Nûçe

Xelîlê Çaçan Mûradov di 90 saliya xwe da bi rêzdarî tê bîranîn

Nivîskar Eskerê Boyîk ji bo bîranîna serokê berê yê Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê Xelîlê Çaçan Mûradov nivîsî.

Xelîlê Çaçan Mûradov

(1924-1981)

Eskerê Boyîk

Van roja temam dibe 90 saliya nivîskar-ronakbirekî kurdên Ermenistanêyî hêja , serokê para axaftinên kurdî ya Radioya Yêrêvanê yê berê, merivekî bi herfê mezin Xelîlê Çaçan Mûradov.

***

Ez bi Xelîlê Çaçan Mûradov ra salên sêstî ya sedsala borî bûme nas. Ez xwendevan bûm, ew serokê para axaftinên kurdî bû li radîoya Ermenistanê ya dewletê . Min tim nivîsarên xwe yê nû wan ra dibir. Em, xwendevanên zankoyên Yêrêvanê tevî hazirkirina radîokompozîsiya jî dibûn. Mala Radîoyê, para kurdî timê qerebalix bû. Ji gundên Ermenistanê, warên komarên Gurcistan û Azerbeycanê, ciyên dûr û nêzîk gundî, pale, dengbêj, rewsenbîr, xwendevan, mêvan ji welatên dereke dihatin. Xebatçiyên parê tim nava çûyîn-hatinê da bûn. Sibê sebeqê heta sev dixebitîn. Karê hazirkirina radîokompozîsiyan, sitiran û awazan ji pey dema karê resmî ra dikirin, gelek caran ew rojên rehetiyê jî dixebitîn.

Wan salan parê karekî pirr aktîv û germ dimesand. Sitiranên nû dihatin hazirkirin, radîokompozîsiya çê dikirin, bernamê hewaskar amade dibûn. Organîzatorê wan hemûyan serokê parê Xelîlê Caçan bû: ciwamêrekî maqûlî giran, zane, xerîbdost, welatparêz, milahîm, berbihêr.

Dawiya salên sêstî min di aspîrantûrayê da dixwend. Welatê Sovêtê da rast e xwendin bê heq bû, lê dewletê alîkarîke pak jî nedida xwendevanan. Ez, li bajêr maleke bi kirê da dimam, mala me nikaribû alî min bike, alîkariya dewletê jî pirr kêm bû. Halê minî aborî xwes nîbû. Rojekê Xelîl Mûradov min ra têlêfon vekir, got dixweze min bibîne. Ez çûme Mala Radîoyê, cem wî.

-Min gotarên te rojneme û kovarên ermeniyan da li ser aborîyê û malhebûna gundîtiya Ermenistanê xwendine, zimanê teyî kurmancî jî xwes e, ez dixwezim wî warî da tu bibî siroveçiyê radîoya me yê aboriyê.

Em hev ra qayîl bûn, mehê du caran, ez gerekê bi radîoyê, li ser pirsgirêkên malhebûna gundîtiyê û aboriya welatê Sovêtê û komara Ermenistanê, carê dor nîv sehetî biaxiviyama. Karê minî siroçîtiyê çend salan berdewan kir. Bi perê, ku min ji radîoyê bo siroveçîtiyê distand, piroblêma kirêya mala ku ez tê da dimam safî dikir.

Mûradov li dora parê qewata rewsenbîrya me, dengbêj-sazbendên xweyîsuret, dost û xêrxwezên komarê top kiribû û dengê kurdên Sovêtê li dinyayê bela dikir, Kurdistana dagîrkirî ra ew deng kiribû hîvî, ruhê hisiyarbûn û xweparastinê.

Tistên bas timê bi xwesiyê tên bîranîn.

Sed heyf ew evdê heyf zû ji me dûr ket.

***

Xelîl Mûradov sala 1924an, 10ê çileya pêsin li gundê Karvanserê (niha Sedun), navça Artîkê, komara Ermenistanê hatiya diniyayê. Malbeta wan di gund da bi nav û deng bûn, ji êla Roskîyan bûn. Kal-bavê wan ji gundê Hesencano, navçeya Dîgorê, Qersê, Kurdistana Bakur dawiya salên sedsala 18an hatibûn wî gundî binecî bûbûn. Lê kengê jî ela Roskaniyê ya bi nav deng qetyabûn nedihat bîra kesî. Dibêjin, ku di salên serê Rûs-Osmaniyê yê di salên 1828-1829an da ji Bitlîsê hatibûne gundên dora Qersê bi cî bûbûn.

Xwendina xwe li dibistana gundê xwe ya despêkê temam dike, pasê xwendina xwe li dibistana Partiyê ya Bilind li Yêrêvanê, dû ra jî Înstîtûta dûreke ya Pêdagogiyê didomîne.

Berî temamkirina xwendinên bilind ra ew li navçeya Elegezê li Ermenîstanê 6 salan (heta sala 1949an) dibe serokê komîtêya navendî ya komsomolên navçeyê. Pasê, ji sala 1950 heta sala 1957an dibe serokê besa kûltûrayê li komîtêya suxulvaniyê ya navçeya Araratê. Ji sala 1957an heta dawiya emirê xwe, ango sala 1981ê (24 salan) serokatî li besa radîoyê ya bi zimanê kurdî li Yêrêvanê dike.

***

Radîoya Yêrêvanê navê xwe ne tenê di dîroka gelê Kurd, lê dilê her kurdekî herçar perçên Kurdistanê da hîst. Dengê wê hidûdên dewletaye pola, qewl û qanûnên deshilatdarên dagîrkar yên sovînîst nas nedikir û bê astengî dikete her maleke kurdan. Wê demê, gava ziman, çand, edet, nav-nasneme, her tistê kurdewarî li welatê Kurdan, mala Kurdan da qedexe bûn, nîrê asîmîlasiyona giran û teng xelkê Kurd difetisand, wek ronkayê, nûra gumanê, aparatên radîoyêye bêruh di malên kurda da deng didan, digotin: ‘Yêrêvan xeber dide!’. Wî dengî ruhê kurmancî, axaftina kurmancî, kilam, reqas, ewaz, ken û henek, keser û jiyana kurmancî tije malên kurdan dikir.

Xelkê kurd li xwe dihesiya… Gelekan nizanbûn, ku pis wî dengî, li avayîkî kolanê Yêrêvanê, komek kurdên welatparêz, bi rêvabiriya Xelîl Mûradov sekinîne, sev û roj dixebitin, ku ruhê kurdewarî belayî welatê xweyî dagîrkirî bikin, nehêlin neyarên kurdan meremê xwe bînine cî.

Radîoya Yêrêvanê ya dewletê bû. Helaqetiyên dewleta Sovêtê di herçar dewletên Kurdistan di nav xwe da pare vekiribûn xirab nîbû, ji bo wê jî siyasiya Sovêtê nedixwest seva kurdan navbera xwe û wan xirabke. Sansûreke giran û berk li ser xebatên parê hebû. Astengî duqet bûn, him ji aliyê dewleta merkezî, him jî aliyê deshilatdariya cî da. Wê demê li Kurdistanê gelê kurd ji bo heyîtiya xwe têkosîn dida, serê xweyî azadariyê dimesand, ji aliyê dagîrkiran da mafên gel yên here sade jî hatibûn astengkirin. Rast e, meremê axaftinên radîoyê dijî împêralîzmê propaganda sosiyalîzmê bû, lê ew propaganda jî hîmlî bi rengê azayîhiziya gelên bindest yên Rojhilata Navîn dihate kirin, kîjan jî rastî ji bo hisyarbûn û xweparastina gelê meyî bindest pêwîst bû. Lê bi radîoyê propagandakirna bîr-bawariyên kurdewarî, rexnekirina siyasiya wan dewletan, ji bo azadariyê belakirina îdêayên rizgariyê û azadîxweziya kurdan, tevrakirina gelek pirsên dîroka gelê kurd ji aliyê sansurê va nedihat pejirandin.

Serokê parê carna kariêra xwe, bêqeziyabûna karê xwe dikire bin pirsê û bi culet cî dida gotar û bernamên wî teherî, yan jî bi cûre û navên cude ew îdêya bi radîoyê bela dikir, digîhand gelê kurd.

Wan salan ji aliyê dewletê va guhdarîke mezin dihate danîn ser wê parê. Astengiyên aborî tunebûn. Bi saya kar û hereketê serokê parêyî aqil wedê axaftinên rojane zêde bû. Bi radîoyê bernamên çandî, zanyarî, dîrokî, perwerdeyî, malhebûna gundîtiyê, yên sîyasî, dostaniya gelan dihatin dayîn, radîokompozîsiya dihatin hazirkirin, guhdarî dihate danîn li ser berhemên zargotinê, destanên gelêrî. Dengxana radîoyê bi kilam û awazên kurdî hate dagirtin. Bawarkî ji sedî heftê dengxana radîoyê wan salên bi seroketiya wî hate damezirandin. Bi gilîkî, di karên radîoya Yêrêvanêda emekê Xelîlê Çaçan Mûradov pirr e.

Xelîlê Çaçan Mûradov nivîskar bû. Mêla wî hîmlî li ser zargotina gelêrî bû. Pîrtûkên wî ‘Kilamên cimaeta kurdan’ 1963, ‘Du poêm’ (destanên ‘Memê û Eysê’ û ‘Zembîlfiros’) 1965, ‘Qisên cimaetê’, 1969, ‘Benê min qetîya’ 2007 (wesanxaneya DOZ), ‘Cewahirên Kurdî’, 2010 (wesanxaneya LÎS’) derheqa wê yekê da dibêjin.

Sala 1976an berevoka wî ya kurteçîrokan ‘Morîyê Nenê’ li Yêrêvanê hate wesendin. Berevok ji aliyê xwendevana va bilind hate qîmetkirin.

Di dema xweye efrandariyêye herî ges da têlê emirê wî qetiya.

Dengê Kurdistan

Back to top button