Nûçe

Zêde Kirina Tund û Tîjî Ne Çareserî Ye

Di heyemek da, ku li Meclîsa Tirkiyê, kar ji bona amede kirina destureka nu bi fermî destpêkirî bû û ertasa Tirk ji bona êrîs kirin li ser Herêma Kurdistanê xwe amade dikir, PKK li herêma Colemergê êris kire ser bingehên leskerî.

Bê guman êrîsa hanê ya PKK ne tenê xizmeta proseya bi hêztir kirina demokrasî û amade kirina destureka nu û hevdem nake, her usa li ber hewla çareser kirina asitixwazî û diyolagê dibine asteng û dibine bahane ji bona dewleta dagirker, daku êrîs bikine ser Kurdistana Basur.

Bi gor bîr û baweriya me êdî tu deskevt nemaye, ku bibe berhema xebata çekdarî, beravejiya vê, xebata çekdarî dibite astengek ji astengên, ku li pêsiya asitî û danûstandinê hene. Ji bona vê yêkê em carekî dinê banga PKK dikin û jê dixwazin, ku guhê xwe bide daxwaza asitixwaz û demokrat û pêsverû û atesbes rabigîhine.

Ketina axa Kurdistana Basurê, bi bahaneya ‘bi du ketina terorîst’ binpê kirina serweriya Herêma Kurdistan e. Sedemên kêseyê Kurd û çareseriya wê jî li Tirkiyê ye. Êrîs kirin û operasyonên leskerî li Kurdistana Basurê, ku heya niha hatine encam danê, ne tenê kêseyê Kurd çareser ne kiriye, her usa bûyê sedema aloztir bûna wê.

Em banga hikumeta AK Partiyê dikin, ku vê rastiyê bibîne, dawî li operasyonên nizamî li Kurdistana Bakur û Basurê û amade kariyê êrîsa mezin û berfireh bîne.

Siyaseta dewleta Tirk ya 85 saliyê nîsan da, ku kêseyê Kurd bi rêka ser û tund û tujî nayê çareser kirinê. her usa banga tolvekirinê jî dibite sedema pirtir bûna tund û tîjiyê. Rêka çareseriyê asîtî û diyalog e, ku heya niha nehatiye ceribandinê.

Partiya ma banga hikumeta AK Partî dike, ku ji bona aram kirina rewsê û rêxwes kirina diyalog û careseriya asitîxwaziyê gavan bavêje, ji bona bi dawî anina operasyonên KCK Qanuna Dij Terorê bigore.

Em banga asitîxwaz, hêzên demokrat, welatparêz û pêsverû dikin, ku li ser xwesteka asitî û diyalogê pêgir bin û ji bona vê armancê zext li ser dewleta Tirk û PKK bikin.

Partiya me her usa banga PKK dike û jê dixwaze, ku bi kar û çalakî û gotinên xwe ve bahane nede destê dewletên dagirker, ku pê wan bahane êrîs bikine ser Kurdistana Basurê.

Divê ji bîr nekin, zêdetir kirina tund û tîjî kêseyê Kurd çareser nake, beravêjîya vê bi dawî anina tund û tîjî rê li ber asîtî û diyalogê vedike.

19 Cotmeh 2011

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Dengê Kurdistan

Back to top button