Nûçe

Xebateke nû ya Haluk Agrîn: HELBEST ji bo zarokan derket

Haluk Agrîn (pasnavê berê Öztürk) îro xebateke nû pêskêsî wêjeya kurdî ya ji bo zarokan kir. Pirtûka wî ya nû ”HELBEST ji bo zarokan” li Stokholmê di nav Wesanên APECê de derket.

Haluk Agrîn (berê bi pasnavê Öztürk), di nav 35 salên derbasbûyî de wek xebatkarekî çand û zimanê kurdî xwediyê xizmeteke hêja ye. Ev ”Helbest ji bo zarokan” pirtuka wî ya pêsîn e ku bi pasnavê ”Agrîn” hatiye wesandin. Ji destpêka avakirina malpera ”Dengê Kurdistan” heta niha ew endamê redaksiyona malperê ye. Em li ser navê malpera Dengê Kurdistan (www.dengekurdistan.nu) him berhema wî ya nû û him jî pasnavê wî yê nû pîroz dikin.

DANASÎNA PIRTÛKA NÛ

Wesanger birêz Ali Çiftçtçî, pirtûka nû weha dide nasandin:

Helbest ji bo zarokan, xebata Haluk Agrîn, bi pasnavê xwe yê berê Öztürk ya ji bo zarokan e.

Em li vir dixwazin li ser navê wesanxaneya APECê birêz Haluk pîroz bikin ku ev kitêba wî ya nu ye ku bi pasnava xwe ya kurdî vê berhema xwe diwesîne.

Helbest bi rîtm, qafiye û dengên kilama hatine nivisîn.

Peyvên di helbestê da pirî caran bi rîtmîk hatine rêzkirin, ango dengên peyvan bi rêkûpêk hatine tehsîskirin ku zarok bikaribin bi dengên kilamkî bixwînin.

Naveroka helbestan bi derûdora dunyaya zarokan ve girêdayîne ji bo ku zarok û ciwan dema van helbestan bixwînin ê bi hestên xwe ve girêbidin.

Helbest kurt in û bi zimanekî hêsan hatine nivisîn.

Ew helbest bi taybetî bo zarokên ku diçin dersa zimanê dê bi kurmancî dibînin berhemeka rind e.

Helbest bi wêneyên rengîn û bi formata 22 x 22 cm hatîye wesandin.

Apec Förlag
ISBN: 978-91-88333-88-9

Dengê Kurdistan

Back to top button