2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
Ev qonaxê nu divê çawa were xwendin
2014-12-27 00:37
Latif Epözdemir
Her wekî tê zanîn, van rojan, Miletê Kurd di qonaxeke giring de derbas dibe. Nêzîkî sî salan PKK şerê çekdarî kir, bi hezaran keç û kûrên welat hatin kuştin, gund kavil bun, mal wêran bun, jiyan di nav xwîn û xwêdanê de, vekişîya hetanî van rojan hat. Lê sed heyf û mixabin ku, gelê Kurd, hê, jî nîrê bindestîyê rizgar nebuye. Heyf ku ewqas ked û emeg, berhewa çû, ewqas ewladê Kurd, di bahara temenê xwe de, jîyana xwe ji dest dan.

HAK-PAR, ji roja ewil û hetanî îro, bê sekin û seqar, got ku şerê çekdarî xesarê dide tevgera Kurd. Sedem vê yekê, lazime çek bi herhal, werin rawestandin, siyaset were serkar û aştiyek seranser were pêkanîn. Lê di wan rojên dijwar de, kesî bi gotina me nekir, şer bi hemu malxirabiya di gel xwe re, dewam kir.

Çawa ku xuya dike, îro, tarîxê me mafdar derxist. Hate dîtin ku şer ne çareye.

İro, qonaxek nû dest pêkirîye. Dewlet û PKK bi hevre di şêwirin ku, ka gelo biçî awayî şer rawestînin û çekan beralî bikin. Partiya Maf û Azadîyan HAKPAR, piştgirîya vî qonaxî dike û divê ku rojek zûtir, şer ji pêsîra welat veqete. Lazime ku were zanin, HAKPAR, piştevanîya xebata çek rawestandinê dike û eger di vî qonaxîde, erkek bikeve hazire bîne ci.

Lê, rawestandina şer û lihevhatina Dewletê û PKK ê nayê wê manayê ku pirsa Kurd bi vê yekê, wê çareser bibe. Lewra mesala lihevhatina Dewlet û PKK’ê, tiştek din e, mesela çareserkirina maf û azadîya Kurdan, tiştek dine. Şer raweste jî, dema ku Kurd negêjin mafên xwe yên netewî û demokratik, mesela Kurdan ji holê ranabe. Helbet seknandina şer, rê li ber xebata azadî û wekhevîyê vedike. Lê, hetanî hemu mafên Kurdan neyê nasîn, Kurd nagêjin armanca xwe.

HAKPAR rêya çareserkirina pirsa Kurdî, di federesyoneke demokratik de dibine û ji bo vê armancê dixebite. HAKPAR, alîgirê yekîtîya gele Kurd e. Pêş hemu tiştek, lazime Kurd bibin yek û xwedî li maf û azadîyên xwe derkevin.

HAKPAR ji bo geyiştina vê armancê hewceyê piştgirî û alikarîya we ye. Di vê roja piroz de em dibêjin dest bidin destê hev, ji bona ku Kurd serkevin û bigêjin azadî û wekhevîyê. Hîvîdarim ku Kurd vê carê bi mirazê dilê xwe şa bibin.
Print