Zilam û Mar
Dibê zilamek di ber çemeki re derbas bû, meha zivistanê ye. Zilam nêrî ku marrek di ser avê re tê û ew mar hisk bûye.
Dibê zilam destê xwe avêd mar girt, lê nerî ku mar hisk bûye, lê çavê wî vekirîye.
Dibê zilam rabû mar xist paxla-pasla xwe. Mar germ bû di pasla zilam de.
Dibê mar bi serxweve hat, mar serê xwe di ber stuyê wîre derxist û ji zilam re got ezê bi te vedim. Dibê zilam ji mare got; birakê mar lawo min te ji mirinê xelas kir tuyê bi qefilya û min te xelas kir ma wiloye bext.
Mar rabû xwe li stuyê zilam gerand û ji zilam re got; bext mext nizan im, ezê bi te vedim.
Dibê, weha dinere ku kerekî pîr li wîyalî sekinîye, û zilam ji mare got, ka em herin cem wî kerî serîeta xwe dey nin.
-Dibên çûn ba kerê, ker ji wan re got; we xêre çi dew û doza weye.
Zilam got; ya birakê ker, ev mar qefilî bû, li ber avê dihat, û min wî xist paslaxwe û ew germ bû, bi ser xweve hat û tali got, ezê bi te vedim.
Ka em hatine cem te û tu jî sulha-serîeata me deyîn, ka tu çi dibêjî; kerê got lawo ez dizan im ku bext bi we insane re tune.
Zilam got, kerê kal pîr ka me insane çi bêbextî li we kirîye?.
Kerê got; ez dehsik bûm, çûn kurtanek ji minre çêkirin, karê xwe hemû bi min dikirin, kerê got, ez kalbûm, pista min kulbû gotin êdî ew kalbûye wî berdinçolê êdî bi kêrî tu tistekî nayê wî berdin ha bextê we insane ev e.
Ker ji mare got, bî wî vede, texsîr neke pêvede. Dibê wî zilamî got ez vê serîeata kerê qebûl nakim. Em herin cîhikî dinê, serîeata xwe dey nin.
Dibê nerîn wa li wîyalî ga kalek yixtîyar berdayî li wire. Dibên çûne ba ga, zilam û mar ga ji wan re got; xêre hûn hatine çi cem min çi?. Wan mesela xwe kerê re çi gotibûn ji gare jî gotin.
Ga got tistê ku kerê gotîye raste, hûn insan-beser li ber a xwe nin. Zilam go; ya birakê ga, çima tu weha dibêjî çima?. Derdê min wexta ku ez ji dîya xwe çêbûm, bûm golik bûm.
Gotin çar çiçikê dîya wî nin du heba bidinê, du heba jî ber bidosin ew heywa nin nizan in û ew sîr min nîv kustî kirin û ez mezin bûm, ez bû ciwange, û ez bir im çolê nîrik danînstuyê min û werîs xistin stuyê min û ez birim çolê, min elimadin cot. Cot xwe û gêra xwe hemû bi min kirin. Û ez yixtîyar bûm gostê min qert bû nehat xwar in, pistre xwedîyê min gotin herin wî bibin çolê wî berdin.
Ga got, bextê we insane ev e. Ga ji mar re got, bi wî ved. Mar ji zilam re got, tistê ku tu bêjî heye. Zilam got, ez vê serîatê qebûl nakim, ‘qala nebî sê care’.
-Dibên mesîyan, dibînin wa ji wirve rovîk tê, zilam got; va sofîk ji wirede tê bila serîata me deyîn e. Dibê weke ku ji kerê û ga re gotibûn ji rovî ra jî gotin.
Rovî got; base ezê serîata we deyîn im.
Rovî got, lawo weha serîat nabe ku yek li yekî siwarbe serîat nayê birîn.
Zilam û mar gotin ka em çawa bikin?. Rovî ji mare got, dakeve erdê û xwe rast bike. Dibê mar daket erdê xwe rast kir.
Dibê rovî bangî zilam kir ya zilam ewê erdê çîye? Zilam got, ya rovî ewê erdê mare. Rovî got, ê di deste çîye? Zilam got dare, rovî got lêxe û bikuje dijmineke xedare. Dibê zilam mar kust.
Zilam got; ya birakê rovî ezê qencîyê bi te bikim. Rovî got, tê çi qencîyê bi min bikî. Zilam ji rovî re dibêje, li vir bisekine, ezê herim mal çend mirîskê me hene ji tere bînim. Dibê rovî li wir ma û zilam çû gund.
Dibê rovî fikirî ji xwere got, bext bi insana re tune, rovî go, bi xwedê weke ew here te tejîya bine min. Rovî rabû ji wir berê xwe da nav xiramekî nav tehta xwe vesart.
Dibê zilam çû gund du tejî anî ji hevalên xwere got; wa li wê newalê rovîk min dîye, em herin wî bikujin (nego wî rovî em qewilî bi minkirîye).
Dibên hatin, hatin sûna wî nerîn ku rovî ne li cîhê xweye ne li wire. Dibê rovî weha dinere ku zilamê wî û du kesên dinê û du tejî bi wanre û ji wirdê tên.
Dibê zilam bang rovî kir ya birakêrovî ka tu li kuye?. Were min ji tere mirîskê te anîne.
Rovî bangî zilam kir ya insane, min ew qencî bi te kir, tu radibî vê xiyanetê bi min dikî.