Wezîrê Derva yê Norveçê: Em mecbûr in pêsî li barbaran bigrin

Wezîrê Derva yê Norveçê Borge Brende seredana Hewlêrê û kampên penaberan kir. Wî bilî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîr û wezîrê karên hundir jî ziyaret kir.
Serok Mesûd Barzanî got; Em spasdar in ji bo ku Norveçê di têkosîna me ya li dijî DAÎS de pistgirîya me dike û angaje dibe ji bo alîkariya mirovî ji gelê Kurd re .
Pistî van hevdîdinan Brende li kampên penaberan rû bi rû bi wan ra dayîn û standin kir, rewsa wan bi çavên xwe dît.
Wezîr got: ‘Di televizyonê de bihîstin û temasekirin tistek e, lê hatin û dîtina mirovên ku afat bi ser wan de hatî li vir tistekî din e’ . Brende seredana rêxistinên alîkariya mirovî yên FN û wek Xaça sor a Norveçê jî kir.
Wezîr behs kir ku Norveçê heta niha 175 mîlyon kronê Norveçê alîkarî daye Kurdistanê û besên din ên Iraqê.
(çavkanî: VG Nyheter)
Dengê Kurdistan