Nivîsar

Wî pista min

Dem dema Internetê ye.Mirov dikane pirr tistan li ser rûpelên Internetê bixwîne. Tistên bas û xireb gelekî hene. Ji wan tistên bas yek jî bo Zagona Bingehî Nû,hevkariya Partiyên Kurdistana Bakurên ku legalin (BDP,HAK-PAR,KADEP,ÖSP-DTK,TEVKURD,TDSK).Wana li Amedê bi civîna çapemeniyê de pêsniyarên xwe askere kirine. Dema ku min va sernava dît gelekî sa bûm. Ji ber ku ez bawar dikim ku azad bûna Kurdistanê vê rêya de derbaz dibe. Bila ti kes xwe çep û rast anjî xar û xûr neke.
Va Parti û Dezgehên kurdan,daxuyaniya xwe de qala Otonomî û Federesyonê dikin. Ev dixwezin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Va daxwaza jî daxweza gelê Kurd e û hevkariyên bi vî awayî jî netewî ye. Lê belê gerê van rêxistinan bo kelka xweyên siyasî hevdû nexapînin û bo mafên gelê Kurd pistên hevdû bigirin.

Dema helbijartinê de ji vî hevkariyê nêzik hevkari bebû. Wê demê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ê derva pist girtina Partiya Astî û Demokrasî (BDP)ê girti bû. HAK-PAR di nav hevkariyê de tune bû. Bi teybetî di dawîya helbijartinê de,Partiya Asti û Demokrasîyê li Amedê bo « Xweseriyeke demokratîk » bangewazî îlan kir.

Parlamenterên Amedê Birêz Altan Tan û Biriz Serafettin Elçî navbera wan de bê hês man. Ji ber ku Partiya Astî û Demoksîyê (BDP) di rewsa îro de xurte û xwedî hêze,pista xwe daye organizasyoneke çekdar û daxweza wan ewe ku hemû di gotina wande bin. Bo vê yekê BDP dikane ku hemû rojan rewsê bigare û rêxistinên bi xwe ra ,bo kelka xweyên siyasî bide xebitandin.

Ez bawar dikim ku BDP vê cara bo Zagona Bingehiya Nû mijûl nabe û naxweza ku ti kesên din jî bên naskirin. Ji ber ku bo Partiya Astî û Demokrasiyê,ya helê hêja û pêwîst saredarin û hevalin wan nin.Ew di girtîxanen de ne.Ya din jî bi partiyên tirkan va damizrandina Partiya Serban(cati parti) ye.
Dibe ku HAK-PAR vê cara bêkes bimîne û wiha bêje : »Wî pista min ». Li herêma Dêrsimê gotina ‘wî pista min’wiha tê ziman:

_ Rojan rojekî du malbatên gundî li gund ser zevîyan pevcîyane. Ji malbatekî çar bira hebûne û ji malbata din jî yek mirovek hebûye. Çar bira bi hevra dor li yek mirov digirin û lê didin. Mirovê bê kes li ser erdê dirij dikin û li serî wî didin. Mirovê bêkes dinalê û wiha dibêje :
-Wî pista min
Li pêyin wî didin
-Wî pista min
Li pista wî didin disa
‘Wî pista min dibêje
Ji wan çar birahan,ya helê mezin wiha dibêje:’Hela li vî kûçik bava medin ez ê ji vî tistekî bipirsim. Mirovê bêkes dinalê. Biryê mezin wî erdira kasdike û dibe ser kevirekî dide runiskandin û cixarekî vêdixe dike devi wî û wiha dibêje:’Çima tu herdem wî pista min dibêjî? Em serî te didin,pista te didin,pêyin te didin,tu her dem ‘wî pista min’ dibêjî.

Mirovê bêkes xûna xwe paqis dike û wiha dibêje:’ Wûn hemû çar bira bi yek bi yek nikanin li min bidin. Ya min jî pista min hebûna we nedikanîya li min bidin. Ango birayê min jî hebûna we nedikanîya li min bidin.

Ez jî dibejim ku HAK-PAR ê programa Federesyonê daye pêsîya xwe;va jî bo gelê Kurd pêvîte û daxwazîya pirranîya kurdan e. Dema ku Kurd bo mafê kurdan bi hevra bixebitin programa Federesyonê jî ser dikevî û zêde bûna tirkanjî pere nake. Pista HAK-PAR ê jî bi hevra xebitandin e.

Gor dîtina min vê cara jî partiyên Kurd pistê hevdû negirin jî gerê em Kurd hêvîya xwe ji hevdû wenda nekin.HAK-PAR li ser rêya rast da ye .Carik din li ser rêya rast de bi hevra bixebitin. Bi serê xwe ti kes nikane gelê Kurd azad bike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button