2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
Ji bo rojên xweş, em hazırın, lê, hûn..?
2015-05-01 21:10
Latif Epözdemir
Hilbijartina gîştî a îsal ji pir alîyan ve gelek giring e. Gelek giringe lewra pirsgirekên ku ji sal û zemanan ve mane bêçareser,di vê hilbijartinê de,di rojevê de xwe dikin berçehv.Helbet ev pirsgirek ne pirsgirekên îrone.Bi dehan sale ku turkîye dinav van pirs û kêşeyandeye lê mixabin ku, desthilatdar û serkarên Turkîyê, bi wêrekî û rasteqîn xwe nêzîkê çareserkirinê nekirine.Her tim li dor van pirsgirekan çûn-hatin kirine, lê,sedem mafên sîyaseta rojane, nekarîne kû welêt derxin xweşî û aştî û firehîyê.

Li dawîya vê hilbijartinê, “destûreke nû” û pirsa “ çareserîya Kurda” û pirsa “pergala serokatîyê” wê were rojevê. Parlementoya nû divê van pirsan çareser bike.Hêvîdarin ku meclîsa taze van pirsan bi şîweyek demokratîk, li ser bingehek “Dadwer, azadî, aştî û demokratîk” pêk bîne.

Xweş xebere, lê min ne bawer e.

Bêgûman pirsgireka here giring û sereke,pirsa çareserkirina Kurdî ye Demokrasîyek berfireh, pirsaElewîyan,ya ciwanan, ya jinan û rewşa aborî û reşa jîyana xebatkaran pirsên rêzêne ku li benda çareserkirinek bi demokratîk û bi rûmet in.Binaxkirina çekan, seknandina şer, dûrxistina tehdîta çekan, normal kirina sîyaset û jîyane,aştî, azadî û demokrasî,daxwaz û helwesta hemu welatîyane.

Destûrek nû û nûjen,wê karibe rejimek nû û nûjen ava bike.Ji bo vê yekê, cesaret û dilsozî lazime.

Pirsgireka Kurdan, ji van hemuyan elzemtir e. Lewra heta ku ev mesele çareser nebe, welat nagêje rojên xweş û bextewer.Ev neçareserkirina îro dibe sebebê nerazîbunê, sebebê kêmbûna serfirazîya gelan,kambaxkirina aborîya Turkîyê û şer û pevçûnan.

Lewra pirsgireka Kurd û Kurdistanê çare nîne divê were safî kirin..Ev pirs ji sed sala virde li Turkîyê,her dimîne.Rejimê heştê salan sedem çareserîyê rêya tundî-dijwarî û leşkerî bijartibu. Digel vê,asîmîlasyon, nîjatperestî, redkirin û înkarkirin, rê û şêwaza fermî a rejima Turk bu.Ev yek tû sûdek neda rejimê.Rejim pêhisîya ku ev rê ne çare ye. Di van salên dawî de, dev ji înkar û asîmilasyon û redkirinê berda, lê,bi esasî vê pirsê çareser nekir.

Di wan heştê salên rabirdî de, kuştin û şer û qirkirin,asîmilasyon û înkar û sîyasetên ewlekarane,pirsa Kurdî beralî nekir.Malîyeta vê şêwazê ji rejimê re bareke giran peyda kir.Rejim pirsa Kurdî jî digel sîyaseta xwe a tund û dijwar,terorîze kir û berê Kurda da çîya û zinara,tu rê û mecal neda Kurda ku bi rêya demokrasî û aştîyê Kurd bigêjin maf û berjewendîyên xwe yên netewayetî.

Di sala 1984’an de, PKK dest bi şerê çekdarî kir.Ev şer hê di destpêkê de,bi provakasyon û dek û dolaban xwe da naskirin.PKK, roja ewil armanca xwe wek rizgarkirin û azadkirina Kurd û Kurdistanê beyan kir.Helwesta Kurdistanek hevgirgtî,demokrat û serbixwe bala gelê Kurd jî kişand.Lewraye ku Kurda bi dil û mal û can piştgirîya PKK’ê kir.Kurda wer dizanî ku wê PKK ji wan re welatek azad çêke û her kes têde şad û dilşad bijî.

Şerê çekdarî, sî salan bi xwîn û kuştin û dijwarî, bi talan û kawilkirin û kambaxî dewam kir,Lê tû tiştek biser tiştek neket.Mexsed û mirazê Kurda ma di cî de.Du hezar gund hatin şewitandin, çil hezar xort hatin kuştin, Kurdistan kavil bu, bi dehan hezar mal koçebar bûn, hevde hezar kuştînên nedîyar peyda bun,gelek mal û malbat berê xwe dane bajarên mezin û bune penaber.Dîsan jî, azadî nehat,pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebu.

Li dawîyê serokê PKK’ê,hate girtin û teslîmê rejimê hat kirin.Apo, hê di balafirê de, got “ez hazirim xizmetê bikim,fersend bidin min çî ji destê min were, ezê bikim.” Bi hezaran Kurdê ku hêvî û umuda xwe bi PKK’ê ve girêdabun,xemgîn bûn, dilsar û bêhêvî bun.Ev enqaz û telefbûyîn ma di destê gelê Kurdistanê de.Kurd careke din ruberûyê qedera xwe a xirap bûn.Heyfa wan xortan ku ji bo azadîya Kurdistanê canê xwe dan,xelata wan, helwesta wan bicî ma, û Kurdistan jî, azad nebu.

Îro PKK doza ” Turkîyevanîyê” dike.Hêza PKK’ê a eşkere HDP; vê rêyê danîye ber xwe û bi eşkerehî dibêje ku “em partîya Turkîyêne û me divê ku em bibin Turkîyelî.” Rêveberên PKK’ê, îro li ser vê raya nû xwe jinûve birêxistine û dimeşin. Ji Kurda re jî dibêjin dengê xwe bidin me. Dîyare, rêya rojane a HDP û PKK’ê rast û rast evcar jî entegrasyon e.Yanî ew dixwazin ku kurd bi Turkanve bizeliqin.Lewraye ku dibêjin: “em federasyon yan xweserîyek milli naxwazin, Yek welat û yek al besî me ye.”

Başe madem wisa bu evqas xwîn û kuştin û malwêranî ji bo çî bu.? Çima we evqas xortên Kurd da kuştin.? Ev malwêranî û koçeberî û şewat û xerakirin û xwîn rêtin sedem çî bûn.? Ma qey Kurda xirabî kirin ku bi ser û mal û can piştgirîya we kirin.? Xelata we evyek bu ji bo gelê Kurdistanê.? Heyf û mxab nîne gelo,eyb û şerm nîne gelo.? Mirov bi qedera miletek bindest evqas dileyîze.?

Ev hilbijartin gelek giringe,lewra,reş û spî wê derkeve meydanê.Rûyê nedîtîyên hemu partîyan wê xûya bike.Qenc û xirap, baş û nebaş,Kurdîtî û nekurdîtî wê mîna sî û tavê eşkere bibe.Welathizî, gelparêzî û niştimanperwerî wê derkeve meydanê.Ka kî azadîxwaze û kî nîne, kî ji bo gelê Kurdistanê jîyanek serfiraz dixwaze û kî dev ji doza Kurd û Kurdistanê berdaye, wê baş were zanîn.

Îro tenê Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR li ser navê Kurdistanê û bi bernameyek Kurdistanî derdike pêşberê gel û welat.

HAK-PAR, bi bernameyek demokratîk û azadixwaz beşdarê hilbijartinê dibe. HAK-PAR di beyana xwe a hilbijartinê de, bicamêrî dibêje ku “ ez Kurdim û min ji bo Turkîyê demokrasi, ji bo Kurdistanê azadî divê.” HAK-PAR,jibo demokrasî, aştî û azadîyê pergalek “federalî” dixwaze. HAK-PAR dibêje: ” Ne Turkayetî, ne înkar , ne entegrasyon, çare federasyon.”

HAK-PAR bi 483 namzetan, li 75 navçe û li 73 bajaran beşdarê hilbijartinê dibe. Hemu namzetên HAK-PARÊ Kurd û Kurdistanî ne. Ji 483 namzetan 137 jin, 83 ciwan û 2 astengwar henin. HAK-PAR,li hemu bajarên Kurdistanê dikeve hilbijartinê û ji her alî ve, xwe têkûs amade kirîye.Lewra gelê Kurd ne bêçareye,ne mecbure dengê xwe bide bîyanîperestan, zordest û şoven û şaş û fehşan. Divê Kurd, bi kedxwar û nîjatperest û zordestan nexapin.ji rêya rast û mehqûl cûda nebin.

HAK-PAR Kurde, Kurdistanîye û ji bo Kurdan dixebite.

HAK-PAR berî kul isteyên xwe bide licneya bilind a hilbijartinê, gelek hewil da ku divê hilbijartinê de hevkarîyek netewi, yekîtîyek demokratîk û millî pêk bîne.Bi çend hêz û rêxistinên Kurdistanî re, çend hevdîtin jî pêkanî.Lê mixabin ku bereyek netewî pêk nehat. HAK-PAR beyan kir û got: “werin em vê hilbijartinê bikin platformek netewi. Em hazirin partîya xwe û destkevtîyên partîya xwe bi hêzên Kurdistanî û demokratre parve bikin.” Meclîsa Partîyê jî vê rêyê her tim vekirî hişt,lê, çênebu,yekîtyek netewî û demokrat pêk nehat.

Gelek kesan gazin kirin gotin “çima bi HDP’ê re hevkarî nayê kirin.” Dîyare ev dilxwazîyek dilovan bu.Lê, HDP qet xwe nêzîkê vê yekê nekir.Rojek ji roja li ser vê yekê hevdîtinek jî nexwest.HDP,nexwest ku bi HAK-PAR’ê re, hevkarî bike. Lewra ev yek jibo wan asyengan wê bîanîya pêş.Helbete yê ku here zêde hewceyê hevkarîyê bu, BDP bu. Ji bo wan meseleya bend û barajê hebu.Ew ,ji hemu kesî zêdetir hewceyê yekîtî û hevkarîyê bun.Lê dîsan jî, tu cehdek jibo hevkarîya di gel HAK-PARÊ nîşan nedan.Ewan berê xwe dan,çend kesên ji hûrgelan û çend hûrikên çep û çepên Kemalist.

Tiştê here balkêş ewe ku, HDP, bi rêya,DTP û HDK’ê ,bi gelek hêz û rêxistinên biçûk re hevdîtinan pêk anî. Derdor û berdevk û rayedarên PKK’ê gotin ku “tifaqa Kurdistanî a HDP” pêk hat û bi mejî û fêm û feraseta azadîxwazan henek kirin.

Hêz û rêxistinên ku îro piştgirîya HDP dikin, ÖSP, Azadî, DTP,DBP,HDK,DDKD,bun.Ji van DBP,DTK;HDK ji xwe rêxistinên HDP û PKK’ê ne.AZADÎ û ÖSP û DDKD jî, rageyandin ku “ Em bi DTP re lihev hatine ku em di hilbijartinê de piştevanîya HDP’ê bikin.” Ew yekîtîya xapînok ku HDP dibêje me pêk anîye ev yeke û ne kêm û ne zêde, her wihaye.

HDP xêr bibîne ji bazara xwe.

HAK-PAR wek alternatîfek Kurdistanî li benda gelê Kurdistanê ye. Heq û niheq eşkereye.Gotin kûta buye. Niha dema dengdanê ye. Du rê li ber gelê Kurdistanê henin. Yan wê vê carê jî dengê xwe bidin partîyên kedxwar û xapînok û bi qedera xwe qaîl bibin, ji zilm û zordaestî û Turkayetî û entegrasyonê re bêjin “ erê” û yan jî; wê xwedî li maf û berjewendîyên gelê Kurdistanê derkevîn û bidin nîşan ku vaye gelê Kurd ji pêye û rê nade sîyaset û kiryarên çewt û şaş.

Di vê hilbijartinê de, ji bo çareserîya pirsgirekên welat “erê” yan “na”, “ Kurdbûn” yan “windabûn”….” Bûn” yan jî “nebûn” Hemu mesele ev e.

HAK-PAR ji bo aştî, demokrasî , azadî û komereke federal hazire, ji bo avakirina Turkîyayek demokrat û Kurdistanek azad, HAK-PAR hewceyê arîkarîya we ye,HAK-PAR, li benda we, amade ye.

Rêz û hirmet ji bo helwesta Kurd û Kurdistanê ye.






Print