Nivîsar

Wey li halê kurdan

Birêz Kemal Burkay û Ibrahîm Guçlu li komisyona mafê mirova ya di derberê terorê de axivin. Bi zimanê xelkê(sikakê), qantirê za. Gelek kes hinek li gel û hinek jî li dij bir û baweriyên xwe nivîsîn û gotin. Bê goman, rexne girtin mafê rewa yê her kesîye, rexne ne bin pêsveçûn jî nabin.

Lê çawa rexne ,rexne heye dilê mirov çawa bixwaze, mirov dibêje û rexne heye jibo rastîyê derxe holê. Taqeta min derbas dike kû ez rexnê hemû rexnegiran sirove bikim. lê ez ê liser rexnê Serafetin Elçî, Mahmut Kilinç, S.Aydogmus , nerêne xwe bêjim.

Mahmut Kilinç divê bine bira xwe 91- 92 -93 li kû bû gelo jibo neperçebûna Tirkiyê û parastina prensibên ataturk sond xwar, ew xirabe yan dan û standina berêz Kemal Burkay û Ibrahim Guçlu bi komisyona navbirî re xirabe? Bila bersîva vê pirsê M.Kilinç û xwendevanên Nasnamê bidin.

Kek Serafetin elçî di sala 93-94 çaran de, tev gerîya di wê demê de hat Swed ji kurdên swedê pir qedrê wi girtin jêre salon girtin xelk kom kirin aligirên pkk ê, biser salonê de girtin serê xelkê jibo wî sikandin. Mam S.elçî li her derê digot A. ocalan zelamê dewletê ye, pkk û dewletê xêzika fileha li dora miletê kurd gerandine, erkê min ew e kû ez wê xêzikê xirab bikim. Pirsa min ji mam Sereftin ev e A.Ocalan dev ji dewletê berdaye ­yan na, ew xêzik çi lê hat gelo?

Ya herî giring mam Serefetin vê carê gazîya xwe dibe ji birêz Mesud Berzanî re, dibêjê birêz Mesud Berzanî tista kû pkk ê aciz bike û zerarê bide kurda nake, raste. Ez jî dibêjim tista zerarê bide kurda nake. lê gelo wê birêz Mesud Barzanî pkk ê di rîya te re nas bike, bê goman na. Birêz Mesud Barzanî dizane pkk çîye û xizmeta çi dike. lê Mesud Barzanî serokê kurda ye, gelekî jî qedir bilinde li bal kurda, ew dixwaze bandora xwe liser her buyerekê bike û têxe xizmeta kurdayetîyê. Ez bawerim tisê di heqê Mahmut Kilinç û S. Elçî de min di xwest bêjim her evin.

M. Kilinç xwe gunehbar dibine, sirîkê gelek kirênên wanê ye, nikare bi carekê xwe jê biso, mecbûre pkk ê bi parêze. Mam Serafetin jî, kanîya kû avê jê vedûxe naxwaze kevira bavêjê, kirasek xwesik li bejna wî kirin ew kirin parlementer, dûre ew bilind kirin û di rastîye de bê qimet kirin, piroz be!

Seit Aydogmus dostê min e, ev 30 salin ez û wî hevdû nas dikin. Demek dûr û dirêj di nav tevgera siyasî ya kurdî de kar kirîye. Said dema karê rêxistinî dikir herdem di xwest kû partîya xwe bike alternatifê pkk ê. Ez tû caran ne bûme sahid kû wî A.Ocalan yan ji pkk welat parêz qebûl kirîye.

Ji xwe wî di nivîsek ji yên xwe de kû beriya çend mehan belav kiribû de jî dibêje, potansiyela derveyê pkk herdem ew ajan ditîye, ez ji her weha difikirim. Lê bê pkk siyaset nabe. Bi rastî ev ne karê aqila ye. Heger ew tesbit rast be kû li gorî min rast e, çawa yek dikare xwe mecbûr bibine ku li gel ajanan kar bike. Said dostê mine ez jê jî hez dikim. Ez hêvîdarim li xwe vegere, van sasîyan berdewam neke. Belkî bayê parlementeriyê li serê wî dabe jibo rojên pês, lê ez ji dostê xwe re bêjim, yên kû li hespê xelkê siwarin herdem peya ne…

Heger bi awakî gelemperî ez nivisa xwe bidim ser hev divê ez bi çend xalan bahsa pkk ê jî bikim.

Pkk, çîrokên wê gelek in mirov nikare her tistê wê di nivisek wani de bicî bike. lê ez ê çend tistan dest nisan bikim. Carekê serokê pkk dibêje, mit ê pkk avakir û em finanse kirin. Di dosya dawa ergenekone de, bi 100 dan rûpel liser kirinên pkk ê û dewletê bi hevre kirine hene. Di doza balyozê de jî, ku ew ji girêdayê ergenekonê ne, disan bi 100 dan rûpel hene, ew tev de liser pisiyê dewletê û pkk kû bihevre kirine. Lê dewlet wan eskere nake. Aysel Tugluk kû endama BDP ê, a bi ser pkk ê dibêje ez Kemalist im, misakî mili diparêzim. Hesip Kaplan li gundê Robozkê ji generalê tirkan re got heger ne pkk ba nûha ev ala tirkî wê ne livir ba. Ew ala Kurdistanê qebûl nakin, marsa milî ya kurdî qebûl nakin, ji kurda re dewletê naxwazin, li tirkiyê saxekî dewletê ne, li sûrî û li îran ji aynî tistin.

Ev tistana tevde ji mere eskere dikin kû pkk bi destê ergenekonê tê bireve birin, divê roja wê hatibe kû wek milet vê rastîyê em bizanin. Gundîyên hejar kû di derdê nanê zarokê xwede ne nikarin vê yekê bibinin, ev ji siyasetmedaran, ji rewsenbiran û bi taybet ji grup û komeleyên siyasî û berpirsên wan têt xwestin. Divê em xizmeta ji dijminre û diyaloga bi dijminre jihev bidin alî.

Pistî van tistan teva yên kû ji çi sebebê dibe bila bibe, siyaseta pkk qebûl bike, li gel wê hevpeymaniya ava bike, jiber çi egerê be xwînê bide wê, sasîtikî dirokî di heqê miletê kurd de li bakûrê kurdistanê dike û wesselam.

seydxanimrak@hotmail.com

www.nasname.com

Seyîdxan Îmrak

Balkêş e ?
Close
Back to top button