Wezîrê Eso wefet kir

Eskerê Boyik
Caweke pir xemgîn iro gihîste min. Dijwere wê rastiyê ra qayîl bim, ku hogirê minî qelemê, ku eva devedevî niv sedsale em rêkê da bi hevra dimesin û van sale dewyê heftêk tunebû me bi seheta hevra xeber neda xatirê xwe ji me dixweze, dice tevî refê rewsenbîrê meye nemir yê dewra sovêtê bibe: Erebê Semo, Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Sekroyê Xudo, Emînê Evdal, Nado Maxmûdov, Fêrîkê Ûsiv, Mîkayêlê Resîd, Simoyê Semo Wê cêrgê mirov kare dirêjke. Gisk jî navên mezin û bijare. Giska jî Wezîr hiz dikirin, giskê jî bi hizkirin li rex xwe wê ciyê layîq bidine Wezîrê Eso
Wezîrê Eso sala 1934 a, 1 ê meha mijdarê li paytextê Gurcistanê: bajarê Tilbîsê da hatibû dinê. Pêsyên nivîskar destpêka salên 80 î sedsala 19 an ji ber zulm û zora dewleta Osmaniyê û olperestên êlêye fanatîk ji Elesgirê ( E´yntap ji navça wan ra digotn) ji êla xwe ya Sîpka diqetin û bi dijwerî direvn e navça Dîgorê li qeza Qersê. Wê demê ew herem êdî di bin bandora desthiletdariya Împêratoriya Rûsiya qiraliyê da bû. Êla wan: Sîpkîên Êzdî li wî cîyê nû ji xwera gundan ava dikin. Mala kalkê Wezîr gundê Sîrikûyê da cî dibin. Ew li wê êlê da malbeteke bi nav- denge û kivs bû Berî serê cihanê yê ewlin kalkê wî Hûtê Begê Resîd axa wek gilavîyê (serokê) wê êlê tê hilbijartin. Lê ev yek dirêj naksîne. Sala 1917 an li Rûsiyayê sorisa Oktiyabirê ser dikeve. Leskerên Rûsa Piskavkazê dihêlin, diçin. Leskerên Osmaniyê û alayên Hemîdiyan dadikutine wê heremê. Qewatên Ermenîya têrê nakin pêsya wê lêya zalm bigrîn. Êla Sîpkan ji aliyê Osmaniya da ziyneka mezin diksîne. Yên tên qirkirinê, yên bi teherekî ji çemê Ava Res derbaz dibin, diçin, digîhîjne navça Elagezê kurdên Êzdî. Wê demê 12 gundên Êzdiyan li pala çîyayê Elegezê hebûn. Malbeta kalkê nivîskar Hûtî Begê gundê Pampê da cî dibin. Lê hêzên Roma res tev Hemîdiyan tên, bi sûrê xezevê digihîjin wan gundan jî, Êzdî dikevin devê sûrê neheqiyê. Mêra, zarok, kal û pîran dikujin, gunda talan dikin, geleka hêsîr digrin, tev talên dajone kûraya Tirkyê. Malbeta wan mecbûr, direvin bajarê Tilbîsê. Wê demê Tilbîsê da jî feqîrî û nangiranî bû: tije sêwî û evdên bêxweyî.
Wura jî qeydê Sovêtê tê demezirandin. Bajêr da mektebên karkiran yên hildana nexwedîtiyê vedibin. Eso jî wan mekteba da bi pistgiriya Kamil Beg Bedirxan (Wê demê ew lawê mala Bedirxana li bajarê Tilbîsê dijît, tevî hinek karkir û rewsenbîrên kurdan kare kurdewarî dimesand) dixwîne, xwe pês dixe, dibe sagirtekî Bedirxwen. Dizewice. Halê wan xwes dibe. Sala ku Wezîr tê dinê (1934 a) malbeta wan vedigerin nava qewm-pismamên xwe: Ermenistanê, gundê Pampa Kurdan. Bavê wî ewil wak berpirsiyarê kilûba gund, pasê salên dirêj wak serokê sovêta gind dixebite
Zarotya Wezîr wî gundê Kurdayî çiyayî bedew da derbaz dibe. Pampa Kurda (niha Sîpan) li nav wê navçê da gundkî herî sên e, bi bihar û havînê xwe yên li nav kulîlkada xemilî, kerî, sûrî, berx , berodan, bindarûk, zerî-domamên çevres, payîzên bi dewet û dîlan, zivistanên berf û boran, odên germe tije çîrok û kalên zemana. Pamp xizna zargotinê ye.
Dema Wezîrê me dinivîsî, yan li nava civakekê da diaxivî, kolorîta axaftina Pampiya dihate bîra mirov. Xeysetekî kurmancîyî, lîrîkîyî, sivik, zimanekî xwesî tije tem û sîrnayî, ruhsivikî, axaftineke maqûlî, zaroka ra zaroke, mezina ra mezin bû Wezîr me. Timê li nav sîn û saya, mesrefa da, mîkrafon yan kasa esqê dêst da, ber dilê evda da dihat, ku derdê wan sivikke, destanînê wan ra sabûna xwe digot, xelq pîroz dikir. Axaftina wî jî ne wek ya xelqê bû, dirêje û heftq bû. Rewsembîrekî usan bû ku nav, bi xûdana xwe, keda xwe qazanc kiribû, hela dewsa hinek rewsembirên me, nîrê wan jî kisanibû û carna li bin sîyê da mabû.
Xwendina ewlin Wezîr dibistana gundê xwe ya hevtsale da standibû, pasê bajarê Tilbîsê da mekteba navîn xilaz kiribû. Sala 1953 an besa dîrokê ya Zanîngeha Yêrêvanê da hatibû qebûlbûn û ji pey bi serketin qedandina xwendina bilind ra gundê xwe da bûbû berpirsiyarê dibistanê.
Sala 1961 ê dice Lênîngiradê ku li ser dîroka gelê xwe bixebite û têza doktoriyê bistîne. Ew li wur kurdzan-rojhilatzanên bi nav û deng ra dibe nas, li nav dîroka gelê xwe da kûr dibe. Sala 1963 a vedigere Yêrêvanê. Sala 1964 a wî kivs dikin wek rêdaktorê sîyasî î sereke yê wesenên têlêvîziyon- radiyo û wesenxana li Ermrnistanê. Salên 1983-1994 an karê rêdaktoriye û wergervaniyê di besa wesanên Kurdî ya Radiyoya Yêrêvanê da dike. Sala 1994 an ji sedemên taibeytî Wezîrê Eso penaberî Bêlgîyayê dibe û heta roja xweye dewyê kar ‘barên xweyî rewsembîryê, zaniyaryê, nivîskariyê, welatparêziyê li bajarê Birûsêlê didomand.
***
Despêka salên 60 î, sedsala çûyî, Wezîrê Eso jî tev Sikoyê Hesen, Mîkayêlê Resît, Fêrîkê Ûsiv, Simoye Semo, Sihîdê Îbo, Egîtê Xudo, Emerîkê Serdar u gelekên din ronayîke ges anî nava rojnemevanî û edebiyeta Kurdên welatê Sovêtê Ermenistanê da ew bûne stûnên karkir û rêvabir ji bo ocaxên medeniyeta Kurdan. Salên wesena xweye ewlin heta sala 1994 a çawa para axaftinên radiyoya Kurdî ya rojane, usan jî pelên rojnema RIYA TEZE bi nivîsarên Wezîrê Eso xemilîne
Wezîrê Eso di nav xwendevana da çawa nivîskarekî bi suret û hizkirî eyane. Pirtûkên wî yên kurteçîrokan: ‘ Mizgînî’ (1976), ‘ Dengbêj kal bûbû’ (1983), ‘ Pamp-Sîpan’ (1986) û gelek efrandinê wîye din ji alyê xwendevana da hatine hizkirin. Têma efrandinê nivîskar emrê evdê kurde, Pampa wîye delal, dijweryên dîrokê, jîyana îro, hizkirin, penaberî û xerîbî, hisreta Welatê kal-bavan, pismamtî û xêrxweziya gelan Sirovekirna wî sîrin û xwese, bi gilyê pêsiyan, laqirdiyan, reng û rewsên hewaskar xemilandîye
Nivîskarê hizkirî karekî mezin di aliyê wergera bedewetiyê da kirye. Xebata salaye dirêj di warê wergerê da û zanebûnên bêqisûr ya zimanên Rûsî û Ermenî mecal danê ku efraninên bedewetiyê usan wergerîne kurmancî, wekî ew ji bingehê danexin. Sala 1982 berevoka wî ya wergeran ji nivîskarên Ermenî ‘ Xebera Dosta’ hate wesendin. Bi wergera wî radyosanoyên ‘ Hisret’, ‘ Nahapêt’ yên li ser hîmê romanên nivîskarê Ermeniyayî Hraçiya Koçar nivîsî, ‘Memê û Gulê’ ya nivîskarê Kurd Nado Maxmûdov salên basqe-basqe bi zimanê Kurdî Radiyoya Yêrêvanê da hatine dayîn. Wezîrê Eso usa jî yek ji wergerê berevokên efrandinên nivîskarên Ermeniya yên mezin H. Tûmaniyan û A.Îsahakiyan e.
Li ber dilê min da xebateke wî ya giranbha Xaçatûr Aboviyan u lêkolînê wî KURD û ÊZDÎ ye, ku sala 1986 li Yêrêvanê hate wesandin. Xaçatûr Aboviyan, dost û xêrxwezê gelê Kurd hîmdarê Edebiyeta Ermeniya ya nû ye. Ew salên 40 î sedsala nonzdan çûye li nav êlên Kurdan û ev herd gotarên giranbiha nivîsîne, wesendiye. Wezîrê Eso ne ku tenê ew gotarên giranbiha wergerandine Kurdî lê lêkolîneke pir kûr, bi nirx û delal derberê wan û nivîskarê wan da wesandiye û daye xwendevanên xwe
Ji bo emekê wî yê mezin, sala 1991 ê ji alyê yekîtya Nivîskarên Ermenyan va ew hêjayî xelata hurmetê ya ser navê Erebê Semo bû.
Radyosanoyên wî ‘Koçekê Derewîn’ û ‘ Tîgran û Mehmûd’ ji aliyê guhdarê radiyoyê va gelekî bas hatine qebûlbûn lê komêdya ‘Remo, Semo, Temo ’ salên 70 î ,demeke dirêj ji ser dika tîatroya Elegezê ya gelêrî nedihate xar
Wezîrê Eso karne mezin kirye di warê rojnemevanyê, rêdaktorya pirtûkan da. Ber qelema wî bi hezara qise, nûçe, miqale, heypîvan, gotarên hewaskar derketine. Wî pêsgotinên dor deh pirtûkên nivîskar, helbestvan û zanyarên kurd nivîsye yên wek Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Fêrîkê Ûsiv, Simoyê Semo, Semsî û yên din n.
Ew endemê Yekîtya Nivîskar û Rojnemevanê welatê Sovêtê bû, dewsgirtiyê sedrê yekîtiya rewsembirên Kurd yên Ermenistanê
Ji pey penaberyê ra jî Wezîr rehet rûnenistye. Berê qelema wî hê adan bûye. Sala 2007 a li Hewlêrê pirtûka wî: ‘Dosya Barzanî Sandoqa Stalîn ya pola da’ hate wesandin. Ew pirtûk, bi wergera dr. Îsmayîl Hesaf salek peyra bi zimanê erebî dîsa li Hewlêrê hate wesandin.
Sala 2008 li Basûrê Kurdistanê pirtûka wî ya novella ‘Paryê Berdamayî’ bû male xwendevana. Vê berevoka novella da bi cure bîranîna nivîskar vegeryaye berbi koka xwe, jiyana kal bava û girêdana xwe bi wî emrê derbasbûyî, wan evdên hizkirî ra. Berevok serketîye û bi hizkirin tê xwendin.
Monogirafiya wîye ser jîyan, kar û berhemên Qanatê Kurdo, ku van axriya hate wesendin xebateke pir bi qîmet e derheqa Rojhilatzanê mezin da.
***
Vê dewyê, dema pîrozkirina 80 salya wî, pasê jî seva roja sala nû, me dirêj hevra xeber da. Gelekî ji bo nivîsarên xweye newesandî dikewgirî. Keça wî Mîdiya xûsik jî hazir bû. Gelekî kêfxwes bû dema min gotê Kovara Navenda Lêkolînên Êzdînasyê hejmara ewlin hatiye wesendin û wegera wîye pir hêja, gotarên Xaçatûr Abovyan ‘Kurd û Êzdî’ bi temamî hatye wesandin. Emê zûtirekê jêra bisînin. Çendek pêsda Leyla Çildergûsî hatibû Mala Êzdiyan Oldênbûrgê, min kovar jêra sand, lê sed heyf Wezîr êdî nexwesxanê bû.
Wezîrê Eso wê tim dilê heval-hoger, xwendevan û gelê xwe da bimîne.
23.01.2015
Dengê Kurdistan


