Nivîsar

Werin em hem bibêjîn û hem jî bipêjin

Her civatekê bi gora bar û doxên ku têda ye û pêvajoka ku têda dijît, bi gora qonaxên xwe, xwe rêz dikin, Jibo bi destve inana mafên xwe. Bê guman her civatek ji çîn û tojên ji hev cuda pêk tê û xudanê xwe pênasên xwe yên taybetî ne. Daxwaz û armancên wana wîst û pêvîstîyên wana jî hev cuda ne .Loma sazî û rêxistinên wan jî, ji hev cuda dibin û sêveyê xebata wana jî, ji hev cuda ye. Durusm û daxwazîyên wana ji hev cuda ne. Her ji ber hindê bi gora armancên xwe yên bingehî û Kurdemî stratejî û taktîkên xwe dadirêjin. Bi kurtî bê rêxistin û sazî û rêz bûn rizgarbûn nîne. Bi gotineke dinê çeka here giringê bindest û çewsawa rêxistina wana ye.

Bi gotineke zelaltir ew çek ne armanc e, belku wesile ye. Wesîle ye ji bona bi armanc gihandina wî karwanê xebat û berxwedane.

Niha li Bakurê dêma ku em li qada xebatê mêze dikin, em dibînin ku rews gelek aloz û ne bi gora dilê me ye. Her wekî me gotî rêxistin gelek girîng in, lê dema ku rast û durust, qonax hilsengandibin û bo gora qonaxa xebata ku têda ye taktîk û durusmên rast û durust destnîsan bike û pêsrevê civatên xelkê be. Civatên xelkê rêz bike û li ser xebata xwe hisyar û çeleng perwerde bike. Ne wek mirîd û femkoran di pêy pêseng û serokên xwe da biherikin. Dibê her taqe kesek bizanîbe çima û ji ber çî kevtîyê nava wê rêxistinê û ji bona çi xebat û berxwedanê dike û her tim hazir û amade be li ked û mafê xwe xweyî derkeve. Hita ku her taqe kesek li civatê li îrada xwe xweyî dernekeve nikare di çarenivîsa gelê xwe da xudan soz û biryar be.

Niha li Bakurê gelek mixabinî di nava mala Kurdan da tifaq û hevgirtinek nîne, eve cihê metirsîyekê gelek xeter e. Di rewseke wusa aloz da bê guman xebat û berxwedan her berdewam e. Partî û rêxistin ji hewcedarîyê derdikevin. Yêk jî wan partîyên ku bi rastî dikarin roleke bas bilêzin, HAK-PAR e.

Ji ber ku HAK-PAR ê ji bona ku çareserîya çarenivîsa gelê Kurdistanê bi zelalî destnîsan kirîye û ji bona bi destve înana mafên civakî, çandî û çînayetî destnîsan kirîye û bazin û çeperê xwe jî jivatên berfirera vekirîye û ji bona bi destve înana mafên bingehî, bi pirrengî û bi pirdengî yê diparêze. Bi îdolojîyeke yêk alî diwarên xwe naraçîne û bi gelek der û penceran li xebata xwe temasa dike.

Bi gotineke dinê;

Ey Kurdê welatperwer, ger tu xwe sosyalîstê Kurdistanî dizanii were nava çeperên HAK-Parê da di xebata qonaxa rizgarîyê netewî û demokratîk da cihê xwe bgire.

Ey Kurdê lîberal, eger ku tu xwe Kurdê lîberal dizanii were pênasa xwe biparêze û di nava çeperên HAK-PAR ê da di xebata qonaxa rizgarîyê netewî û demokratîk da cihê xwe bigre.

Ey Kurdên dindar û oldar,ger ku hun xwe oldarên Kurdistanê dizanin, werin bikevine nava çeperên HAK-PAR ê da di xebata qonaxa rizgarîyê netewî û demokratîk da cihê xwe bigre.

Ey feminîst, mirovhez û surustparêz û demokrat û soresgerên Kurdistanî dê werin mil bidine vê xebatê û di vê qonaxê da bi hevra derbaz bikin.

JI ber ku em hemu çîn û tojên Kurdistanê mecbur in di vê qonaxê da bi hevra hevxebat bin. Ji ber ku hita em carenvîsa xwe bi destve neyînin em nikarin bi armancên dinê sad bibin.

Îro dem demê HAK-PARê ye.Ji ber ku ji bona careserîya çarenivîsa kêsa Kurd federasyon destnîsan kirîye û bersîva hemî wîst û daxwazîyên nava civatê û demokratîze kirina komelgeha Kurdistanê û Tirkîyê raçandîye.

Werin em wek murîstanan kar û xebatê di nava refên HAK-PARê da bikin.

Dema ku NEMRÛD biryara sewitandina Hz.Birahîm pêxemberî dide. Muriyek (karinca) bi gora hêza xwe tejî nava devê xwe av dike û diçe ji bona temirandina agirê ku Nemrûd vêxistîye ji bona sewitandina Hz.Birahîm. Jê dipirsin, ‘Murê te xêr e û kuda diçî wusa bi lez û bez.’ Di bersîvd a dibêje: ‘Ezê herim wî agirê zulmê bitemirînim daku Birahîm pêxember nesewite.’ Hemu kes pêdikenin û dibêjînê ‘tu wê bikarîbî bî wê dilopa avê wî agirê hanê bitemirinî?’ Murê bersîvda û gotê: ‘Qe nebe helwêst û çeperê min dîyar dibe.’

Belê werin em helwêst û çeperê xwe dîsan li hemberê dîrok û xebata gelê xwe da nîsan bidin.

Niha hindek kom û civatên Kurd lî Bakurê ji xwe ra partî û sazîyên xwe ava dikin, heyran her kes azad e ji xwera bi gora dilê xwe rêxistin û sazî û partîyan ava bike û bi gora dilê xwe bixemilîne û ji xwe ra bêjîn hindik û rindik. Lê ev nabe sedemê wê ku nekevina bin banê HAK-PARê, helwêsta xwe nîsan nedin. Ji ber ku Niha HAK-PARê gelek mafên xwe yên yasayî desteber kirine û dikare bikeve hilbijartinan.

Belê her kes dizane ku niha HAK-PAR nikare civatên mezin li pey xwe biherikîne, lê ew dikare wê delîvê ji bo hisyar kirin û rêz kirina civatê bikar bîn û gavên berbi çav bavêje.

Bername û rênasîya xwe ji civatê ra sirove bike û wana ji wê rewsa bi mij û duman derxe û ber bi armancên raste xwe herikîne.

îrada wana teslîmî destê wana bike. Wana ji bandora yêk rêber û yêk îdolojî û yêk reng û yêk dengî rizgar bike. Wana li jîyan û kargerîya cibecî kirina demokrasîyê da xudan hest û berpirsiyar bike.

Werin em her cihê ku lê dijîn, di vê partîyê da HAK-PARê bigihîne hevdu, bikevine nava pêl û sepolên mezinê xebatê.

Bila her kes vê bizane, em hemu alî di nava vê kestîyê da ne, dema ku ew kestî di nava wê deryayê da nuqo bibe, em hemu têda dixeniqin ca vêca yên pir û yên kêm.

Werin em Kestîya xwe hisyar bin.

Werin em di nava HAK-PAR ê da dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku li wêderê pir deng û pir rengî heye.

Belê bi kurtî û bi Kurdî roj roja HAK-PAR ê ye.

Sosyalîstên Kurdistanê çawa duhunê bi dil û can di bin serokatîya rehmetî Sêx Ebdulmelîk Firat da di nava vê partîyê da cihê xwe girtin, wê her iro jî tev hemû reng û dengê Kurdperwer da çeperê xwe bigirin û wekî xwesmêran xebata xwe bikin.

Werin em hem bibêjîn û hem jî bipêjin.

Newroz Bawer

Balkêş e ?
Close
Back to top button