Nûçe
Yekîtîya Ciwanên Lîberal a Swêdî li ser Rojavayê Kurdistanê dazanek belav kir

Yekîtîya Ciwanên Lîberal li Swêd (LUF), di komcivîna xwe ya do de, li ser rewsa Rojavayê Kurdistanê dazanek wesand û di wê da pistgiriya xwe ji bo kurdan anî ziman. Seroka Yekitiya Ciwanan Linda Nordlund ji hukumeta Swêd daxwaz kir ku Swêd xwe amade bike ji bo tevlî alîkarî û xebata sekinandina ser û pêkanîna astî û aramîyê be, gava ku Civata Navdewletî wisa bixwaze.
Seroka Yekitiya Ciwanan Linda Nordlund herwiha gotinên xwe didomîne û dibêje: Welatên Cîhanê lazime ji opozisyona Sûrî bixwaze ku ew kurdan razî bikin ku kurd jî têkevin nav opozisyona hevgirtî, da ku pistî ketina rejîma Besar Essad li Sûrî, pevajoya stabîlezikirina Sûrîyê bi awayekî serkeftî berbi welatekî azad û aram biçe.
Sukri Demir
Dengê Kurdistan