Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt: Alîkarîyeke mezin pêwîst e

Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt roja dusemê çû Hewlêrê. Bildt bi serwerên hukumeta Herêma Kurdistanê hevdîtin pêkanîn û li kampa penaberan geriya. Wezîrê Swêdê li vir malbatên ku ji ber serê li dijî terora Dewleta Îslamî koçber bûne dîtin û gudariya wan kir, rewsa penaberan bi çavê xwe dît û ji medyayê re got ku divê alîkarî bê zêdekirin.
Carl Bildt di malpera hukumetê de dinivîse ku rewseke pir acîl û xeter heye, loma wan du balafirên mezin bi tistên di gava yekem de pêwîst in sandine û wekî dî jî 51 milyon kron extra sandine.
Li ser pirsa rojnamevanan ka Swêd ji bo çi alîkarîya kurdan nake û ji wan re çek nasîne, wî got alîkarîya pêdivîyên mirovî em ji xwe rêdikin lê tu daxwaz ji me nehatiye kirin ku em çekan jî bisînin.
Karl Bildt got ku teror û êrisên Dewleta îslamî (DAÎS) ne tenê li ser kurdan li ser hemû mirovatiyê tehdîke mezin e. Xetera komkijîyê ya gelek mezin heye. Divê Neteweyên Yekbûyî û em hemû rojekê zûtir rê li ber terorîzma DAÎS bigrin.
Dengê Kurdistan