Nûçe

Xalid Xoce bi rêzdarî tê bîranîn

Xalid Xoce (Ramazan Basdas), têkoserekî doza azadîyê, mirovekî bi bawerîya xurt û fedekar bû. Wî du sal berê, bi mirineke bê wext ji vê cîhanê barkir û çû.

Temenê wî ne zêde bû, dema wefatkir sêstûdu salî bû. Wî dikaribû hela hê gelek salên din ji malbata xwe re bavtîyê, ji dost û hevalan re hevaltiya xwe ya dilsoz û ji gelê xwe re xizmet û fedakîyên xwe bidomanda.

Xalid Xoce di 13ê sibata 1954an de li gundê Barman ku bi navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana navîn li Stewrê û lîse li navenda Mêrdînê xwend. Ew di 1973yan de dizewice ku hingê xwendina xwe ya Enstîtuya Mamostetiyê ya Rîzeyê didomîne. Di 1977an de li gundê Dêrdûk dest bi mamostetiyê dike. Pistî ku darbeya leskerî ya 1980 çê dibe, ew neçar dibe ku di 13ê îlona 1980yî de ji Bakurê Kurdistanê berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê. Di navbera salên 1980 û 1985an de li wir xebata soresgeriyê dike. Di 23ê cotmeha 1985an de jî bi malbatî li Swêdê bi cîh dibin. Xalid Xoce, pistî derketina xwe ya derve, cara pêsîn di 2004an de vegeriya Mêrdînê. Ew mezinê deh xusk û birayan bû.

Xalid Xoce demeke dirêj berpirsê PSK ê liqê Swêdê bû. Zehmetkês û sêwirmendekî Federasyona Kurdan bû. Dema wefat kir endamê Komîta Rêvebir ya Komkar-Swêdê û endamê Komîta Pistgirîya HAK-PARê bû. Wî, tevî zarok û ciwanên xwe pêsengî ji bo damezrandina Komeleya zarok û ciwanan KOMCIWAN-Swêdê kir. Ew yek ji wan kesan bû ku Komîteya Pistgirîya HAK-PARê damezrandîye. Di rojên nexwesîya xwe ya giran de jî, xwe ji xebatê dûr nedigirt.

Xalid Xoce, di xebata komelayetî û siyasî de, hismendî, zîrekî û fedekarîyeke bê hempa nîsan dida. Loma xwedîyê cîyekî gelek dîyar bû! Ne tenê hevalên wî yên rêxistinî, hema bêje hemû kesên welatparêz yên ku ew naskirine jê hez dikirin. Ew çiqas merivekî kubar û nazik bû, ewqas jî li hember neyaran hisk û bi biryar bû. Kesekî xwedî karekter, di dan û stendinê de, di rabûn rûnistina xwe de jî nimûneyeke gelek hêja bû.

Hêjayî qalkirinêye ku Xalid Xoce, du-sê rojên dawîn ên jiyana xwe de êdî bêhal bibû , ha îro ha sibe wê çavên xwe li jîyanê bi temamî bigirta, ji zarokên xwe re gotibû dema hûn bangî min dikin bêjin ‘KURDISTAN’ eger ez livîyam, min reaksîyonek nîsanda hûn zanibin ez hîna nemirime”.

Em ê hertim Xalid Xoceyê xwe bibîr bînin.
Ew ê di têkosîna azadîya Kurdistanê de herdem bijî!
Bila cîyê Te ronî, axa Te zêde be Xalid Xoce!

Dengê Kurdistan

Back to top button