2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
Gernasê gelê Kurd Yaşar Kemal çû ser heqîya xwe
2015-03-01 22:26
Latif Epözdemir
Sitêrkek xurîcî li asîmanê Kurdayetîyê. Ewladê gernasê gelê Kurd, rûyê sipî yê gelên Turkîyê, lehengê edebîyata cîhanê, romannivîsê hotsa Yaşar Kemal ,di nexweşxaneya ku têde tedawî didît,koçê dawî kir u ji nav me veqetîya.

Yaşar Kemal bangewazê mafê mirovan u her wiha hewara Kurdên belengaz u bindest bu. Ew li Turkîyê kekê hemu kesên qelem bidest bu, şanazîya hunermendan, kubarîya nivîskaran bu.

Yaşar Kemal bi salan di nav tekoşîna demokrasîyê de jî, cîh girtibu.Bi xebat u çalîkîyên xwe, ewî, gelek pênasan kiribu yek kirasekî u li bedena xwe kiribu.Tekoşer, demokrat, Kurdperwer, mirovhiz, romannîvîs, sîyasetmedar u edebîyatvanek bijare bu Yaşar Kemal.

Mala te ava Yaşar Kemal ku te, li du xwe, ji me re u ji zarokên me re, gelek berhemên hêja u binirx hişt.

Jîyanek paqij u zelal, sifetek qedirbilind u delalbu Yaşar Kemal.

Yaşar Kemal, her çend bi eslê xwe Kurd jîbu, lê sedem ku bi Kurdî ne dizanî, hemu berhemên xwe bi zimanê Turkî afirand u her bi Turkî çap kir.Lewra ye ku ew yek ji nivîskarên herî mezin ê edebîyata tirkî bu. Nemir Yaşar Kemal li dervayî Kurdistanê,ango li Çukurovayê, sala 1923’yan ji dayîk bu, u hemu jîyana xwe li navçeyên Turkîyayê derbas kir.

Lê her çend behremê wî bi Turkî jî hatibin nivsandin, dîsa jî, babet u mijara berheman pirani li ser êş u kêşe u alozîyên jîyana Kurdan bun.Serpêhatîyên gelê kurd, hoy û şêweyê jîyana bav û kalên wî, destan û çîrokên Kurdî ji roman nivîsandina wî re bûne babetên sereke. Romana wî “İnce Memed” bi 40 zimanan hatîye wergerandin. Roman ji alîyê Abdullah Hesenzade ( Mela Ewla Heyyaqî) ve di sala 1983 yan de bi soranî bi navê “ Hemedok” hatîye wergerandin.Dema ku Mela Ewla, romanê wergerand, b imin re şêwirî u got lazime em Yaşar Kemal ji bo vî karî agadar bikin.Helbet Mamosta Mela Ewla romanê ji Farisi wergerandibu Kurdi-Soranî.Min piştî du salan dema vegerîna welêt,bi rê u şêwazek xwe geyand Yaşar Kemal u jê re behsa vî karî kir. Gelek şa bu u hema got “ez bi dil u can u serfirazîyeke mezin belenî dikim ku roman çap bibe.Lê min du nudxe ji vê wergerê divê ku di arşîv amin de jî cî bigrin.” Min erênîya Yaşar Kemal geyande Mamosta.Lê, êdî haya min jê nebu ka gelo werger geyişte destên wi yan na.

Piştî çend salan em rojekî di salvegera nemir Mehmed Uzun de rastî hev hatin.Min jê pirs kir, mixabin ku heta wê rojê jî werger negeyiştibu destê wî.Paşî wexta ez bawerim ku roman peyda bu u geyişte wî.

Yaşar Kemal şoreşgirêki bi bawer bu.Ew ne tenê di edebîyatê de, her wiha di kar u barên siyasetê de jî, mêrxasek bijare bu. Di salên 60`î de di naf refên ( TİP) Partîya Karkerên Tirkîyê de cî girt. Piştî ku TİP hate daxistin, Yaşar Kemal nekete nav tu rêxistineke sîyasî.Lê ew her tim dilxwaz u piştgirê doza Kurdayetî bu.Sedem vê yekê gelek caran hate rexnekirin, lêli himber van rexneyan tu carî ser dananî u her bi daxuyanî u hevpeyvînên xwe qala rewşa Kurda kir u piştevanîya azadîya Kurdan kir.

Gelek kes wî rexne dikirn ku çim ali ser doza Kurdan bi taybetî disekine. Lê Kurdan jîg elek caran digotin ku “madem Kurda çima xizmeta edebîyata Kurdan nake, yan bi Kurdî n anisine. Helbet Yaşar Kemal weki gelek Kurda ew jî asimîle bibu u ne dizanî bi Kurdi binivsîne. Ev yek qederek xirap bu.Zimanê Kurdî zimanek qedexekiri bu. Bi zimanek qedexe roman nivîs karekî hêsan nebu.Birîneke reş bu u ewî jî ji vê birînê para xwe wergirtî bu.Lê, mejîyê Yaşar Kemal her Kurd bu u ew ta ebed jî, her Kurd ma.

Yaşar Kemal, di nav edebîyat u çanda Tirkî de mezin bû. Ji gazinkirin û rexneyên ne lirê, gelek caran dilêş uû xemgîn dibu.

Yaşar Kemal di salên 90’an de, li Ewropayê di warê dîplomasiyê de jî car-caran hin helwestên qenc anî ziman.Ewî her dixwest ku bala cîhanê bikişîne ser valakirina Kurdistanê û siyaseta zordar a dewleta Tirk .Demekî sedem daxûyanî u beyanên wî, dewletê derheqê wi de doz vekirin u wî dadige kir. Yaşar Kemal di dadigehan de jî, bi wêrekî xwe di parast u dewletê riswa dikir.

Di van salên dawî de, resamê Kurd yê hêja Ehmed Güneştekin,bibu pal u piştê Yaşar Kemal. Di P3eşengahek Ehmed de em disa rastî hev hatin.êdî gelek kal bibu u bi zehmet birêve diçûya.Ehmed her çîl azim bu xizmeta wî dikir. Sed caran mala wî ava be.

Piştî ku rêzdar Kemal Burkay vegeriya,xwestibu ku wî bibîne, lêh inek nexweş bu dema ku R3zdar Kemal Burkay li Stenbolê bici bibu. Paşî ku Kemal Burkay vegeriya Enqerê ez bêjim ku nebu nesib ku herdu hevalê kevin ( ji dema TİPê ve heval bun) derfet peyda bikin ji bo hev dîtinê.Kemal Burkay jî xwest ku wî bîbine u derbasîyek bide wî, lê mecal nebu, Yaşar Kemal êdî ji axaftin u guftugoyê ketibu u doktorên wî destur ne didan ji bu vê yekê.Lewra nexweşek pir bêhal bu.

Hîvîdarim ku jîyan u xabatên wî wek çirayek, her tim dinav miletê Kurd de bijî u bibe ronakder ji bo nivşên pêş.Jîyana Yaşar Kemal bibe nimuneyek ji bo hemu mirovan, bi taybetî jî, jibo rewşenbîr u nivîskaran.

Serê gelê Kurd saxbe.Serê malbata edebîyata Turk sax be.

Ruyê pergala asimilasyonist ( pişaftkar) reş be. Serê binemala wî sax bî.

Rohê te şad be Yaşar Kemal.

Oxira xêrê be Yaşar Abê..Tu yê neyê jibîr kirin. Kurd bi te şanazin,rihet razê.
Print