Haber

Yekîtiya Ewropa ofîsa xwe li Hewlêrê vekir

Hewlêr (Rûdaw) ‘ Îsev di merasîmekê de Ofîsa Nûneratiya Yekîtiya Ewropa (YE) li Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî hat vekirin.

Wek dihat çaverêkirin, îsev bi awayeke fermî Ofîsa Nûneratiya YE li Basûrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê hat vekirin.

Di merasîma vekirina Ofîsa YEyê de, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê YE li Bexdayê jî Jana Hybaskova amade bûn.

Nêçîrvan Barzanî di vê merasimê de gotarek pêskês kir û tê de amaje bi giringiya biryara vekirina vê nûneratiyê da û ragihand: ‘Ew demek zêde bû ku em li benda vê pêngavê û vekirina Ofîsa Nûneratiya YE li Kurdistanê bûn.’

Barzanî ragihand, serdana Nûnera Karûbarên Derve ya YEyê bo Kurdistanê Federica Mogherini sedemek girîng bû bo vekirina vê ofîsê li Hewlêrê.

Serokwezîr Barzanî behsa pêwendiya navbera YE û Kurdistanê jî kir û got: ‘Pêwendiyên navbera Kurdistanê û YEyê dîrokek erênî û bas heye û Kurdistan dikare sûd ji ezmûna welatên Yekîtiya Ewropayê werbigre.’

Nêçîrvan Barzanî got: ‘YEyê dikare di rûbirûbûna terorê de zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike, bi taybet di warê perwerdekirina lesekerî û dabînkirina çek û teqemeniyên pêskevtî bo Hêzên Pêsmerge de dikare alîkariya me bike.’

Barzanî di axavtina xwe de behsa êrisîn çekdarên DAISê bo ser Kurdistanê û bi taybet Singalê û kurdên êzidî kir û got: ‘Pistî rizgarkirina hinek navçe û deveran heta niha 12 gorên bikom hatine dîtin, lê tê çaverêkirin pistî rizgarkirina Singalê hejmara gorên wisa zêdetir bin.’

Serokwezîr Barzanî herwiha daxwaz ji rayedarên YEyê kir, ku alîkariya Basûrê Kurdistanê bin da ku dosyaya tawanên DAISê li dijî kurdan û bi taybet kurdên êzidî bo dadgeha navdewletî ya Lahey were sandin.

Barzanî behsa zêdebûna hejmara nûneratiyên welatên biyanî li Basûrê Kurdistanê jî kir û ragihand, heta niha 33 ofîsên nûneratiyên biyanî li Basûrê Kurdistanê hatine vekirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button