Nivîsar

Xwezîya Ku Qirka Meriv Weke Ya Devê Dirêj Bûya…

Wexta ku meriv di semînerikê, civînikê de, diaxife divê meriv bergeha devê xwe bizanibe, bê meriv çi dibêje û bi teyîbetî jî li kesên rewsenbîr, ronakbîr û kesên ku mesûliyet ji wan tê ye xwestin pir dikeve, ku gelek gotinên xwe biteliqînin û biwezinînin, talîyê gotina xwe bêjin. Bav û kalên me gotine, ‘ xwezîya ku qirika meriv weke ya devê dirêj bûya.’ Wexta ku meriv biaxife, gotinên xwe biteqilîne ka bê feyda wan gotinên ku meriv got, qenc xerab bas e yan jî xerab e. Lê pistî ku meriv axaftinên xwe got, êdî qenc be, yan jî xerab be, êdî derbas dibe.

Berî hertistî ez kurd im, ez bi xwe ne meriveke olperst im, hurmeta min ji hemû bawerî ol û mezheba re heye, ji bo mirovatî ez merivek mirovhez, ez merivek welatparêz, demoqrat û soresger im, ji mirovatî û mirovan hez dikim. Heqê her gelî çibe ez weke kurd dixwazim. Heqê gelê kurd jî divê li ser xaka bav û kalên xwe, xwe bi xwe îdare bikin, qedera xwe bi xwe tayîn bikin weke her gelî-miletî, îca serxwebûn be, federasyon be, otonomî be, êdî heqê gelê kurd bi xwe ye.

Di 26.11.2012 an de, li Dîyarbekrê ji bo roja û tedeya li ser jina BDPê xwepêsndanek li darxist, parlementerê Dîyarbekrê, Nûrsel Aydoxanê axaftin kir, di axaftina xwe de gelek heqaretên kirêt li civata gelê Kurd û ola Îslamê kiriye. Nûrsel xanimê marîfetên civata olî, civata gelê Kurd û bi teyîbetî jî ji ola Îslamê tu tisekî nizane. Heger zanîbûna qala kevnesopîyên pîroz yê civaka Kurd û ola Îslamê ne dikir. Xuyanî ye ku ezbere diaxife Nûrsel xanim. Wexta ku meriv li ser olên cûrbi cûr biaxife, divê ku meriv xwendina olî û civakê bas zanibe.

Ji ber Nûrsel xanim bi dengên gelê Kurd, kurdên misliman, kurdên Êzdî û kurdên wê civaka ku mixabin desthiledarîya komara kemalîst civaka me li pasxist û cahîl xwest bihêle. Ev hemû sûcê desthiledarîya tirkî bi xwe ye û bi teybetî jî îdolojîya kemalîzmê bi xwe ye. Divabûya ku Nûrsel xanimê di civîneke weha û platformeke weha de, divabûya gelê me ku weha cahîl û li pas maye komara kemalîst û îdolojîya wê nîsan bidana. Lê berovajî em hîn ji destê desthiledarîya kemalîzmê azad nebûne. Nûrsel xanim dibêje, Evdila em azad kirin, em kirin meriv û gihand vê rojê. Nûrsel xanim evdilayê we ku heta ana maye, projeyek komara kemalîzmê û komara kûr bi xwe ye, heqê we tune ku hûn gelê Kurd bi van gotinên xwe ye xapînok ji devlê berdin, rîya rast çîye wê ji gelê kurd re nîsan bidin. Lê mixabin di sîyaseta apocitîyê de, gelek destên tarî hene, heta ev destên tarî hebin wê weha ev ser û pefçûn berdewam bike.

N. Aydogan derbarê dînê Îslamê de peyvên kirêt di xwepêsendanê de got. Dikare bike Nûrsel xanimê, ji ber ku yê weke wê û gelekên din, çi jin çi zilam dibêjin yê me xuliqandîye, azad kirîye, me bi ruh kirîye Evdila ye ku ana li Îmral yê deye ne azad e. Ew ê ku di sala 1999 an de hate girtin ji Kenya yê anîn Tirkîyê, wexta ku çavê wî vekirin,’ musedê bidin min ezê di xizmeta wede bim, dîya min jî tirk e’. Yanî sofî û mirîdên kesê weha ç ibêjin li wan dixwe, meriv li benda wan û tu hêvîyên qenc wê bikin û wê gelê Kurd bi rîya wan azad bibe bawer neke û meriv ne li bendê be, sîyaseteke asteng e li pêsîya çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd.

Nûrselê, di daxuyaniya çapemeniyê de got li Tirkiye ji sê jina yek hevserê xwe an jî, ji xizmên xwe yên mêr sidetê dibîne. Ev sîyaseta kirêt ya vê sîyaseta ku wextê derkete holê û heta vê rojê, serê hemû partî û rêxistinên kurdan kir, serê hemû esîr û malbatê mezinî di dirokê de ku serê azadîya gelê xwe da ne, serê kultura kurdî, ûrf û adetên kurdî kirin, ku urf adetan rakin, serê civaka gelê kurd kirin, zmanê kurdî herdem weke zmaneke biçûk û zmaneke ana ihtiyaca me jê tune kirin. Û heta ana jî serê hemû Kurdan dikin û ev sûyaseta girêj berdewam e. Ji xwe wexta ku apocitî derket holê gotin, divê ku partîyên kurdan hemû ji holê rabin, ewçax em weke apocitîyê xurd dibin, ev sîyaseta kemalîstî û komara kûr bi xwe bû. Ji xwe evdila di Med TVê de got, sê sala maasê me, çek-sîleh û em parastin, talîyê me komara tirkî xapand, ev jî rastîyeke ku komara tirkî ev rêxistina hana ‘apocitî’ damezrand, hem li serê tirkan, bi teybetî belak mezin anîn serê me kurdan. De were xwe ji vê belê xelas bike, ji vê bela nenûka kemalîzmê ya zingargirtî û gostê hefnikî yê kurdên ku xwe saso maso kirine,we tofanek weha û bêbextîyek weha dîye ‘hûn û xwedê’, em kurd wê çawa ji vê xelas bibin xwedê alîkarîya me bike.

Aydoganê wiha gotina xwe domand: ‘di dînê me de tê gotin ku li ser mil û stûyê hêlîna seytên heye û divê her 15 rojan carek ev hêlîn were belavkirin’ yanî meneya vê ew e ku 15 roja carek divê jin lêdanê bixwe, siddetê bibîne. Yanî ev tê mana ku Nûrsel Aydoxanê dibêje, dînê îslamê, dîneke har û hove. Di dînê îslamê de tu tistek weha tune, dinê îslamê li dijî zordestîyê û hovitîyê hatîye holê, nîrê koletîya berî îsmalê ku tu heqê jinan tunebû hate. Yêdinê jî alimên îslamê yên Kurd bila gotinên Nûrsel xanimê bersîvê bidinê bas dibe, wesalam.

Aydoganê ku ji niskeva çareserkirina pirsgirêka Kurd xwest wiha axivî: ‘ji bo çareseriyê em jinên kurd dixwazin birêz Abdullah Ocalan ku me afirandiye ,me azad kir û me gihandiye van rojan, bila bê azad kirin. Em hemû dibejin ku heta birêz Ocalan azad nebe em jinê kurd jî azad nabin. Ji bervê riya çarêseriyê jî Îmralîyê dibore .’ pistî daxuyanîya Aydoganê çalakî dawîbû. Berî hertistî divê ku Nûrsel xanimê li ser navê hemû jinên gelê Kurd biaxife heqê wê tune, van gotinên ku li jinên Kurd haqeretê dike lêbuhurîna xwe bi xwaze, bê Nûrsel xanim çi dibêje?. Nûrsel xanim dibe ku Evdila yê weke wê xuliqandîye, dibe ku ne li ser hisê xwe be van gotinan dibêje Nûrselê, ez dibêjim dê û bavê herkesî heye û ew xuliqandîye. Hesa ku yekî ne bavê meriv be û ne dîya meriv be ku meriv rabe bêje filankes yan bêvankes ez xulqandime, ne li gor îslamyetê û ne jî li gor urf û adetên me kurdan e, xelet e û sas e. Nûrsel xanim dibêje, Evdila jinê Kurda azad kirîye, berovajî jinên Kurd yên di rîya evdila de saso maso bûne, ji urf û adetên bav û kalên xwe û îslamiyetê derketine. Kur û keçên kurdan dê û bavên wan û îradeya yezdanê dilovan di xulqandina beseriyetê de gelek e. Talî de, ez ê vê bêjim, ‘ ji devê re gotine, çima stuyê te xwar e, devê yê jê pirsî ma te suwalek weha ji min pirsî ku ezê çawa bersûva te bidim? Devê ji birakê xwe re got ma keko ku min rate’. Îca ku sîyaseta apocitîyê rast e ku bê cebirandin, xwedê hevza meriva bike û hûn saxbin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button