Zirzir Qerase
Dibê hebû tune bû rehme li dê û bavê haziran, ji xeynî tehsîldarê ku li qaçorê digerîyan û jendirmê tirkan. Ji ber tehsîldaran zemanê berê ji hêla serokê bajarvanîyê wesîfe distend û salê derbikê li hemû gunda digerîyan qaçora heywana didan hevdû, gundîya derbna pez û dewarên ‘sewalên’ xwe wêrojê ji çolê netanîn, ji bo ku qaçora heywanên xwe nedin. Jendirmê tirkan jî wexta ku dihatin gunda gelek teadeyî li gundîyan dikirin, wexta ku pîrekan zarokên xwe dixistin dergûsê de dihejandin,yan jî dixistin xewê digotin, wa jendirme hatin razê razên.
Em bêne ser çîroka xwe ku navê çîroka me zirzir qeraseye;
Dibê di wê demê de, qaçora pez û dewara ‘sewala’ an de, ku li malê hebûn qaçora wan didan hev. Dibê yekî gundî kerik wî heye, kerê wî gelek bê edebe û mekrohbûye, çav li çi diket heywan û heta li mirova diket êrîsî wan dikir. Dibê xwedîyê kerê fikirî, fikirî ezê çibikim ji serê vî kerî. Rabû guh, lêv, pozê û terîya wî jêkir ji siklê kera derket, kete sikileke dinê, talî jî wî xist axo û ew girêda gote wê rojikê pêwîst bibe ev kerê hana.
Dibêje çend mehan teqrîben nêzî salikê di axo de ma, kayê û cehê wî didê, ma kerê ku meriv bêje ji sikilê keran derketîye, hîngî qelew bûye û giroverbûye meriv bêje inse cinse, yan jî ev çi tebaye meriv nikare tu navî lêbike hîngî halê keritîyê derketîye weha mekroh bûye neûzûbileh.
Xwedîyê kerê navê kerê xwe dike Zirzir Qerase, wey zirzir qerase tukes wî nebîne û te ew dît jî belawî bi ser tukesîve neyê, ewqas mekroh û ji siklê xweye berê derketîye, meriv dibêje hema min ew nedîtina bastir dibû. Dema qaçorê hatîye ku li gunda bigerin, qaçora hemû heywanên ‘sewala’ an bidin hev.
Navê xwedîyê zirzir qerase xalê terko ye. Terko dibêje ku vê derbê tehsîldar bê emê qaçora gund nedinê, ez ê zirzir qerase berdim wan. Tehsîldar bi Keyê gund re raste rast tê mala xalê Terko, em hatine qaçorê didin hev, divê ku tu qaçora sewalên xwe bidî. Xalê Terko dibêje ez qaçorê nadim û tu nikarî ji hemû gundîyan jî bistînî, yek ji teksîldar û yek ji xalê Terko li berhevdû didin, Keyê gund jî deyînake, xwesîya wî jî diçe wexta ku xalê Terko dibêje emê qasora sewalên xwe nedin.
Xalê Terko ji tehsîldare dibêje heger tu weha dibêjî hûnê qaçora xwe bidin, ew dibêje em nadin. Xalê Terko ji tehsîldare dibêje ezê qasora xwe nedim û ezê nehêlim hemû gundî jî qasora xwe bidin, Xalê Terko ji tesîldare dibêje, weleh te ez gelek aciz kirim, ezê zirzir qerase berdim te.
Tehsîldar li ser hespêk mihênîye siware, xalê Terko dire axoyê ku zirzir qerase ji axo derdixîne, zirzir qerase nêzî salikêye ku derve û tu kes û heywan nedîye, wexta ku zirzir qerase ji axo derket û derve dibîne ku rohnîye û zilamek li ser hespikêye, xalê Terko hefsalê zirzir qerase ji stûyî wî derdixt û wî berdida. Zirzir qerase hicûmê tehsîldar û hespa wî dike. Hespa qaçorçî jî li çav zirzir qerase ket ku ev çi heywane çi tebaye û hespê bazda.
Tehsîldar çav li zirzir qerase dikeve ev çîye? ev inse ev cinse tebayeke xwedêye, hespa tehsîldar çav li zirzir qerase li xwe dizîvire û bazdida û zirzir qerase jî bera hespê da, hesp dikeve nav dar û bera, tehsildar ji ser hespê xwe avêt darekê pêve hilkisîya û li ser gulîyê darê ma.
Zirzir qerase li bindarê sekinî û serê xwe bilind kir û tehsîldar nerî, zirzir qerase ji tehsîldare got, bi vî erdî û bi vî ezmanî heger tu derbik dinê bê vî gundî qaçorê bidî hev ezê te ana daxînim jêr û têkevim ser dilê te, ezê te ji wî halî têxim halik dinê.
Zirzir qerase ji tehsîlare dibêje, de were sûnd bixwe ku derbik dinê tê neyê vî gundî û qaçorê nedî hev. Tahsîldar soz û peyman ez didim te ji ana û pêve ezê neyêm vî gundî û qaçorê nedim hev, ji xwedîyê xwere xalê Terko, bêje ez derbik dinê nayêm vî gundî û qaçorê nadim hev. Zirzir qerase ji dev tehsîldar diqere û tê cem xwedîyê xwe. Xwedîyê Zirzir qerase xalê Terko wî dîsa dixe ax oka û cehê û ava wî didê, ji bo gelek derbên dinê zirzir qerase lazime.
***
Îca xwendevanên hêja, ev çîroka me li vir bi dawî hat. Derbna zirzir qerase di nav merivan de hebin û xwedîyê wan jî weke xalê terko zana û bi tecrûbebin, di plan û projeyên pêserojên bê de û zirzir qerase jî hebin, wê tucarî xalê terko ji mêzêna xwe nekevin, wê herdem di herêmên welatê me de mezinaya xwe berdewam bikin. Hûn hemû di sax û silametê de bin.