Xweyî Li Serokê Herêma Kurdistanê Derkeve

PKK, derûdorê PKK û hinek gurup û qelemên nokerên PKK, êrîseka neheq li ser Serokê Herêma Kurdistanê dikin, ku biryar e li ser daveta Hikumeta AK Partî roja semî û yeksemî li Amedê be. Tê zanin berê niha jî siyasetmedar, nivîskar û saîr Kemal Burkay, ku pas zamanên dur û dirêj vegeriya bû welat, bibû armanca kampanyayekê usa kîrêt.
PKK û xulamên wê behsa serdema serdana Serokê Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin ku, AK Partî dixwaze ji rêz û îhtîrama Barzanî ya di nav gelê Kurdistana Bakurê, îstîfade bike, daku di hilbijartina belediye da serkeve. Her usa dibêjin, ku ‘Barzanî li ser asa AK partî av diksine.’ Hinek ji wan her cure prensibên rewista siyasî binpê dikin û êrîseka kîrêt û ne mirovî dikine ser Serokê Herêmê.
Bi rêvabirên kampanyayên hanê, dixwazin giftugo û hevditînên berê, ku di nava Tirkiyê û Herêma Kurdistanê da pêkhati bûn, li ber çav wunda bikin, ji bîra gel bibin. Herwekî tê zanin, Serokwezirê Herêma Kurdistanê, pês demeka kurt ji seredana Serokê Herêm, hatibû peytexta Tirkiyê û ligel bi rêvabirên vê welatî, derheqa enerjî û bûyêren navçeyê hevdîtin pêkanî bû.
Tê zanin, rêzdar Barzanî di serdana xwe ya Amedê da ligel Serokwezirê Tirkiyê Erdoxan, li ser babeta enerjî û bûyer û peshatiyên navçeyê giftugo bike. Giftugoyên hanê û bastir û bi hêztir bûna pêyvendî ligel Tirkiyê, ku welateke bi bandor e li Rojhilata Navîn û endamê Peymana NATO û gelek dezge û saziyên Yêkîtiya Ewrupî ye nisana evê ye, ku Herêma Kurdistanê li navçe dibite hêzaka girîng.
Ev yêka hanê jî dilê hemu Kurdan xwes dike. PKK, ku divê ji vê yêkê dilxwes be, dij derdikeve, ku ev yêka jî ligel welatparêziyê nagunce. Hinek siyasetmedar, ku di bin siya PKK da kar dikin, sûrê PKK diksinin û dixwazin rê nisanê rêzdar Barzanî bikin, ku ev yêka hanê binpê kirina prensibên rewîsta siyasî ye. Ji ber ku rêzdar Barzanî siyasetmedareka bi ezmun e, bas dizane li ku û çi bibêje. Serokê Herêma Kurdistanê serokekê usa nîne, ku îro tistekê bêje sibê tisteke dinê.
Be guman AK Partî dixwaze serdana Serokê Herêm wekî noteka bas di karnama xwe da ci bigre, ku ev yêka di warê siyasî da tistekê sirustî ye. Lê belê hinek kes u alî vê yêkê dikine hencet û erîsê rêzdar Barzanî dikin. Sedemên bingehîn a êrîsa hanê, bi heztir bûna Herêma Kurdistan û bîr û baweriya Serokê Herêm e, ku her tim dibêje mafê Kurdan jî heye dewleta xwe damezrînin.
Hinek kes jî li dijî dema serdanê derdikevîn û dibêjin ‘serdana hanê bê wext e.’ Yên ku usa dibêjin an nizanin, ku li Rojhilata Navîn her gav her tist diqewmin, an jî dizanin lê belê rastiyan çewt nisan didin. Yên ku usa dibêjin an nabînin, ku Hikumeta Herêma Kurdistanê, ku pêyvendiya wê ligel Baxda ne bas e, mecbur e ji bona parastina hebûna xwe ji xwe ra rê veke, an jî dibînin lê belê ji bona zikresiya xwe xwe usa dibêjin.
Ne maqul e ku, bo Serokê Herêm bê gotin, ku di gftugoyê usa bêje, weha nebêje. Ji ber ku ew ji maf û daxwazên Kurdan agadar e û yên ku îro êrîsa serokê Herêm dikin, zu bi zû ligel Rêzdar Barzanî têne ba hev û jê xwestine, ku ji bona çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyê bibe alîkar.
Kampanyayeka dinê jî li hemberê hunermendê Kurd Sivan Perwer tê mesandinê. Lê ev kampanyayê yekan nîne, ku li dijî Sivan hatiye mesandin. PKK û derdorê wî gelek caran êrîsê Sivan kirin, guhdar kirina stranên wî ji bona endam û alîgîrên xwe qedexe kirin, êrîsa konsertên wî kirin û tembura wî sikandin.
PKK û derdorê PKK divê bizanin, ku êrîs kirin li ser rêzdar Barzanî, ku jê bona çareser kirina pirsa Kurd alîkarî xwestine, xizmeta proseya diyaloga MIT-Imrali nake.
PSK, her tim pistgiriya peyvendiya siyasî, aborî û civakiya Herêma Kurdistan û Tirkiyê kiriye û xwestiye, ku peyvendiyên hanê bi hêztir bin. PSK kampanyayê hanê mehkum dikê û ji gelê Amadê daxwaz dike, ku bi plakat û dirusmên xwe pêswaziya Serokê Herêma Kurdistanê bikin.
14 Mijdar 2013
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Dengê Kurdistan