2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
TU TİŞTEK WEKÎ BERÊ NABE
2013-06-19 00:16
Latif Epözdemir
latifepozdemir@gmail.com

Li Komara Turkîye bi dehan sale ku, heyînên Kurdayetî u Kurdbun ji terafê rejima Kemalîst ve hatiye inkar kirin. Sistema Kemalistî, Kurdayetîyê, wek tehdit u neyarî daye nişan .Lewra ye ku, Kurdayetî bêhed, teda dîtîye,êza kêşandîye, hatîye pişaftin u talan kirin.Ziman u heyînên netewî a Kurdî,di her qonaxî de, dibin xetera namanê de buye.Ev qedexe u xeterbarî u tawanbarkirina heyînên Kurdî bes nekîrîye, u paşî jî,Kurdayetî u zimanê Kurdî,bi salan, li komara Turkîyê yekser, hatîye qedexe kirin.Wisan ku casus u xefyan ketine du gundîyên Kurda ka gelo kî bi Kurdî diaxife ku bigrin u cezayê diravî bikin.

Tarixa fermî ( resmî) u raya fermî a rejima Turkîyê, Kurda qedexe kiriye u cehd kirîye ku Kurdayetîyê pişêvîne.( asimile bike) Bi rastî di vî karî de, gelek jî serkevtî buye.Lewra nivşa nu a komarê ( cumhurîyetê), ewên ku îro, xwe wek “zarokên cumhurîyetê” qebul dikin u bi vê yekê kubarîyê dikin.Ev nivşa ku bi fikir ramanên Kemalizmê mezin buye, nivşek virnî ye.

Virnî yani ew kesê ku ne li emedê xwe ye. Yanî ew kesê ku li kêştîya bayê vir u derewan siwarîye bere pişta xwe daye rastî u heqxwazîyan.

Ev nivşa dema sistema Kemalistîyê, nivşek xam u xeyalxwer e.Kemalizm çehvê wan kor kirîye, hemu rê u olaxên lêkolînên zanîyarî li wan girtîye.

Kemalizm wek ideolojîyek romantîk xwe jî heqîqet u rastîyan dûr xistîye. Ew dinav xeyalên xwe yên bêpayan de xwe veşartîye.

Ev nesla ( nivşa) ku bi damezrandina komarê re nuzaye, ( xêncî Kurda), hez bikin yan hez nekin,yek rêyek li ber xwe dîtine.:Perestîya Mistafa Kemal.

Li ser rênîşanderîya rejimê; bi milyonan kes, bi Atatürk re razane u dîsa pêre rabune.Gotine ku Ataturk(bapîrê Turkan) bab u bapîre ji bo Tirkan. Ya rast jî, jixwe ew yek e.Mistefa Kemal Tirkayetîyê, ji tunehîyê kiriye heyîn

Dema ku bîr u ray wiha be, ma qabile ku tu kes bikaribe zimandirêjîyek bike di derheqê Mistefa Kemal de. Bisalan Mistefa Kemal kült u fetîşek qaîm bu jibona Turkan. Civat li gor helwest u daxwazi u raya Kemalîstan hate sererast kirin. Sitem, di eslê xwe dei li ser yakanîyê za bu.Yek millet, yek ziman, yek bayreq, yek dewlet, yek din, yek mezheb…Yek..yek..yek..Bê guman ev yekînî jî tenê Turkbun bu.

Perestîya M.Kemal ewqas dane pêş ku metelokek di nav xelkê de hate gotin: “Kemal babê meye, çî bike, bi qîma xwe ye.”

Mistefa Kemal jî babîtîyek baş kir ji bo xulqandin u çêkirina miletek nû ku jêre “Turk” hate gotin.

Rayedarê Osmanî, bawerî bi Turk u Turkmena nedikirin. Ji bo wan digotin : “Etraqên Bê îdraq” Ev yek bu sebebe xwekêmbînîyek mezin.

Lewra yekem cehda Kemalîstan ew bu ku sıyanet u rumetek nu peyda bikin ji bo Turka. Lewra Turka serdest u karbidest îlan kirin u heyîna hemu rengên turkîye xera kirin, pirdengî u pirrengîy3e inkar kirin.Paşî J3i diruşmê nîjatperest kirin nava jîyana civakî.Wekî:

“ Her Tirkek bedele cîhanek e”

“Şad ew kese ku Turk e”

“Hebuna min qurbana hebuna turkayetîyê be.”

“Di vî welatî de yek heqêk ne Turk heye:Ew ji xulamtîya Turkan.”

“Kesê ku xwe Kurd hisab dikin, bi ser ruyê wan tif bibarînin.”


Paşî kampanyayên Turkîaxaftin u Turkî fêrbuyînê li dar xistin.

”Hevwelatî, bi Turkî biaxife.” bu mijara xas a rejimê.

Li ser çîya u zinarên welatê Kurdan bi herfên mezin van diruşman nivsandin.

Helwest u bîr u raya Kemalîsti di mejîyê nivşa Kemalperwer de, qaim ci vedaye.Hemu jîyan li ser destur u cewaza Ataturk hatîye sazkirin.Tiştên ku M. Kemal jê nerihet buye, bi heman hal hatîye serpoştin.

Ev istem vaye heftê sale ku li Turkîyê hikimdar u fermandare.Kemalizm buye xwedankes u mirîd.Lê êdî îro mîyadê temenê xwe dagirtiye, tije kirîye. Êdî, roj bi çamurê nayê sewax kirin, u mertal nakeve nav cewal.Her tişt zelal dibe u zelalî delalîyê bi xwe re tîne.Tu tişt wekî bere nameşe, tu tişt wekî bere namîne, tu tişt mîna bere nabe.Zeman dermanê hemu tiştane.

Lazime ku em sedem vê rewş u dîmenê, zêde hêrs nebin. Lewra,guhertina vê rewşê, ne ewqas hêsane. Sedem ewe ku,ev rewş ne îro peyda buye, ji heştê sala zêdetire ku ev rewşa virnî u xam li Turkîye wek rayek mehqul u meqbul di nav civatê de, cih girtîye. Helbet guhertin u paşveanîna vê rewşê ji, bi zeman ve girêdahîye.Cehd u xebatek dûr u dirêj lazime.Pêş hemu tiştek lazime, ser u ray u raman werin guhertin.Ew raya ku di heştê sala de kok daye u reh u rîşelê xwe di nav civatê de bicî kirîye,divê bi sebir u sebat,bi hostahî u zanebun were paqij kirin.Bi hêrs u dijwarî u şer u qirên, guhertinên qaîm çênabin.

Divê bîr u hizra Kemalistî,ji sing u serê civatê baş were paqij kirin.

Kemalizm, jehrîyek dijwar e.

Tovê Kemalizmê li ser xîmê Komara Turkîyê hatîye reşandin.

Kemalizm, navê bindestkirina gelê Kurd e.

Biborin lê tu kes rêz nagre li himberê bîr u rayek ku miletê wî bindest kiribe.

Navê Mistefa Kemal, ji bo her Kurdekî, zilme, zordestî u kuştin u nefîkirin u pişaftin u inkarkirin e.

Kurd nikarin vê diroka şermoke u rûreş jibîr bikin u bibin pêşrevê sistema berê.

Lewra tu tiştek bêsekin namîne, tu tiştek wekî berê namîne, her tişt diguhire u tac u textên bîr u raya kevnare, têne hilweşandin. Bila kes ne xeyîde. Kes li qisûrê ne nere.

Bivê-nevê wê her kes rojek bi serborîyên xwe re, ruberu bibe.Zelalbuna zeman, fersendek başe ji bona ruberubuna mirovan.Kesên jixwe qayîl u şerefmend, lazime xwe li gora zeman veguhirînin u wergerin ser rastîyan, jî serborî u tarixa xwe a puç u derew cüda bibin.

Rastî dilxweşî u sivkahî ye.Rastî bextê spîye, bextewerî ye.

Ne şerme ku mirov dev ji tarixa puç u derew berde u tarîxek nu u nujen binivsîne.Lê şerme ku mirov di vî qonaxê nû de,hê li pey vir u derewan , gale-gal u fort u futan bimeşe.Tiştên bê esl u astar, bêsitun u dîwar, tiştên puç u vala, rêya rastîyê asê dikin.Lazime mirov van tiştên xerab ji ser rêya zelalkirina mêjîyê xwe paqij bike.

Her çiqas kesên virnî u ne li emedê xwe hêrs bibin jî, dîsa lazime mirov ji lêkolînên zanîstî u dîrokî paşda nemine.Kes u kesayetên tarîxî, buyer u hedîseyên demên borî, niheqî u azarên rejîmên zordest, red u inkara gelan, pişaftin, kuştin, nefîkirin u hepis u zindan; divê bê sekin u seqar werin qalkirin, ji bona zelal kirin u rastkirina mejîyê nivşa nu.

Dem u dewra Kemalizmê derbas dibe.

Tu tişt xwe li ber xweşêna zeman ranagre.

Dem difermê ku hemu xebat li ser ximên zanistî werin ava kirin.

Gef u gale- gal u vir u derew, zerarê didin mirov u milletê mirov.

Tu tişt wekî berê namîne.Her tişt wê vegere ser rastîya xwe. Her darek li ser koka xwe wê şîn bibe.

Roj roja Kurdan e.. Dem u dewran zivirîye. Çerxa felekê ber bi Kurda ve dizivire. Bes ku Kurd bikaribin ji vê rojê sûdek baş werbigrin.




Print