Nivîsar

Xalê me kurdan Besik?î û êrîsên cahilan e

Ji sernivîsa Ferda ?etin (Ismaîl Besik?i siyasete giriyor) a di malpera firatnews.com de belav bûye, diyar dibe ku „siyaset’ qadeke derbasbûna wê bêyî pasportan nabe, siyaset mizgefteke tenê kesên bi desmêj dikarin derbasî ser xaliyên wê bibin, siyaset tabuyeke ne her kes dikare xwe bide nav û behsê bike, devê merivan disotîne ew û erbabê wê hene ku ji mafê wan tenê ye qalê bikin.

Dîsa li gor wê sernivîsê, heta niha ew hemû xebata ku xalê me kurdan Ismaîl Besikcî ji bo me û welatê me û hebûna me kiriye, maf nade wî ku ew ‘giriyorî siyasetê’ bibe, ew zirkitêbên stûr hemî ne siyaset bûn lê xeyalên romantîk ên sairekî biyanî bûn, belkî camêr ji xwe re di jiyana xwe ya ‘luks’ de tew sebra xwe bi doza me dianî! Camêr ji xwe re qelem rakiribû û dema xwe ya „vala’ bi xa?epirsa kurdî dagirtibû. Ew bîst salên ku xalê me ên di zindanên kemalîstan de ne ji ber siyasetê bûn, lê ji ber meseleyeke ‘namûsê’ bûn belkî, yan jî xalê me qey mêrek kustibû!

Bi rastî ev diyardeyeke ecêb e ku ez bi xwe jî rastî wê hatime, dema ku ez rexneyan li tevgera apociyan dikim, li zêdegaviyên wan û xwînrêjiya ku ew dikin dikim, hin dostên min hene dibêjin: „ yaw tu ?i xwe tev li siyasetê dikî, dev jê berde’.

Divê mirov bizanibe ku siyaset ne tenê bi serokekî, yan bi partiyekê, yan jî bitevgerek mezin tê ?ar?ov kirin, siyaset jiyan e, civak e, wêje ye,û tu carî sînorê ku siyasetê ji jiyanê biqetînin û cuda bikin nîne. Ol siyaset e, neteweperestî, ser, û heta ?ûna bazarê û kontrolkirina fiet û nirxê pîvazan jî siyaset e.

Di cihekî wê nivîsê de Ferda dibêje ku xalê me kurdan Ismaîl Besik?î sînorên rexneyên zanyarî derbas kiriye!

Erê bavo. Hema bêje kor bûye û nema êdî ber xwe dibîne, ew profesor nizane rexneyên zanyarî ?i ne, bêjeku vî camêrî tistek ji zanyariya xwe ya akademîk fêm nekiriye, xurifî ye, ji ber ku xalo nabêje: Ocalan rêberê gelê kurd e! Wey wey wey ?i kufriya mezin law, ê ne te dojehek heqkirye xalê Ismaîl!

Her weha Ferda dibêje ku, ev deh sal in Besik?î tam li dijî gelê kurd e û bi psîkolojiya rewsenbîrê dagîrker li tevegrê dinêre.

?ima tu nabêjî ev deh sal in ku apocî ketine herqeke kûr û labîrenteke idyolojîk! ?ima tu nabêjî ku hedefeke zelal ji tevgera PKK re nemaye, ?ima tu nabêjî ku PKK bi xwe bûyet tevgerek rêwinda û mîna „mêsa di kundir de’ lê hatiye! Ne dikare ji kundir derkeve, ne jî dikare di kundir de bimîne û tenê vingînî pê dikeve. Xalê me Besîk?î ne mecbûr e heta hetayê li rex vê hereketê be gava ku ew hereket bi xwe dev ji armancên xwe yên stratejîk berde, gava ku dev ji mafê gelan ê bingehîn (Serxwebûn) berde, gava ku pista xwe bide hemû mîrasê xwe û berê xwe bide rêyên nenas û tunelê tarî.

Ismaîl Besik?î ne bi hewceyî referansan e ku rastiyê nas bike û dest deyne ser cihê birînê di gewdeyê vê tevgerê de, ew ji bêtirî sî salî de vê tevgerê dipê û nas dike, diyagrama vê tevgerê li ber ?avê wî ye û dizane ?i guhertin di nav de ?ê dibin,rabûn û daketinê bi xwe dibîne û ew ne bi hewceyî ku rastiyên xwe, tesbîtên xwe bi xêra Aydinlikê yan xeyrî wê xurt û pistrast bike.

Ji xwe ew „iddiayên’ di Aydinlikê de derdikevin, divê bi awayekî fermî ji hêla PKK ve werin tekzîbkirin, wê demê ne pêwist e ku kesekî mîna Ferda berê xwe bide Besik?î û wî dostê me yê mezin, ku ne kêmî ?iyayê Cûdî me û hebûna me diparêze, wek dijminê gelê kurd binav bike.

Ez bawer dikim, bi nivîseke mîna ya Ferda ?etin, ziyan bêtir gihist tevgera PKK a ku di vê dema hesas de bi hacetî dostan e bêtir ji dijminan.

Jan Dost

Balkêş e ?
Close
Back to top button