Xwepesandan li dijî rejîma Îranê

BANGAWAZÎ
Çewa ku tê zanîn gelek bajar û bajarokên Iranê dijî rêveberîya dîktator ya dest bi xwîn û dirinde xwepêsandan têne mesandinê. Kêsên ku di van xwepêsandanan da cîh girtine, gelê Îranê yê ku êdî tehemula wan ji bo van kirinên rejîma xwînxwar nemaye ye. Ji destpêka çalakîyan hetanî îro nêzîkî 35 kes hatine kustin, 400 kesan zêdetir hatine desteser kirin, gelek kes jî birîndar in. Bajarên Rojhilata Kurdistanê da jî xwepêsandan têne mesandinê. Sehîd û girtî li wan deveran jî hene.
Komîta Hevkarîya Partîyên Rojhilata Kurdistanê biryara xwepêsandanekê standîye. Her ses partîyên Rojhilatî dixwazîn li bajarê Köln dengê xwe bilin bikin û pistgirîya xwe ji bo çalakvanên ku dijî dewleta terorist berxwedidin, eskere bikin.
Ev banga ne tenê ji bo kurdên Rojhilata Kurdistanê ye. Di heman demê da, em jî wek HEVKARÎ Almanya bangî tevaya kesayetî, partî, rêxistinên sîvîl dikin. Werîn em bi vê xwepêsandanê va dengê xwe tevî dengê xûsk û birayên xwe yên ji Rojhilata Kurdistanê bikin û bêjin:
Bimire dewleta Terorê!
Bimire dewleta dagirker ya xwînxwar!
Bijî tekosîna rewa ya gelê Kurd!
Gelî xûsk û birayan
Roj roja xîretê ye, li herçar perçên welatê me di bin agirê ku van dewletên dagirker li herçar perçên Kurdistanê geskirinê, xwe ber germ dikin. Serê carê li ser perçekî zulmê me dikin. Îro Rojhilata welêt di nava xeterîyeke bêhempa da ye. Guh bidin vî dengê xûsk û birayên xwe yên Rojhilata Kurdistanê.
Em wek HEVKARÎ Almanya bangî tevaya welathizan, azadîhizan, mîrovhizan dikin! Werin em li bajarê Köln bi dengekî bilin va bala raya gistî ya elmanan bikisînin ser Iranê û rewsa gelê kurd, pistgirîya xwe nîsan bidin.
Adrêsa Xwepêsandanê: Köln ‘ Rodolfplatz
Roj: Semî, 06.01.2018
Demjimêr: ji 15:00 ‘ 17:00
HEVKARÎ Almanya
Komîta ragîhandinê
Dengê Kurdistan