Xembarî û sedemên fermanê Êzdiyan yê heftêûçaran
Ez niha hîn zêdetir xemgînim bûm ku, birêvebirên Hikumeta Herêma Kurdistana azad guh nedane vê banga min kiribû û gotibû, ‘ divê rêvebirên hikumeta Kurdîstana azad, wan kes ku me û zarokên xwediyên axa Kurdistanê berdidine hevûdinê, me Kurdan ji bona menfêata fanatîzma xwe jihevûdinê dûrdikin û me bihevûdinê didinekustin bastir nasbikin. Heta ji wan bê, ew rojek berî rojekê destên wan pasverû û olperestên nezan ji nava rêberîtiya netew û civaka me derxînen. Di zagon û desthilatdariya Kurdî de ferzbikin ku hemû rêber û oldarên Kurdîstanî ji nasnama xwe ya kurdbûnê re xwedî derkevin û eskere li her derî, ji her kesî re bibêjin Kurd, Kurd e çî misilman, çî êzdî, çi kildanî, û hwd.ê.
Jixwe heta ku berpirsên hikumeta Kurdistana azad û yên civaka Êzdî(çi li nav û derveyî welat de ne)yan, di derheqê pirsgirêkên ku nakokiyan dixine nava gelê Kurd de xemsaribin û li hemberî dijberên Kurdayetiyê hevkariyeke xwe ye bi rêk û pêk çênekin, wê asîtî û demokrasiya li Kurdistanê jî bi ser nekeve(*1)’. Her wisa gotibû, pêwîste her kes bizanibe ‘di dîrokê de gelek tevkujiyên li Sengalê pêk hatine vesartî ne(*2)’
Pistî van xembariyan îro dîsa dibêjim, eger ku hêz, rêxistunên Kurdan û bi taybetî jî gava berpirsyarên HHK û pêsmergên Kurdisanê hingê giringî bidana van xwebariyên me Êzdiyan, wê îro jî ev fermanê Êzdiyan yê heftêûçaran ku di 02.08.14 de, bi destên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Samê (DAIS) li herêma Singalê destpêkiriye jî çênebûna.
Li goriya ku ez ji gelek agahdariyên çapemenî û mediyayên ragehandina Kurdî, yên ku li ser buyerên fermanê Êzdiyan yê heftêûçaran têne belakirin û ji zargotina xwepêsevandanên ku li gelek bajarên Almaniya yê besdarî mes û banga hawara Sengalê bûne dibêjin fêhmdikim, gava wî wextê ku çeteyên DAIS`ê hatin ketine nav bajarê Sengalê, hingê pêsmergen Kurdistanê berxwebidana û çek bidana wan kesên ku dixwastin xwe biparêzin, wê ziyan(kustin, revandin, wêranbûn, birçîbûn, mirin ûhwd.)ê vî fermanê Êzdiyan yê heftêûçaran jî li herêma Singalê ne hewqas zêdebûna………………
Ez îro dîsa bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdan dikim û dêjim, eger ku hûn bi hestên ‘biratiyê’ û bi alîkariyên pêwîstin, van birînên fermanê heftêûçaran bi lezgînî derman nekin, wan qumandarên pêsmerga, yên ku di qada serde bi hemd berxwenedan, xelqê Sengalê li ber destên çeteyên DAIS`ê de bi tenê hîstin û reviyan, wê hingê ji min û gelek Êzdiyên mîna min ra jî zêdetir eskere bive ku, êdî piraniya hêz û rêxistunên Kurdan dixwazin bi hemda xwe, me Êzdiyan ji bona berjiwendiyên hêz û rêxistinên xwe bikine qurban. Û ji ber van gelek egeran, êdî rêya ku ‘rewsenbîr, zane, nivîskar, siyasetvan, hunermend, berpirsyarê oldarî, sazî, komel, dezgeh û rêxistinên êzîdiyan’ xwe bi her hawayî va ji nav hêz, rêxistinên Kurdan û bi taybetî jî xwe ji nav hêzên pêsmergên Kurdisatnê dûrbikin jî zelaldibe. …
Hêvîdarim ku hemû hêz û rêxistinên Kurdan girîngiyê bidine van xwebariyên min, em bikaribin bihevûdinê ra ji wê nêrîna ku min gotibû ’em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne (*3)ra xwedî derkevin, van birînên fermanê heftêûçaran jî zû derman bikin û cardinê tu hêz me Êzdiyan ji bo armancên hêz anjî rêxistinên xwe û ‘yekîtiya netewî ‘ nekine qurban!
Kemal Tolan- Xemxwar û Berhevkarê Kevnesopên Êzdîtiyê- 06.08.14
*Çavkanî:
1.Kemal Tolan- http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/dijberen-kurdayetiye.html
2.Kemal Tolan- http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/di-diroke-de-gelek-tevkujiyen-li-sengale.html
3.Kemal Tolan- http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/em-kurd-tev-mina-seven-ji-dareke-ne.html
Kemal Tolan