Nivîsar

Zaravayên Zimanê Kurdî

Zimanê dayikê di pêkbûhîna saxsiyeta mirovan de rolekî mezin dilîze û bingehî ye. Mirov hemû daxwazîyên xwe bi zimanekî dibêje û bi diltêr dibe. Jiyan bi zimîn û bi xwe bawerîyê bas e. Car caran jî zimanê mirov dibe asîwê (beleyê) serê mirov. Ji ber ku mirov nikare ku hemû cîhan mafên xwe yên neteweyî bîne ziman. Wakû tê zanîn Miletê Kurd li ser axa Kurdistanê,ji Kurdistana Basûr bêtir mafên xwe yên neteweyî nikari bixwazî.

Li Kurdistana Bakur, kurdî di demekê dirêj de zimanekî qedexe bû. Niha jî di dibîstanan de qedexe ye û kurdan ji ber wê qedexeya dijwar gelek ês kisandine. Li Sûriyeyê,nivîsîn û perwerdeya bi zimanê kurdî qedexeye. Li Iranê ,wesana bi zimanê kurdî ne qedexeye. Lê belê rê nade ku zarokên Kurd li dibistanan bi zimanê dayika xwe bixwînin.

Gor dîtina min,pêsî li vî mafê girtin qetlîyama zimanê kurdî ye. Mirov hemû tistan bi zimanekî dikare hînî zimanên bîyanî bibe.Bi teybetî zimanên bîyanî jî tucar nikarin sûna zimanê dayikê bigirin. Bo vê yekê perwerde bûna zimanê dayikê zehf girînge.

21 ê sibatê roja zimanê dayikê bû. UNESCO yê di sala 1999 an de 21 ê sibatê bi ‘Roja Zimanê dayikê ya Nevneteweyî’qebul kirî bû. Armanca vê roja ewe ku bala dêûbav, perwerdekaran û lêkolîndaran biksînen ser giringîya zimanê dayikê.

Gelo em Kurd çiqas bi vî xebata ra mijûlin?Ango piranîya kurdan jî li pas doza xwe nasekinin. Tu kes nikane ku malan de zimanekî qedexe bike. Dema ku zimanek navbera zarokan de neyê axavitin;ew zimana hewcatîya xwe wenda dike. ‘Hewcatîya ziman’ bi zimanekî daxwazîyên xwe gotine,bi ziman xebitandin û pere girtine. Kurdin Bakur,piranîya wan bi zimanê tirkî dixebitin;peren disitînin û daxwazin xwe jî bi zimanê tirkî tînin ziman. Bo vê yekê zimanê kurdî sûnde diminî. Sazûmana tirk jî dixwaze ku zimanê kurdî ji hewcatîyê derxinî.

Gor aghadariyên UNESCO yê li dinyayê 2500 ziman li ber wendabûnê ne .Ji ber ku di dibistanan de wek zimanê fermî cîhên xwe nagirin. Lê mixabin ji wan yek jî zaravayê zazakî ye.

Weha xuya dike ku berpirsîyarên Sazûmana tirk naxwezin dest ji siyaseta nijadperistiyê berdin. Rejîma Iranê bo Sazûmana tirk wakû nimûne ye û rêya rejîma Iranê de dimesin.Cêgirê serokwezîrê Sazûmana tirk Bulent Arinç mentalîteya xwe ya kolonyalîst nîsan da û wiha got:’Zimanê kurdî nikare bibe zimanê perwerdeyê. Ji ber ku ew ne zimanê medeniyetê ye.’Va gotina Bulent Arinç bêbextî û rûresîye.

Parastina zimanê kurdî bi dêûbav,siyasetvan û rewsenbîrên Kurd ra dibe. Ji zaravayê soranî bêtir (zazakî,kurmancî û goranî) rewsa zaravayên zimanê kudî ji hevdû ne zêde cudane. Ji wan ya feqîrê feqîran jî zazakî ye. Bi teybetî zaravayê soranî ji zazakî,kurmancî û goranî kirtikkekî pêsda ye. Ez dixwazim bizanin ku ji zaravayê zimanê kurdî ya helê kevneyî kîjane. Daxwaza min ewe ku zimannasên Kurd û lêkolîndarên Kurd li ser vê babeta bisekinin. Gelo ji zaravayên zimanê kurdî ya helê kevneyî kîjane?

Ez bawar dikim ku Kurdistan azad be jî ‘hevdû famkirin’ navbera zaravayên zimanê kurdî, demak dirêj de safî dibe û va jî ne karê yek û du generasîonane. Gerê yekem hemû zaravayên zimanê kurdî,demek dirêj de bên perwerde kirin. Va barê giran jî li ser milê siyasetvanên û rewsenbîrên kurdenin. Bila va generasîona me xebata xwe bike û nevîyên me kurdan jî çi dikin bila bikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button