Nivîsar

XEBERA RES

XEBERA RES

Çîvîkek heye di Erzîngan’ê da
lê di per û baskên wê de zîv tune.
Çû û venegerîya yaramin
êdî di vê bûyerê de mereqek nema.
Çîyano, çîyano, lo çîyano…
Girtîye nava destên xwe serê xwe yê bixwîn
di nava berfê de Erzîngan digîre…
Ev negîre, kê bigîre…

Berf dibare pelûl ‘ pelûl
xezebe wê bê û biçe…
Rêz bûne radizin mirîyên ser pistê ketî
dibe êvar ev tevnagerin
nikarin êdî agirê xwe dadin…

Fecîr dibe zelal, roj bilind dibe
kesek ji wan ranabe naçe avê.
Bi serê xwe yê pelixandî ve mirî
gîhistine xewa xwe ya ebedîyê.

Ji kevira sipîyê gazî dike nîvê sevê
seata qislê lêdixe dudo yê.
Çiqas di demekî kin de qedîya jîyan.
Hinek ji wan ses heyvî,
hinek jî rûsipî,
hîn kes jî sêzde, çarde salî bûn,
hîn kes jî ji xwe ra rêwî bûn,
hinekî ji wan jî benda xeberekî xêrê bûn,
rêz bûne radizin mirîyên ser pistê ketî…

Di meskên wan de rûn hebû nehat çêkirin,
pêynîrê xwe yê sipî nikarin bikin nava parzûnan,
bi hesretê çûn mirî,
têra dilê xwe nejîyan li dinê…

Ji xewê ranebûn û nerevîyan,
nedikarîbûn bibin çîvîkekî û bifirin,
çehl hatin kolandin kesek naçe binê.
Hespên Erzîngan’ê rehwanin lê çi heyfe
nikarin ji hespan suwar bin mirî
rêz bûne radizin mirîyê ser pistê ketî…

…………………………………………………

Ji kîsê min de tune ku bidim,
Lewra min jî ji dilê xwe da.

1940

Xwendevanên delal ev helbest ya Nazim Hîkmet’ê ye û min wergerandîye ser kurmancîyê. Nazim Hîkmet ev helbesta jorîn ser erdhêj ‘ zelzeleya bajarê Erzînganê nivîsîye û rewsa mirîyan tîne ber çavên me. Ji xwe di welatê me da erdhêj gelekî caran çêbûne û canê xelkê me girtîye, gund û bajêr jî xirabe kiriye. Emê bibêjin bira Xwedê ev xelkê reben ji afatan biparêze. Alîyekî de afatên xwezayî û hêlekî de jî zor û zulma dewletên dagirker tim li ser can û malên xelkê me da kêm nabin. Bê azadî û jîyenekî edlayî yê çareya ev belangazîyê jî tuneye. Heyanê careka dinê bimînin di nava xwesî û qencîyê de!

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button