Nûçe

XEMGÎNÎ Û SERSAXÎ

Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku hevalê me yê hêja û têkoser Kek Kazim Epozdemîr çûye ser dilovaniyê. Ev demek bû ku Kazim Epozdemîr nexwes bû û li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê derman dibû.

Kazim Epozdemîr bi xwe ji Tetwanê bû û bi salan li Elmanyayê mamostetî kir. Bi dehan sal di nava refên KOMKARê de cih girt û di Komîteya Gistî ya KOMKAR Elmanyayê de berpirsiyarî kir.

Bi wefata Kazim Epozdemîr gelê kurd ewladekî xwe yê hêja, jîr û zana winda kir.

Em bi navê hemû endam û alîgirên KOMKAR Elmanyayê ji malbata Epozdemîr, heval û dostan re sersaxi dixwazin. Ruhê wî sad, cihê wî bihust be. Em wî tu car ji bîr nakin.

Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR-Elmanya

Dengê Kurdistan

Back to top button