Xemla Jiyanê
Xemla tist û mistan, beser û meriva, der û dorê, malbatan, esîran, êlan, teyîr û tûran, bajar, dem û demsal, kanî û selale, derya, gol, çem newal, berî û dest hwd vana hemû rewsê û xwesik bûnê dide jiyanê, civatê û teabîatê.
‘Jîyan bi xeml û xwesî,
Xeml ji bo jîyanê basî,
Ev cîhana xwes û fireh,
Hemû mirov bijîn weke hev,
Yek ne di ser yekî re, weke xusk û bira bijîn’.
Meriv bi malbata xwe,
Êl bi malên xwe,
Esîr bi malbatên xwe,
Gundî bi gundîtîya xwe.
Pez bi kerîyên xwe,
Dewar bi garana xwe,
Kerî bi keritîya xwe,
Deve bi devetîya xwe.
Teyîr û tûr bi refên xwe,
Quling bi refên xwe,
Kew bi ferxên xwe,
Mêkew bi rebate xwe.
Dar û ber bi çîyayên xwe,
Genim bi zîldana xwe,
Genim bi sînbûna xwe,
Genim bi zer a simêlê xwe.
Sênkayî bi sênkayî û xemla xwe,
Berî û dest bi rast û berpalên xwe,
Bi çem û cûhên xwe,
Bi bîh, spînadar û tûyên xwe.
Bajar bi mîmarya xwe,
Bajar bi qesr û mehelên xwe,
Bajar bi bimnare, dêr û mizgeftên xwe,
Bajar bi dikan û kuçe û kolanên xwe.
Zivistan bi seqem û serme û berfa xwe,
Havîn bi biskuvanîya xwe,
Bihar bi gul û sînkaya xwe,
Payîz bi dar û berê xweye wesandî.
Zarok bi zarokatîya xwe,
Xort bi xortaya xwe,
Qîz bi qîzanya xwe,
Zewacandin bi hezkirina xwe,
Kal û pîr bûn bi temenê xwe.
Çîya bi sikeft, zinar, çepel û berojên xwe,
Newal bi çem, selalê û guherên xwe,
Gol bi rengê xweye sîn û masîyên xwe,
Bîr bi ava xweye qerisî û biriqandina xwe.
Derya-behr, bi kestîyê xwe,
Derya bi gelek cûreyên xweye masîyên xwe,
Hemû xemla vê cîhanê ye,
Hemû xwesik bûna teabîatê ye.
Derbna jî meriv qala jiyanê û teabîatê bike basdibe, madê meriv li jiyanê jibo vebe. Herdem de filankesî ev gotîye, bêvankesî filantis gotîye, rewsa welatê bav û kalê me Kurdistan wehaye. Rewsa kurdistanê di rewsek xerab yan jî qenc deye, komarên dagirkar heqê gelê Kurd nadin.
Heta pirsgirêka gelê Kurd li hersî perçan ‘basûrê Kurdistanê’ azad e. pêvajoya ku îroj li bakurê Kurdistanê dest pêkirîye ‘îmralyê’ wê çawa bibe? Û wilo yanjî wilo, herkes qala van tistan, di TV ana de, rojnama, di malper û hemû nûçeyê ku hene qala vana têye kirin.
Bêguman divê ku meriv qala van dew û doza û bûyeran bike bêguman. Îca min xwest vêderbê jî nivîsa xwe bi xemla jiyanê û teabîatê bidomînim û hûn saxbin. 2013.03.21