Werin hemu rojê bikine 8’ê Adarê

8’ê Adarê Roja Jinên Zahmetkêsê Navnetewî ye.
Roja hanê ji aliyên hemu jinan ve tên pîroz kirinê.
Li seranserê cîhanê, jinan di vê rojê da dadikevine kolanan bi encam dana çalakiyên cur bi cur dijî her cure zilm û zordariyê, ku li ser wan hene, derdikevin û, daxwazên xwe pêskês dikin.
Dîroka zilm û zordariya ser jinan qasê dîroka mirovî nebe jî jê kêm nîne û heya, ku sîstema mêrsalarî hebe û civatek li ser bingeha wekhevî di hemu warên jiyanê da neyê damezrandin, teda û zordariya hanê wê berdewam dibe.
Ji bona vê yêkê divê hemu rojê bikine 8’ê Adarê û bona mafên wekhev ji bona jinan kar û xebatê bikin.
Jinên zilmditî û tekoserên Kurd,
Ji bîr neke, ku heya jin xebatê nekin, nikarin bigihîjine mafên xwe, sîstema mêrsalarî mafên jinan pêskesê we nake.
Ji bîr neke, ku heya welatê me azad nebe, di civata me da sîstema mêrsalarî desthilatdar be, jin her bindest dibe, tundûtijiyê li ser jinan kêm nabe û jin bi bahaneyên cur bi cur ji aliyê mêran ve tên kustinê.
Û jî bîr neke, ku di berdawamî û pêsveçûna ziman û çanda me da rola te serekî ye.
Wekî hersal îsa jî di 8ê Adarê da dakeve kolanan û daxwazên xwe yên cînsî, netewî û çandî û çînî daxwaz bike.
8’ê Adarê li hemû jinan, bi taybetî li jinên zilmditiyê Kurdan, li jinên Êzîdî, ku derbeder bûne û jîi aliyê DAÎS ve hatine revandin û di bazarên mirovan da hatine firotin pîroz be.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Dengê Kurdistan