Nûçe

Xwendin û danasîna pirtûkan

FettahTimar

Komela Pistgirîya HAK-PAR-Almanya û komela „Hevaltiya Cîvata Alman û Kurdan’ bi navê, Gesellschaft für deutsch-kurdische Freundschaft e.V.-HEVALTÎ, li bajarê Bottropê dest bi bernameke xwendinê kir. Cara ewilîn jî bi nivîskar, sîyasetmedar her usa jî rewsenbîrê kurd, berêz Yilmaz Çamlibêl va dest pê kir. Rêveberiya civînê mamoste FettahTimar kir.

Armanca vê xwendinê ew bû, ku em di vê pêvajoya hanê da dîroka Kurdan û leyistikên ku ser kurdan têne ajotin carek di li ber cavan raxin. Taybetî jî bi serhildana Agirîyê va ji ber ku taybetiyeke wê serhildanê heye.

Yilmaz Çamlibel ew taybetiya, berê ji herdu rûpelên pirtûka xwe va raxiste berçavan. Deys û zozan, gelî û gavan, etega çîyayê Gilîdaxê her usa gul û sosin, lale û nêrgizên, karxezalan xwe zaya etegên Agiriyê tevî temamya bedewîya wê herêmê gîhand ber guhên besdaran. Ji alîyekî va dilgesî lê belê ji alîyekî da jî xemgînîyekê notilanî ewrekî res sîya xwe da ser besdaran, heta bêjî gelekan bi hêsirên çavan va guhdarî dikir.

Ji pistî vê destpêkê, nivîskarê hêja, Yilmaz Çamlibêl, taybetiya serhildana Agiriyê bi rûpela ku di dawîya pirtûkê da hatiye nivîsandin va,raxiste berçavan û ew rûpela ji bo besdaran xwend û sîrove kir. Li vira jî behsa ordiya kurdan ya bi nîzamî, Ala Komara Agiriyê, gotinên rêberê her usaSerokê Komara Agiriyê, nemir Ihsan Nurî Pasa dibû.

Taybetî jî nesîhetên Ihsan Nûrî Pasa û sedemên serkirina kurdan û di dawiyê da bala kurdan kisandiye çi, Çamlibel ev besa jî dîsa ji pirtûkê xwend. Ihsan NûriPasa di derbarê sedemên serê Agiriyê çi gotiye û kîjan nesîhet kirine. Gotina here dawî: „BextêRomê tune’. Ev gotina îro jî di cîh da ye.

Çamlibel albuma ku wî wek belgename/ delîl ji bo pirtûka xwe ya bi navê ‘ Glîdax Bêxweyî Nîne- kar anîye da nasîn. Wî hemû wêne nîsanî besdaran dan û sîrove kirin. Di wê albûmê da, gelekî zelal tê eskere kirin, ku dewletê hêzeke leskerî bi hejmareke gelekî mezin tevî top, tank, balafirên sêr sandine ser servanên kurd û ev sera raste-rast ji aliyê Serokerkan Fevzi Çakmak va hatiye mesandin.

Ji pistî xwendinê û gotara BerêzÇamlibel besa pirs û bersivan dest pê kir. Di vê besê da pêvajoya ku Kurdistanê li herçar perçan tê domandin jî hate niqas kirinê. Di nava pirsan da, ev pirsa jî hate rojevê;

– Gelo di dîrokê da, taybetî jî van serên azadiyê da serneketina Kurdan ji ku tê?

Gel an rêber sûcdar in?

Çamlibel weha bersiv da: „Cîwateke feodal, esîratî, olên cuda û gelek sedemên di kurd pasta hîstine. Cîwateke gundî, feqîr û pastamayî, ji nava cîwateke weha jî rêberên modern derneketine. Em nikarin alîyekî tawanbar bikin, sedemê serneketinê gelekin, lê meriv dikare bêje sûcê wan hema wek hev e.’ Lê vê bersivê têra hinekan nekir, gor wan tim û tim rêber sûckar in.

Ji pistî van pirs û bersivan Çamlibel pirtûkên xwe dane nasîn û ji bo besdarên ku pirtûk kirîn imze kirin.

Berhemên nivîskar ev in: 1.KervanYürüyor, 2.Gilîdax bêxweyî nîne, 3. Bro, 4.Tew, lolo, 5.Tatli Belamiz.

Ji pistî vê cîvîn hate dawî.

Di civînê da ji sê perçên Kurdistanê besdar hebûn. Eger em navê çend kesan bidin: Sîyasetmedar MumtazKotan, siyasetmedar Murat Dagdelen, mamoste Cahit Kaplan, Sêx Zedo Baedri, Bekir Üçken, Beyrem, Pir Simo, D. Bro Haso, Tekin Timar, Mustafa Yenigün, KemalYagicibulut, Mustafa Katurman, DiyaKerem û hwd.

Dengê Kurdistan

Back to top button