Nivîsar

XONÇÊ SIFRÎ

Ini bajar Varna ez kerda gej,
kerda dîwani.
Tomatîyes, îsuat kuehe, tewa di masê qalqan,
radyo ra meqam deyr Dengiz Sîey ‘ ha leyro ‘
reqî ha bilûr da sê sit sêr, anason,
wî qay hend wesa buêyê anason,
sê embazon, birayon yen vatis zon mi…
Hin besa îslah bi, hisyar bi hal mi…
Ini bajar Varna ez kerda gej,
kerda dîwani…

Varna, 06.06.1957

BAN Û XEBATKAR

Xebatkar deyron von,
la ban oter rehat sê deyr vatis nivirazîyên.
Ini gure binê na zûar.

Zerrê xebatkaran
sê ruejê ruesonon wesa,
la cawo ko tedi xebat bena sê ruejê rueson nû.
Cay xebat di tuez, herr,
çamûr, vor esta.

Gurî ser di lingê tu cara sena,
dêst tu mîyan guên di monên.

Gurî ser di nîe çay tim sîrin û germin a,
nîe nan tim sê pemî nermik,
nîe herkes egît,
nîe zî duêst tim holê kên.

Ban sê deyr vatisona nivirazîyên.
Ini guri binêna zûar.
Zuar, mar
la ban ruej bi ruej bên berz.
Xilîk vilikon nay rue penceran di
qat cêrînan di.
Milçîk peron xwi di tîj kirîyesên
çardaxan newan.

Bena gulpe gulpê zerr
helag kerê, kerpîç nîyên pîyeser.
Bên berz, bên berz
tor guên û arîyêq a ban.

1955

MEHMET

Alîyê hemberê min de welat,
ji bajarê Varnayê bangê te dikim,
deng tê te,
Mehmet, Mehmet.

Bêwestan diheriqê ava Behrares,
ji hesretê dîn û har, ji hesretê gêj,
lawê min ez bangê te dikim, deng tê te,
Mehmet, Mehmet!

Varna, 29.05.1957

WESÎYET

Hogirno, ger nesîb nebe dîtina wê rojê,
dibe ku ezê bimirim berê roja rizgarbûnê,
bigrin bibin,
di goristana gundekî Anatolîyê de gor bikin min.

Alîyekî min de bila rençber Osman raze
yê ku Hesen Begê dabû kustinê
û binê çavderê de çok dabû erdê ku bîne dinê zarok
Sehîd Ayse ku hîna çil salîya xwe da bû, raze alîyekî min da
Bila di binê goristanê ra derbaz bibin tiraktor bi stranan
di dema berbangê de bîhna însanê teze û a benzînê
Zevî xetkirî û coyan da av
ne xema hiskayî yê û ne jî tirsa cendirman

Helbet emê nebihîzin ev strana
di binê erdê da radizin, dirêj dibin
diçilmisin fena ajkê res mirî
di binê axê da kerr, kor, bê ziman.

Lê min ev sitrana gotîye
hîna ku ew nehatibûn sazkirin
bîhn kirîye min benzînê sewitî
hîna ku ji resmê tiraktoran jî nehatibû çêkirinê.

Ger hûn cîranên min yên bêdeng bipirsin, Sehîd Ayse û Rençber Osman hesreta herî mezin kisandine di jîyana xwe da divê ku ew vê yekê nehesîyabin jî.

Horgirno, ger bimirim ji berê wê rojê, – wusa jî xuya dike –
Di goristana gundekî Anatolîyê da gor bikin min
û ger hêsan bibe,
bila di ser serê min da çinarekî hebe,
kevir mevir jî divêm ne pêwîste…

27. 04. 1953 Baravahîya Senatoryumê

Xwendevanên delal, vê carê jî ji we ra wergera çar helbestên Nazim Hîkmet’ê bi zazakî û kurmancî pêskes dikim. Hêvî dikim ku ev xebata min bi gora dilê we be! Heyanê careka din bimînin nav asitî û aramîyê de.

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button