|
BI YADA ŞÊX EVDİLSELAM BERZANÎYÊ QEDİRBİLİND
|
2019-12-15 11:47
|
Latif Epözdemir
|
|
Şêx Evdilselam Berzanî di dîroka Kurd û Kurdistanê de xwedîyê roleke pir mezin e. Li gor rageyandinên rayedar û lêkolînerên Ewrupî, Şêx, xwedîyê yekem daxwaznameya ( manifesto) netew’i a Kurd û Kurdistanê ye.
Nemir Şêx Evdilselam Berzanî , di sala 1868’an de, li başûrê Kurdistanê , gundê Barzan hatîye dinê. Wî , di salên 1907 ‘an de, ji Dewleta Osmanîyan daxwaza maf û berjewendîyên netewî yên miletê Kurd kirîye. Xwezyara wî a sereke; resen kirina zimanê Kurdi wek zimanek fermîyê duyemin li welatê Osmanî û bi taybet bi fermî perwerde û di dem û dezgeyên dewletî de, bikaranîna zimanê Kurdi li seranserê Kurdistanê buye.
Ji serketina doza Kurd û Kurdistanê, Şêxê hêja, ewil ji yekgirtina Milet dest bi kar û barê sîyasî kirîye.
Berzani, ji êl û eşîretên herêmê a bi navên “Şervani, Dolemeri, Mizuri, Beroji, Nizari, Gerdi, Herki û Bineci” federasyona mezin a binemala Berzaniyan ava kirîye. Lewra eşîret û binemala Berzanîyan ji wê rojê ve wek ku Şêx evdilselam rêz kirîye, ji wan eşîretan berîte ye.
Serokê federasyona Berzanîyan hê di wan rojan de, gelek reform û gorankarîyên gelek binirx pêk anîbu.
Wekî:
1- Rakirina milkîyeta şexsî
2- Dabeş kirina ax û zevîyan dinav cotyaran de.
3-Qedexe kirina qalanê û qedexekirina zewacên bêdi, yanî zewacên bi zorî.
4- Di sererastkirina pêwendîyên jîyanê yên civakî û komelî de, esasên dadwerî û wekhevî.
5- Damezrandina sazgehên olî û civakî li gundên Kurdistanê. Azad kirina ibadetên olî. Çareser kirina pirsgirekên di nav gel de, bi rêya licneyên bijarte.
6- Sazkirina licneyên bilind( konsey) li gund û cîwarên Kurdistanê. .
7- Çêkirina hêzên çekdar ji bo hemu eşîretek Berzanîyan.
Şêx Evdilselam giringîyek mezin didra pêwendîyên di nav hêz û eşîretên Kurda de. Yekîtîya hêz û eşîretên Kurdî serdestê hemu tiştek digirt. Xebatên wî ne tenê herêmî bun, ango ne tenê li Kurdistanê dewam dikirin. Şêx pêwendîyên xurt bi rewşenbîrên Kurd ên derveyê welat re jî danî bu.
Şêx Evdilselam Berzanî di bihara sala 1907’an de, li gundê Berifkanli mala serokê tarîqata Qadirî Şêx Nur Muhammed Berifkani de, bi bi hêz û eşîretên Kurd re hevdîtinek pêk anî. Di wê hevdîtînê de biryar hate dayîn kul i ser navê Kurdan çend xalên giring ji bo raçevkirinê were peşnîyar kirin ji dewleta mezin a Osmanî re. Ev pêşnîyar wiha bun:
1-Divê li herêmên Kurdan zimanê tedrîsatê bi Kurdî be. Zimanê Kurdî li gel zimanên Osmanî bibe zimanê fermi, esasî.
2-Divê qeymeqam, midir û karmendên din yên ku tayînê Kurdistanê dibin, bi Kurdî baş bizanibin.
3-Divê qazî û muftiyên li Kurdistanê bêne tayînkirin, ji mezheba şafiî bin. Biryarên dadigehan li gor esasên İslamî bin.
4-Lazime qîz û keçên Kurda bey dilê xwe neyên zewicandin, zewaca wan bidil be.
5-Lazime dar û daristanên Kurdistanê neyên birîn, Kurdistan nebe çol û beyar.
Pêş ku van pêşnîyaran bişeyne ji dewleta Osmanî re Şêx ewil ji bo erênîyê bi rêya têlgirafê, ji Şêx Evdilqadir re, Şêx Evdilayê Nehrî re, Ji Emin Eli Bedirxan û ji General Şerif Paşa re ji dişeyîne. Piştî pejirandina wan ev pêşnîyar li dewleta Osmanî têne kirin.
Dema ku pêşnîyarên Şêx Evdilselam Berzanî digêje destê Siltanê Osmanî;gelek hêrs û çehvsor dibe û wek bersîv leşkereke mezin dajo ser navçeyê Berzan ku Şêx Evdilselam radest bikin, bigrin, tewkif bikin.
Şêx Evdilselam Berzanî , li himberê hêzên leşkerîyên Osmanî karî du mehan li ber xwe bidePaşî neçar derbasî rojhilatê Kurdistanê bu. Lê piştî demek careke din vegerîya Herêma Berzan bu. Bi hêrişek gernas leşkerê Osmanî ji navçe derxist. Osmanî mecbur man bi Şêx Evdilselam Berzanî re li hev hatin, xesar3e Şêx danê û ji navşe rakişîyan çune der.
Lê vê carê ji Walîyê Musilêsala 1913 yan, êrîş anî ser Şêx Evdilselam Berzanî ku wî radest bike. Şêx careke din xwe avête Rojhilatê Kurdistanê. Dewleta Osmanî xelateke mezin danî ser girtin û derdestkirina Şêx Evdilselam Berzanî .
Dema ku Şêx vegerîya Berzanê, li Rojhılat, li gundê Gıngeçin bu mêvanê mirîdê xwe bi navê Sofi Evdillah. Mixabin k udi wê malê de bi Şêx re xîyanetek hate kirin. Sofi Evdillahê xwefiroş, di demek de ku Şêx di xew de bu, gilîya wî kir û bu sebeb ku Şêx were girtin.
Bi vî aweyî Şêx Evdilselam Berzanî hate girtin û li Musilê wî xistin zîndanê. Walîyê Musilê wê demê Silêman Nazîf bu. Bi eslê xwe ji Amedê bu, Kurd bu. Bi dadigehkirinek bêdadî Şêx hate dadige kirin û bi idam kirinê hat seza kirin. Silêman Nazif nema li benda biryara licneya bilind a Osmanîyan û bi zuyî Şêx Evdilselam Berzanî li ber çehvê birayê wî Mela Mistefa Berzanî roja 14. 12. 1914’yan hate darve kirin û geyişte karwanê şehîdên Kurdistanê.
Dîrok destnîşan dike ku, nemir Şêx Evdilselam Berzanî, sedem tevgerên xwe yên siyasî û fikir û ramanên xweyên netewî , ji alîyê “Îttihatçi” yan ve, hatîye îdam kirin.
Latif EPÖZDEMİR Serokê Partîya Maf û Azadîyan, HAK-PAR
|
|
|
|