Nivîsar

XWEDÊ

Hêsir ji çavê min dibarin…
Xeber gewriya min da, li hev hasê bûne
Di nav hêsira da dinalin,
Hest zevt nabin
Dixeniqînin, dixeniqim
Nikarim bikime qîrîîn, hewar, gazî
Dilê min tê biteqe.
Kalkê min digiriya,
Pîrka min digirya dema ferman bîr tanîn,
Min nizanbû ku ferman ewqas xezeb û zor in…
Vî emrê da min jî fermana zulmê dît…
De werê, xwe zevtke û neqîre, neteqe sayîr !

Gelê Kurd, Kurdistan, min hûn ewqas hiz dikirin
We ez bikirama Qurban…
Van zar û zêça, van kal û pîra
Vî xelkê bêsûc û gune, ev zulm û azar
Sengala birîndar…
Mêr bêçek kirin- destê wan girê dan
Hêsîr bêxayî, bêpist di nav qîlê qetilê hezar salî da berdan…
Xûn û jera devê wesê nelet
Axa pîroz, çiyayê Sengalê, dilê min sor kirin, hildan
Cangoriyê qetlê Firîk Pasa û Mîrê kor
Anîn bîra Êzdiyan …

Hey Xwedê, eger tu heyî
Vê sebeqê min destê xwe berbi te kirye
Dixwezim dueakim, nabe-
Xeber gewriya min da li hev hasê bûne
Ez rik nînim, kîn nînim-
Lê nizanim
Vir hada bawariya xwe ji kî bînim,
Xwedê?

11.08.2014

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button