Yasar Kaya wefatkir

Ronakbîr û sîyasetmedarê kurd Yasar Kaya îro li paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêrê çû dilovanîya xwe. Yasar Kaya di sala 1938an de hatiye dine. Pistî xwendina li lîseya Kabatas a Stenbolê dest bi Fakulteya Îktîsadê kir û hingê (sala 1959) bi 49 kesên din re hat girtin û doza wî deh salan dom kir. Di sala 1965an de xwendina zanîngehê xilaskir. Kaya bi zîrekî û çalakiya xwe ya siyasî ji gelek ciwanên kurd re bû nimûneyekî bas. Di derxistina Kovara DENG da pêsengî kir. Bi rewsenbîrekî kurd yê eyan Musa Anter re gelek xebatên siyasî û çandî kir. Kaya li dû xwe, bilî kovara ‘Deng’, gelek pirtûk û miqaleyên ser dîroka kurdan a nêzîk û yên siyasî hîstine.
Kaya yek ji damezranerê Weqfa Çanda Kurdî (Kürt-Kav) ye, ku di sala di sala 1991î de hat avakirin. Dûra bû serokê gistî yê DEPê. Pistre neçar bû derkeve dervayî welat. Pistî jiyana surgunê ya 21 salan li dervayî welêt û demekê li Herêma Kurditanê, di 2014an de vegerîya Tirkîyê.
Kaya, îro nîvro li paytextê Herêma Kurdistanê çavên xwe li jîyanê girt û çû ser dilovaniyê.
Dengê Kurdistan