XEMGÎNÎ Û SERSAXÎ

Xebera res dîsa hat. Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku hevalê me yê hêja, endamê Komeleya KOMKAR Duisburgê, Kekê Kazim Aslan çûyê ser dilovaniyê. Ev xebera res me gelek xemgîn û dilteng kir.
Rêzdar Kazim Aslan, bi dehan sal e ku di nav refên KOMKARê de cih digirt û endamekî bijarte bû. Di hemû civîn û çalakiyan de cih digirt. Kek Kazim mirovekî rûken û bi xwe bawer bû. Bi wefata Kek Kazim Aslan, gelê kurd welatparêzekî hêja, KOMKARê jî endamekî xwe yê hêja û çalak winda kir.
Em bi navê hemû endam û aligirên KOMKAR Elmanyayê ês û xemgîniya malbata Aslanan parve dikin û ji Fatma Xan, hevalê me Ercan, Filîz û Erdînç re û ji hemû dost û hevalan re sersaxiyê dixwazin.
Em ê bêriya te bikin, Kekê me yê heja Kazim Aslan, ruhê te sad cihê te bihust be.
KOMKAR-Elmanya
Berlin, 15.07.2016
Dengê Kurdistan