Nûçe

Xalid Xoce li welat hat binaxkirin

Welatparêzê Kurdistanê yê qedirbilind, xebatkarê azadîyê Xalid Xoce (Remazan Basdas), di roja 19′ ê Nîsanê de di nav axa welêt de hat vesartin. Bi sedan mirov, dost, heval û hogirên Xalid Xoce besdarî merasima cenazê wî bûn. Li ser cenazê Xalid Xoce ku bi ala Kurdistanê hatibû pêçandin, derbarî jîjan û têkosîna wî de gotar hatin xwendin. Li ber gora Xalid Xoce, li bintara Kela Mêrdînê, serokê berê yê HAK-PARê Kemal Burkay, hevalekî Xalid Xoce Xetîb Xoce û birayê Xalid Xoce axiftinên kurt kirin.

Di merasimê de serokê HAK-PAR Diyarbekirê Weysî Kahraman û gelek endam û alîgirên Partîyê û herwisa gelek kesên nivîskar, rewsenbîr û siyasetmedarên din wek Ibrahîm Güçlü, Hemîd Kilicaslan, Eyüb Alacabey, Xetib Xoce, Haluk Öztürk, Refîk Karakoç û gelek kesên din jî amadebûn.

Cenazê hezkirîyê Kurdistanê yê dilovan, zehmetkêsê doza azadîyê Xalid Xoce li ser daxwaza wî di axa welat de hat vesartin.

Dengê Kurdistan

Back to top button