Nûçe

Zordestîya Dagirkerîyê Berdewam e!

Êris kiryarên dagirkeran bi dest çeteyên Hestê Sabî û hinek xêrnexwazên Tirkmen berdewam e. Em wek Partî ya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), wan êrîsan bi tûndî sermezar dikin. Dive zûtirîn wext hezên nav devletî, rexistinên dimokratiq û mirovhezên dinyayê çave xwe, gohê xwe ji ve hovîtîya re negrin.

Zûtirîn wext pewiste hezên Kurd bertekekê yek rez û wekhevî bên ser xet.

Helbet dagirkerên hov bidestên hezên paramîlîter, Kurden Kerkûk û hemû Kurdistanîyan wek dijmin qebûl dikin. Ev terorîstên hov bi çek û silah êrîse xwepêsandanên dikin. Ev bertek û kiryarên ku li hember xwepesandanan hatîyê kirin, ev li gor hemû hez û peymanên nav netewî sucêkî mezin e. Terorîstên Hestî Sabî, erisen xweyen yasa e nenas didomînin. Divê hezên parastina mafê mirovan, rexistina millete yekgurtû û her wiha civata nav netewî. Li hember van erîsên dirinde bedeng nemin e. Em wekî PArtîya MAf û Azadîyan (HAK-PAR), van kiryarên hovane ku erîsên Kurd û Kurdistanîyan kirîye, bitûndî sermazer dikin. Em dibejin deste xweyên qirej, Kurdistan û taybêt ji Kerkûk biksînin.

Em wek Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) bihêsten nistiman perwer, pistêwanê Gelê Kerkûk û hemû Kurdistanîyane.

Dûne çi qewmî bû

Parazgeha Kerkûkê ya Basûrê Kurdistanê pistî ku aligerin Hestî Sabî, li dijî vegera PDKê ye ya Kerkûkê reya Kerkûkê Hewlerê girtin. Kurdên nistiman perwer le dijî girtinên reya bajer xwepêsandanêk lêdar xistin. Em wek Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) e, bi nigeranîyekî gelek mezin çavderîya rewsa parezgeha Kerkûk û Basûrê Kurdistan dikin.

Li parezgeha Kerkûkê ya Basûrê Kurdistanê alozi di navbera xwepêsandarên Kurd, Ereb û Tirkmenan da derket. Divê alozîya da terorîstên Hestî Sabî bi kanas û cu re silehan erîsên xwepesandanan kir, di van erîsên da 5 Kurd canê xwe dest da, 17 jî birîndar bû.

Her wiha em bang li hemûyan aliyên Kurd dikin. Ku berjewendîye Gel û aramîya Welat di ser hemî berjewendiya daynin.

Rê nedin û vêneyê Kurdistanê be xirabkirin.

Em wek Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) bangî hikûmeta federal û hêzên ewlehiyê dikin Ji bo kontrolkirina rewsa bajêr, parastina ewlehî û serweriya qanûnê ya ji bo bidestxistina astiyeke adil cidî bixebitin.’

Ji bo aramîyekî rastekîn zûtirîn wext pewiste pesmerge vegere Kerkûkê.

Ev hefteyek e rêya Kerkûk-Hewlêrê ji aliyê hinek Ereb û Tirkmenan ve li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên Kerkûkê hatiye girtin.

Pistî ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Hesdî Seibî di Cotmeha 2017an de Kerkûk kontrol kirin, PDKyê baregehên xwe yên li bajêr girt.

Sê baregehên PDKyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatine kontrolkirin ku di nav de baregeha Encûmena Serkirdayetiyê jî heye û li ser rêya Hewlêr-Kerkûkê ye.

Herî dawî gotegotek belav bûye ku Serokwezîrê Iraqê ferman daye hêzên ewlehiyê ku baregehên PDKyê vala bikin û radest bikin daku PDK careke din dest bi xebatên xwe yên siyasî bike.

KERKÛK DILÊ KURDISTAN Ê!

BE KERKÛK KURDISTAN KURDISTAN NINE

BIJÎ KURD Û KURDISTAN

Bûroya Çepemenî HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button