Nûçe

Zarokan di sahiya Newrozê de helbest xwendin

Memo Dîcle

STOKHOLM-Îro zarokan li Kitêbxana Kurdî ya Stokholmê NEWROZ bi xwendina helbestan û bi govendan pîroz kirin. Hunermendê Kurd-Swêdî ê film û sanoyê ê naskirî Özz Nujen besdarî sahiya Newrozê bû û rengekî xwes da sahiya zarokan.

Mamosteyê zimanê kurdî Haluk Agrîn dibêje ”Me du mamosteyan bi hevkariya Kitêbxana Kurdî ya li Stokholmê, îsal ji bo pîrozkirina Newrozê sahiyek bi xwendina helbestan amadekir. Ev çalakiyeke cuda û xwes bû. Dê û bav, û zarok jî bi vê çalakiyê gelek kêfxwes bûn.

Di rojên pêsda em ê vîdeoya xwendina helbestan li ser Youtubê biwesînin. Ez hêvîdar im ev cure pîrozkirin hersal bê kirin û bibe kevnesopî. Û bibe nimûne ji bo hemû kurdên Dîasporayê, ji ber ku zimanê me, hunera me jî wek Newrozê besên girîng ên çanda me ne. Ew hevdu rind temam dikin”

Çend helbest ji nav helbestên ku zarokan îro di Newrozê de xwendin:

KURDISTAN

Hezar, hezar sal û zeman
Hat dabirîn, çîyayên me man
Hezar, hezar av û tofan
Kisyan û çûn, kanîyên me man.

Hezar, hezar qebîl û ber
Ser axa me saz kirin ser
Weke berfa sîngê Sîpan
Helyan, dîsa çîyayên me man.

Hezar, hezar car par kirin,
Hezar, hezar nav lêkirin,
Tofanê sûst dîsa birin,
Dîsa navên qedîm ser man.

Hezar, hezar sedsal herin,
Merd û nemerd ser bigerin,
Te bernadin em ji destan,
Welatê me xwes Kurdistan

(Rizalîyê Resîd)

***

ROJBAS

Rojbas dinya!
Rojbas ewrên res û sipî
Dar û ber, gîya, mês û mûrî
Rojbas roja zer û sîs
Gulên rengîn
Çûkên dengîn
Rojbas zinarê mezin
Toza ber lingê min
Gelîyê kûr
Çîyayê dûr
Ava çirik
Gula dirik
Ba û baran
Rojbas jîyan!

(Kemal Burkay)

***

DAYIKA MIN

Dayika min gelek sêrîn e,
Sêrîn e, sêrîn e, weke sekir,
Wek ezmanê sîn e, xwesik e
Kengê ez xemgîn dibim, hembêza xwe vedike
Ooo! çi nerm e, çi germ e hembêza dayika min!
Ez zanim ew ji min pir hez dike
Serê min diso, porê min se dike
Her car dibêje min: rinda min, delala min!
Hingê ez jî dibêjim, yadê tu rind î, tu delal î,
Tu sêrîn î, tu heval î,
Tu zelal î, tu helal î!
Ez ji te pir hez dikim yadê!

RENGÊN PAYÎZÊ

Dilopên baranê ketin xwarê
gul çilmisîn, reng li wan nema
vêsîn yek bi yek, roj bi roje
lê tu hîç xeman neke
û dil nesoje!
Binêre!
gulan rengên xwe dane pelên darê
pel zer bûne
û hin ji wan sor û mor
dikevin ber bayê payîzê
dibezin, direqisin li hawirdor
Dilxwes be, bi kakilê gûzê
bi rengê gizêrê, fêkîyên payîzê
Rûges be bi krîstalên sor, libên hinarê
û bi bîhna hemî zadên kevarê
Sirustê rengê xwe nû kir
Dem hat demsalê xwe gêr kir
Roja germ xwe ji me dûr kir
Cotkaro zû cot bike
Sivorîk tu amade yî?
zadê xwe kom bike!
Çûkên koçer firîn û çûn germistanê
Qijika belek hêlîna xwe rind çêbike
bisekine li benda zivistanê!

BARAN

Baran barî, baran barî,
Ji ezmanan baran barî
Ew hatiye ji ewrên rese
Baran dike xuse-xuse

Li ber malan av dikise
Vê baranê em sil kirin
Hemû çûkên li ser daran
Erdê hisk û misk û maran
Bêhna erdê gelek xwes kir
Vê baranê ges kir jîyan
Ew pîroz be li gul û gîyan

(Haluk Agrîn)

***

ALA MIN

Ala min sore
Wek xwîna dilê mine.

Ala min sipîye,
Ew kevoka astî ye.

Ala min zere,
Ew roja Kurdistane.

Ala min keske,
Wek mêrg û çîmene.

Ala min tim bilinde,
Wek Çiya yê Ararate.

Ala min pir kevne,
Ew bersinga Kawa ye.

Halit Balîn (Dilo)

Dengê Kurdistan

Back to top button