Xepêsandana KOMCIWAN-Mannheimê li dijî komkujîya Roboskê

Roja pêncsemê li bajarê Mannheimê KOMCIWAN ê xwepêsandanek li dijî komkujîya gundê Roboskê amade kir.
Komkujîya hikmeta tirk li devera Sirnexê ya gundê Roboskê, ya kû 36 lawên kurd hatine kustin, pir xemgînî di dilê ciwanên Komciwanê de çêkir û loma xwepêsandaneke protestoyê li darxistin. Di çalakiyê de nerazîbûna kurdan ya beranberî mêdya europî hat diyarkirin.
Mêdya europî li ser vê komkujîyê çav û guhên xwe girtin mîna ku qet nebûye. Bêxemiya medya europa bû sedem, kû ciwanên kurd ên Mannheimê rabin ser xwe û nerazîbûna xwe bînin ziman.
Xepêsandan, bi wênên komkujîyê û yên termbinaxkirinê, bi alayên Kurdistanê û gotinên rastî xwepêsandanek serkeftî bû. Vê çalakiyê bala pir kesî kîsand ser xwe û gotinên xwe.
Komciwan Mannheim hevxemî, behîdarî û sersaxiyê pêskêsî malbat, kesûkar, dost û hevalên bûne qurbana bombebarana li devera Sirnexê dike û hêviya sebr û hedarê ji wan re dixwaze.
4.01.2012
Komciwan Mannheim
Dengê Kurdistan