Xwedê Derd Jî Daye û Derman Jî Daye
Di yanzdêh (11) meha Êlonê 2012 de, min Operasionek-emelyatek gelek xeter ji serê xwe derbas kir, li Stokholmê li nexwesxana Karolinska besa Neurolkirurgisk- R14ê, navê wê nexwesîyê jêre dibêjin, ‘Aneurysma’ damareke dire ser mejî, damar nepixî bûbû hindik mabû ku biteqe, yan felc yan jî mirin.
Lê xwedê bide teknîkê û pêsketina zanebûnê, doktorê min Tommy ANDERSSON û alîgirê wî Åke bi teknîka nûh û metodeke nû ku hatîye dîtin li cîhanê ku 35 heb li cîhanê hatine emelyatkirin û du (2) heb jî li swêdê bi vê metoda nû hatine emelyatkirin yê sisîyan (3) jî bû nesîbê min ez pê emelyat-operasion hatim kirin.
Metoda kevin qalkê serî radikirin, lê ana metoda nûh ku min li jorê gotîye, bi rîya damara ku diçe wê, wî tayê ku jêre dibêjin tayê hesin, di rîya damarê re ku dire mejî wê damara nepixî tê bi cîh kirin.
Spasîyên xwe pêskêsî wan herdû doktorên xwe dikim û hemû xebatkarên wê grûba nexwesxanê ji kesên narkosên û hemsîran û doktor Erik Edsröm jî dikim. Operasion-emelyat saet û nîvkê berdewam kir, bi serfirazî bi dawî hat.
Pistî operasionê-emelyatê heval û dostên min serdana min kirin li nexwesxana Karolinska, tê gotin ku, ‘ yên serdana nexwesa dikin ew nexwes kêfxwes dibe û heta wextekî canê wî nexwesî sivik dibe û êsên ku lê hene xwe ji bîr dike’. Gelek spas ji wan heval û dostên ku hatin serdana min û moral dan min.
Pistî ez ji newesxanê çûm malê, dîsa heval û dostên minî hêja û delal hatin serdana min li malê, gulên rengo rengo û sêranîyên xwes bi xwe re anîn. Gelek telefûn ji welatê bav û kalan Kurdistanê û swêdê û dervî swêdê welatên ewrûpa ji min re hatin, bi germaya dilê xwe spasîyên xwe pêkêsî wan heval û dost û merivan dikim, bi teyîbetî jî hatina kekê minî hêja û birûmet, kek Kemal Burkay bi hinik hevalan re hatin serdana min ez bastir bûm, kêfa min pirtir hat û rehetir bûm, spasê xwe pêskêsî wan hevalan dikim ku zehmetî dîtin hatin serdana min.
Lê yekî ku min pir jê hezdikir weke birakî xweye mezin, wexta ku hate malê cem min hîn pirtir bastir bûm, ew jî ciwanekî heyistê (80) salî kekê ninî hêja Ebû Rewsen, ku di rêbaza Barzanîyê mezin ji xwere kirîye demana Kurdistanê û we ew rêbaz ji xwere kirîye hemû jiyana xwe , kekê minî hêja û delal, suhbet xwes ku meriv ji suhbeta wî têr nabe, hate mala min hat, ez bi hatina kekê hêja kêfxwes bûm, spas kekê hêja, zehmetkêjê rêbaza Mele Mistefa Barzanîyê Mezin.
Gelek spasîyên xwe pêskêsî wan hevalên xwe yên cîhê ku ez lê kardikim ‘dayîra civakî û alîkarîyê’ sosyala li Sarederîya Solnayê hevalên min yên hêja yê kar, ji seroka sosyalê bigre heta hemû kargirên wê, li ser navê hemûyan ji min re gurzek gul ku rengo rengo gelek xwesik û hêja sandin mala min bi rîya postê. Xusk û birayên hêja, hûn her hebin ezê wê dostaya we û hezkirina we tucarî ji bîrnekim, mala we ava.
Pistî pistî temenek-emrikî ‘eyîb û arên’ meriv jî pir dibin, bav û kalan gotine. Eva ya li gor tipê jî raste ku pistî emrekî çelûpênc û pêncî salî gelek nexwesî li meriv dertê, ev jî normal e. Hemû tabîatên ku bi ruh yan jî bê ruh ji demikê û pêve gelek guhertin dibin
Pêwîst e ku meriv bêje, di derheqa mirovatîya ku li swêdê heye, hinik bîrûbawerîyên xwe bêjim. Ez bawerim di asta herî jor deye, heqê mirovatîyê beseryetê de. Heq û hiqûqê mirovan li swêdê, meriv dikare bi rehetî bêje ku weke hev e. Weleh ev swêdî ye ew zarokên vî welatî ye, yên ku pasre hatine ew ne swêdî ne, bila ferqa wan hebe, na, ferqa yekî swêdî û ferqa yekî bîyanî hîç tune, li cem sîstemê û dezgehên komara swêdê de, hemû meriv çi swêdî, çi bîyanî ferq tune hemû li cem sîstemê û zagona komarê weke hevin. Nabe yek ji dê be û yê dinê jî ji dêmarê be, her bijî sîstema swêd ya mirovatî, hûn her hebin ji hêla mi ve.