Daxuyanî
Kongra PSK ya 7. çêbû
Partîya Sosyalîst a Kurdistan, Kongra xwe ya 7. çend roj
berê, di destpêka Çileyê Pêşîn-2003 da çêkir. Nûnerên
rêxistinên partîyê yên li der û hundur welat bi hejmareke
fireh di kongrê da beşdar bûn. Di civînê da li ser
kar û xebata partîyê yê sê salên dawî (ji Kongra 6.an vir
da), li ser bûyerên mihîm di warê netewî û navnetewî da
û li ser xalên dinê ku di rojeva kongrê da bûn, hat sekinîn,
biryar hatin girtin ji bo kar û barê dahatû, Komîta Navendî
ya teze hat hilbijartin û beyaneke dawî hat derxistin.
Sekriterê Giştî Kemal Burkay, ku ji avabûna Partîyê
virda ew kar bi rêva dibir, di axaftina xwe ya ji bo vekirina
Kongrê da got ku êdî naxwaze karê sekreterîyê bike û di
komîta navendî da cî bigre, lê wekî din çi karê partîyê
ku bikeve ser milê wî, dîsa wê bike. Kongrê jî, bona kar
û xebata wî ya dirêj wek Sekreterê Giştî, jê ra sipas
kir.
Piştî Kongrê Komîta Navendî civîya û di nav xwe da
kar dabeş kir, heval Mesût Tek wek Sekriterê Giştî
yê teze hat hilbijartin.
Beyana Dawî û hin biryarên Kongra 7. her usa jî axaftina
Kemal Burkay ji bo raya giştî hatine eşkerekirin.
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
Buroya Çapemenîyê
8 Çileyê Pêşîn, 2003
---------------------
Axaftina
Heval Burkay di Kongra 7. da