane û Gelê Tirk mehkûmê birçîbûn û xizaniyê kirine, heman hêz in.Qedera gelên me yek e, dahatuya wan jî bi tekosîneke hevbes û makezagoneke nû ya wekhev ve girêdahî ye.
Herçendî di encama gelek bedêlên de roja 1ê Gulanê wek cejneke resmî hatibe qebûlkirin jî, lê hê li Tirkiyeyê gelek aliyên civakê sertên jiyaneke mirovî bêpar in. Hê jî ji bo hemû xebatkaran mafên peymana bitevahî ya bi grevê nehatiye naskirin. Sertên xebatê, perwerdehî, tendurustî û hêwirîniyê nehatiye mîsogerkirin. Ji ber bêkarî, birçîbûnî, xizanî û gelek sedemên din piraniya civakê hêviya xwe ya pêserojê winda kirine.
Bicîhbûna demokrasiyê û pêkanîna asîtiya civakî, ji holê rakirina newekheviyê, bi pêkanîna edalet û wekhevîyê ve girêdahi ye. Ji ber vê yekê jî, divê sertên xebatê li gor standardên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî-ILO bên sererastkirin. Divê hêmana dewleta sosyalî di çarçoveyeke hevdem de bê bikaranîn. Ji bo ev maf mayinde û bi îstîkrar bin, divê di Makezagona nû de bên mîsogerkirin. 01.05.2012
Bijî Yek Gulan; Roja Hevkarî û Tekosînê!
PARTIYA MAF Û AZADIYAN
Dengê Kurdistan