Nivîsar

Xortên Kurd û KomaraTirk

Kemalîstên tirk dixwezin ku dijê AKP ê komara tirk biparêzin. Ji ber ku „Komara Tirk’ bi zagonên qiris ra mêrasê bav û kalên kemalistan e.
Dîroka kemalîstan anjî Osmanî yan bi talanan û qamçûrê hatîye parastin. Di vê dîroka qiris de gelek caran Elewîyên tirk û gelê Kurd zordestî dîtin ne.

Niha jî kemalîstan hêncetek(sedem) pêvîst dîtine û bi vê hêncetê AKP ê dikin tengesayî yê. Ango,parastina’Parka Gezî ya Stenbolê.’ Ez jî dizanim ku AKP li ser kolanan û bo Parka Gezî yê sasîyan dike. Bajarê Stenbolê nêza 14 milyon e. Bo hewa paqis bûnê,Parka Gezî dilê alîya taksîmê ye. Bo vê yekê giringe ku wakû parka gezî bimîne û AKP li dijî çalakiyan lez û bez bombeyên gazî nevêje.

Gelo armanca kemalîstan tenê va ye? Nah walle,kemalîst dixwazin ku bi zagonên qiris komara tirk biparêzin. Ji ber ku gor kemalîstan AKP dijê komara tirk e. Bo vê yekê CHP,MHP û dewleta kûr(Ergenekon) dixwezin ku dijê AKP ê bi gel ra derkevin kolanan.
Bas e,ev gotinên min bo kemalîstên tirk kin û ew dixwezin ku komara tirk gor dilê xwe biparêzin û zagonên qirês jî bo kemalîstan ne asteng e.

Kurdên ku ba CHP,MHP û ba çetên tirkan hene:

_ Di sala 1923 an de komara tirk tê damizrandin û di sala 1925 an de tevkustina Seyh Said tê domandin

_ Di sala 1930 an de tevkustina Agri tê domandin

_ Di sala 1938 an de tevkustina Dêrsim tê domandin

_ Di sala 1974 an de serê Yunan de tê gotin ku pênc hezar Kurd hatine kustin

_ 30 sale ku komara tirk bi zagonên qirês dijê gerîlayên PKK ê ser dikir.

Bi teybetî di van qetlîyaman de heya niha 200 hezarî zêdetir Kurd hatine kustin.
Ez bi xwe kêm anjî zêde bajarê Stenbolê nas dikim. Kurdên ku li Stenbolê dijiyîn,piranîya wan ji Parka Gezî dûr rudinin.

Niha jî,navbera PKK ê û AKP ê de çek danîn heye. Dibe ku Kurd hêdî hêdî bigên mafên xwe yên netewî. Bo vê yekê jî kamil bûn û bi zanayî siyaset kirin zehf girîng e. Pêvîste ku Kurd sasîyên mezin nekin û mafên xwe yên netewî bi dest xinin.

Gor dîtina min; di jîyana kurdan de gelek caran fersend derketîye û ketîye dest kurdan. Lê belê kurdan tim bo kêç kî lihêf(orxan) sewitandine.

Gelo çima di jîyana xortên Kurd de yekcar hesên xortên Kurd nahê serî wan ?
Parastina komara tirk ne xebatê civanên Kurd de. Komara tirk tim Kurdistan gûle baran kirîye.
Daxweza min vaye ku Kurd vê cara bo kêç kî lihêfa xwe nesewîtînin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button