Nûçe

Yasar Kemal çû ser dilovanîya xwe

Nivîskarê bi nav û deng Yasar Kemal wefat kir. Yasar Kemal yek ji nivîskarên herî mezin ê edebîyata tirkî ye. Bi eslê xwe kurd e, lê li dervayî Kurdistanê, li hêla Adenê hatiye dinê(1923) û li wir mezin bûye. Serpêhatîyên gelê kurd, hoy û sêweyê jîyana bav û kalên wî, destan û çîrokên kurdî ji roman nivîsandina wî re bûne babetên sereke. Romana wî ‘Ince Memed’ bi 40 zimanan hatîye wergerandin.

Yasar Kemal kesekî demokrat û pêsverû bû, ew ne tenê di jiyana hunerî de, di jîyana sîyasî de jî xwedî helwest bû. Di salên 60`î de di naf refên Partîya Karkerên Tirkîyê de cî girt. Belê herçend pistre rast-rast di nav tevgera kurd de cî negirt jî , lê helwesta xwe ya pistgirî û dostayetîyê, ji tevgera kurd re her tim nîsan dida. Car-cara pêrgî rexneyên ne di cî de dihat; ku çima bi tirkî dinivîsand, ne bi kurdî.. Lê ew di wan salan de mezin bû ku hingê peyva ‘Kurd’ qedexe bû. Li alîyê din di nav çanda tirkî de mezin bûbû. Loma jê gazinkirin û rexneyên ne realîst gelek caran ew diêsand û xemgîn dikir. Yasar Kemal di salên 90î de, li Ewropayê di warê dîplomasiyê de jî car-caran hin helwestên qenc nîsan dan, mîna ku xwest bala cîhanê bikisîne ser valakirina Kurdistanê û siyaseta dewleta Tirk a asîmîlasyonê.

Hin ji berhemên Yasar Kemal bi kurdî (soranî û kurmancî) jî hatine wergerandin.

Dengê Kurdistan

Back to top button