Yasar Kaya li Hewlêra paytext hat definkirin

BasNews – Siyasetmedarê Kurd Yasar Kaya îro li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê hate definkirin. Demek dirêj pistî tedaviyê siyasetmedarê Kurd Yasar Kaya di temenê xwe yê 78 salî de jiyana xwe ji dest da. Îro roja semiyê termê Yasar Kaya li goristana Sehîdên Kurdistanê hate definkirin. Di merasîma definkirinê de, rayedarên Herêma Kurdistanê, neviya Mîr Bedirxan Sînemxan, kurê Qazî Mihemed Elî Qazî, ji rêveberên PKKê yê kevin Osman Ocalan û Nîzamettîn Tas, Serokê PDK-Bakûr Sertaç Bucak û gelek sexsiyetên din besdar bun. Di merasîmê de yekeya merasîman a Pêsmerge jî besdar bu, herwaha ji weqfa Îsmaîl Besîkçî jî nûner di merasîmê de amade bun.
Di merasîma definkirinê de kurê Yasar Kaya, Dara Kaya axaftinek kir û di merasîmê de kesên ku ew tenê nehistini, hemû hemwelatî û siyasetmedaran re spasî kir û got: ”Bavê min temenê xwe jibo çarparçê Kurdistanê Muhabad, Hewlêr, Amed û Qamisloyê feda kir.” Herwaha di merasîma definkirinê de HDP, DBP û DTK yê diyar kir ku kes besdar nebuye.
Hevjîna Yasar Kaya, Yurda Alaca jî di axaftina xwe de, behsa tekosîna Yasar Kaya kir û ji ber ku ew bi mêvanperwerî pêswazî kirine ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re spasî kir. Keça Yasar Kaya, Berîvan Kaya jî got bavêmin xwest li gel dayîka xwe li Dogubeyazitê bê definkirin, lê ew herêm naha wek herêma awahî avakirinê hatiye destnîsan kirin û ji ber vê hewldanên wan hatin redkirin û diyar kir: ”Bavêmin rojên xwe yên dawî li Herêma Kurdistanê borand û pir bextewer bu. Ji ber ku ew li vêderê bextewer bu, me jî li vêderê definkirina wî rast û dicîhde dît.”
Ji bo taziyeya Yasar kaya ji roja semiyê pistî nîvro pê de, serxwesiya wî li mizgefta Celîl Xeyat ku mizgefta herî mezin a Hewlêrê ye wê bêne qebul kirin.
Dengê Kurdistan