2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
Ne biyaneperestî, ne entegrasyon, çare federasyon
2015-05-19 21:12
Latif Epözdemir
Di demek nêz de, civîna ciwanên HAK-PARê, li Amedê, li bajarê helmet û qehremanîyê çêbû. Konferansa ciwanên HAK-PARê bi coşek mezîn kûta bû.

Konferans li Amedê pêk hat.Lewra Amed, kelha mêrxasîyê ye. Amed her wekî, Mahabad û Hewlêr û Siêmanî û Kobanîyê,gelek caran pişta dijmin daniye erdê û nîşanê dost û dijminan daye kû Amed Kurde û di xeyalê Kurdên bakûr de, paytextê Kurdistanê ye.

Gelê Kurd îro li rojhillata navîn , rojên gelek dijwar derbas dike. Li rojhilat û rojavayê Kurdistanê gelek ciwanên Kurd jîyana xwe fedayê azadîyê dikin.Keç û xortên me,di bahara temenê xwe de, têne kuştin.Li Şengalê hêza kevneperest û hov a DAİŞ’ê, fermana gelê me yê Êzdî rakirine û her roj bi dehan Kurd serjê dikin. Li rojhilat dawi li idam kirin û teror kirina Kurdan nayê.Bakûrê Kurdistanê dinav gelemşeyek hişber de ye.Keça Kurd Fêrînaz, sedem ku xwe ji tecawiza kevneperestên rejima Îranê bi parêze,xwe kuşt û bu nîşana parastina can û mal û namusa gelê Kurd.Fêrînaz bu remz û nîşana berxwedana Kurdên cîhanê.

Kurdistan dinale û dixwaze nîrê koletîyê bişkê û azadîyek bi rûmet û serbilind pêk were.Cehd û handana gelê Kurd ji bona jîyanek serbilind û azad berdewam e.Bêguman serdema nû,serdema azadîya Kurdistanê ye.

Miletê me, niletek dilovane. Di siyaseta xwe a li himberê dijminê xwe de jî,wek camêran tevdigere. Li hemu beşên Kurdistanê Kurd ji bona xwe xweseri û federasyonê dixwazin.Her wiha ji gelên dijminê xwe re jî demokrasîyê daxwaz dikin. Ev yek ji bo gelê me şerefeke gelek mezine û em bi helwesta gelê Kurd serbilindin.

Îro piranîya miletê cîhanê, dinav şertên azad, demokrat û wekhev de, pêkve dijîn.Ev pêkvejîyan,ji bo hemu kesî di şertên dadwerî û aştîyane de derbas dibe.Cîhan, cîhaneke pir reng û pirdeng e.Pirrengî,tenê di şertên azad de tê parastin.Pêkvejîyana piralî û pirdeng, ji xweserî, serbixweyî û federasyonên wekhev pêk tên. Xweşhalin Kurdîstana başûr sistem û pergalek federali damezrandîye û qedera xwe bi destê xwe tayîn dike.

Federasyon,jibo pêkvejîyanê rêya here bi rûmete.Ji bo rojhilat û rojavayê Kurdistanê jî ev rê,rêyek here mehqûle.Dîyare, azadîya milletan îro bi du cureyan pêk tê. Yan dewletek serbixwe, yan jî federasyonek demokratîk.Milletek ger bi federasyonek bêqisûr de bikaribe serbilind û serbixwe bijî û her wiha hemu maf û berjewendîyên wî yên milli werin parastin û rêzgirtin,zû biz û hevceyê dewletek misteqîl ango dewletek serbixwe nabe.Lê wexta ku rewşa derva û ya hundir guherî, hinek caran miletên federal jî dxwazîya serxwebûnê dikin.Wek Qatalonya û Îskoçya û gelek deverên din ên cîhanê ku cara caran doza serxwebûnê dikin.Lê, her kîjan rê were bijartin, divê encam bi şîweyek demokratî û aştîyane be.Dewletên demokratîk vê rêyê li ber tû kesî nagrin.

Ji bo Kurdistana bakûr, îro sistemek federalî êdî nêzîke.Ev sistem ji bo Turkîyê demokrasî û ji bo Kurdistanê azadî û wekhevîyê tîne rojevê.Ne biyaneperestî, ne entegrasyon,çare federasyon. Ev şîar, iîro li Turkîyê tenê ji alîyê Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR’ê ve tê bilêv kirin Yanî tenê HAK-PAR e kul i Turkîyê jibo çareserîyek rasteqîn federasyonê dixwaze.Wekî din,tu pêşnîyarek hişmend nîne ku azadîya bakûrê Kurdistanê bixe rojevê.

HAK-PAR, ji bo Kurdistanek federe,wekhev, azad, demokrat û serbilind xebatê dike. Lewra divê hemu welatperwer di HAK-PAR’ê de cih bigrin û piştgirîya HAK-PAR’ê bikin.Mixabin ku îro bi şêwazek xapînok û cehdek entegrasyonê jî, li Turkîyê berdewam e.

Hin rêxistin kû berî çend salan ji bo Kurdistanek srbixwe ketibun rê û dest bi şerê çekdarî dikirin, îro dev jî vê ramana xwe berdane û pirsgireka Kurd piştgoh kirine.Ji rêya azadkirina Kurdistanê vegerîyane û daxwazîya yek perçem û yek welat û dewletîyê dikin.Lê pir balkêşe ku hêjî çekdarên wan li çîyane û çekê xwe dananîne.Di halek de ku şerê çekdarî,zirarê dide doza Kurdistana bakûr û her wiha hewcedarî pê tuneye,hê jî, çek nehatîne berdan û tehdîta xeterê berdewam e.Kurd di bin sîya çekan de, dikevin hilbijartinan.Gelo wê di van şertan de, çawa îradeya milli û niştimanperwer pêk were.?

Ev yek jibo dehtûya gelê Kurd li bakûr gelek astengan tîne pêş.

Em wekî piştgir û terefdarên HAK-PAR’ê,dibêjin bila çek bêdeng bibin û şer raweste.HAK-PAR, rêya çareserîya pirsgireka Kurdên bakûr, di sistemek bi şertê wekhev, dadwer û azad de, di federasyonek binirx de dibînin.Ev yek tenê rêya rasteqîn a çareserîkirina pirsgireka miletê Kurd e.

HAK-PAR Kurde û wê her wisa jî, bimîne.

Em biyaneperestî û entegrasyonê naxwazin.Tek çare federasyone.

Federasyon parvekirin nîne, pêkvejîyanek dilvîn û azad e.

Ji Turkîyê re demokrasi, ji Kurdistanê re azadî.
Print