Wesana rojnameya Bas li Stenbolê hat sekinandin

Rojnmeya hefteyî BasNews ku bi du zmanan (Kurdî û Tirkî) û li Îstembolê dihate wesandin ji ber bûyerên dawî mecbûr ma wesana xwe da sekinandin. Em li jêrê nûçeya rojnamey BasNews derabarî vê bûyerê de diwesînin:
Dezgeha medyayî ya Bas: Wesana rojnameya Bas li Stenbolê hat sekinandin
BasNews ‘ Ji ber pêshatên nû yên ku di pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de qewimîne, dezgeha medyayî ya Bas wesana heftenameya Bas li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê dide sekinandin.
Serokê encumena rêveberiya dezgeha medyayî ya Bas, Botan Teshîn îro di gotarekê de, ku di hejmara nû ya Basê de hatiye belavkirin, ragihandiye, hejmara vê carê ya heftenameya Bas, ku her hefte bi kurdî (kurmancî) û tirkî li Stenbolê dihat çapkirin, hejmara dawî ye. Heftenameya Bas, ev çend sal bûn roja dusemiyê bi dest û keda gelek nivîskar û rojnamevanên jêhatî derdiket û digihîst destê xwandevanên xwe.
Botan Tehsîn her wiha gotiye, dema dezgeha medyayî ya Bas biryar da besek ji xebat û çalakiyên xwe veguhezîne Stenbolê, li Bakûrê Kurdistanê û bajarê Stebnolê vebûneka siyasî û çandî hebû. Bi destpêkirina ‘pêvajoya astiyê’ re sert û mercên bas pêk hatibûn. Têkiliyên Hewlêr û Enqerê di hemû waran de gelekî bas û berfireh bûn. Dosyeya kurd li Tirkiyê gelekî pêsde çûbû. Tevahiya van guhertin û pêshatan bûn sebeba wê ku dezgeha Bas bikaribe bibe neynika qonaxeka dîrokî li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Herêma Kurdistanê.
Serokê encumena rêveberiya dezgeha medyayî ya Bas daye xuyakirin ku dezgeha Bas dê ji vir û sûnde foksa xwe bixe ser xebatên portal û BasNewsê, ku niha ji bo gelek navend û dezgehên cîhanî bûye çavkaniya deng û basên Herêma Kurdistanê.
Botan Tehsîn her wiha ragihandiye ku Basê kariye pireka netewî û kulturî ya gelek mezin di navbera Bakûr û Basûr de ava bike û gotiye, dema Basê li Bakûr û Tirkiyê dest bi xebatê kir rêjeya kesên ku me nas dikirin, gelekî kêm bûn. Lê niha gelek rojnamevan, nivîskar û rewsenbîr bi rêya Basê têkelî rojeva Basûr bûne û agahî û haydariya wan li bara bizava kulturî û siyasî ya Basûr gelekî zêde bûye. Ev, hemû destkeftên mezin in ku di paserojê de dibin bingeha bizaveka civakî û kulturî, her gava ku pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê rûpelek nû vekirin dîsa ew piroje dê bi cosek mezin aktîf bibin.
Tehsîn di dawiyê de spasiya wê tîmê kiriye ku bi fedakariyek mezin nehîst xebata Basê bisekine, gelek caran ji sev heta sibê kar kirin da ku heftenameya Bas di wextê de derkeve. Bi taybet jî spasiya edîtora gistî ya heftenameya Basê Hamiyet Çelebî kiriye ku gelekî ciddî karên xwe kiriye.
Botan Tehsîn spasiya xwedanê wesanxaneya Avesta, Ebdullah Keskîn jî kiriye ku hemû siyana wesanxaneya xwe û pêwendiyên xwe xistiye xizmeta dezgeha medyayî ya Basê.
Dengê Kurdistan