Qanuna Esasîya Muweqatî
a Iraqê Hate Îmzekirin
Di 8’ê Adarê sala 2004’an da, li Baxdayê, di merasîmeka resmî
da, Qanuna Esasîya Muwegatî a Iraqê ji alîyên endamên Komîteya
Bi Rêvabirina Muweqatî (KBM) ve hate îmze kirin. Di Merasîmê
de endamên KBM wekî Ayetullah Behr ul Ulm, Dr. Alawî, Adnan
Paçacî û Mesud Barzanî jî axaft. Barzanî piştî axaftina
xwe ya Erebî, bi Kurdî jî axaft û got, ku beşek daxwaza
gelê Kurd, di vê Qanuna Esasîyê da cî girtîye û têne desteber
kirin.
Sekretê Giştî a PSK Mesud Tek peyameka pîrozbayîyê şande
bo Mesud Barzanî û Mam Celal Telabanî. Mesud Tek di peyamê
xwe da pîrozbayîya xwe peşkeşê herdu serokên Kurd
kir û careke din da xuya kirin, ku PSK berdewam pîştgîr
û alîkarê gelê kurd li Kurdistana Başur be.
Peyama Mesud Tek ji
Mesud Barzanî û Celal Talabanî ra
|