2018-11-17
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
Berî 33 salan Turkîye zindanek sergirtî bu
2013-09-15 00:10
Latif Epözdemir
latifepozdemir@gmail.com

Berî 33 ê salan, Turkîye bi deste Kenan Evren u hevalên wî,bu zindanek sergirtî.Ev rewş çendîn sal dewam kir. Îro hê jî, reveberên 12 yê Eylunê ne hatine ceza kirin.Ev sazumana leşkeri bê guman faşizmeke bê emsal bu.Başe ku îro, karbidestên vê faşizme niha liber hesabê ne, lê mixabin ku piştevanê vê rejima zordest bi kêf u seyran rojên xwe derbas dikin, xwe dane jibîr kirin.
Ka gelo careke din em encamên 12 ê Êlûnê bînin bîra xwe.

Di 12 yê İlona sala 1980 e yan de, 1 milyon u 680 hezar kes, hatin kivşe kirin ku xeternak in.

650 hezar kes hatin girtin u hepiskirin.

Derheqê van girtîyan de li dagehên eskerî de, 210 hezar dawe hatine vekirin u di van daweyan de, 230 hezar kes hatine mehkeme kirin.

Ji wan, 71 hezar, bi şika komînistîyê, 9500 kes bi tawanên dûrî sîyasetê, 99 hezar kes bi şika endametîya rêxistinên nehînî, hatine dadige kirin u ji van 99 hezara 22 hezar kes bi bawerîya endametîya rêxistinî, tawanbar bune u ketine zîndana

Bi hezaran kes ji ber xetara dewletê terka welat kirine.

Lewra dewleta ceberud baş nas dikirin u dizanîyan ku çî xedare.

Ji wan , ji 30 heazarên wî, wekî xetarnak hatin hisab kirin u rejîmê bangî wan kir ku bên xwe teslîm bikin.

Yên ku bi xeberê cuntayê nekirin u nehatin, 14 hezar kes bun,

Cunta wan ji hevwelatîbunê dûr xist.

390 hezar kes nekarîn ku pasaport werbigrîn u di wê demê de derkevine derveyê welat.

23 hezar komelên sîyasî u civakî hatin daxistin u girtin.

Ji wan 650 komel hatin dage kirin.

Derheqê 7 hezar kesî de, cezayê îdam kirinê hat dayîn.

Di zîndanan de jiber şert u zirûfên xirab bi ecelê xwe, 230 kes mirin.

150 kes mirina wan bi şik bun.

14 kes di grevên xwe birçî hiştinê de mirin.

16 kes di dema firar kirinê de hatin kuştinê.

75 kes di şer u miqabele kirinê de hatin kuştin.

73 kes bi ecelê xwe mirin.

43 kesan jî, ji berşertên dijwar, xwe kuştin.

170 kes jî, sedem îşkence kirinê, jîyana xwe ji dest dan u yan jî, bi îşkenceyê hatin kuştin. .

Di 12 ê İlonê de, îşkence u xirabmiemeleyek hov hate kirin.

Pîştî wexta sedem îşkenceyan, ( pîştî rejîma leşkerî, di navbera 1983 u 90 an de ),

550 kes ji karmendên cuntayê bi zena îşkence kirinê, hatin dawe kirin.

Lê 1000 kes jî, ji alîyê rejimê ve, hatine xelatkirin.

Ji hemuyan giringtir ewe ku, 18. 500 memur u karmendên dewletê, bune hedef u armanca sazumana leşkerî u ji kar u şixulên xwe bûn.

Jimara Memurên ku hatine dawe kirin, 7250,

-a mamosta u dersdaran 3850,

- ya memurên ewlekarîyê 980,

-ya dersdarên xwendîna bi lind 120,

-amîrên îdareyê 35,

-hakim u sawcî 45,

Jimara kesên ku hatine nefî kirin u sirgûn kirin 7500 bu.

Her weha 4900 kes jî, bi fermana sazumana leşkeri, ji karên xwe dûr xistin.

Di demên nêzik de ez ne bawerim ku ew îşkence u zordarîya ku li îşkencexane u zîndanên Tûrkîyê de dihatin kirin li tu cîyê dinyayê hatibîn dîtin.

Nemaze ( bi taybetî ) zîndana Mamak ( Ankara ) u ya Dîyarbekir. Her du zîndanên her du paytexta. . Mamak u Dîyarbekir. Navnîşana wehşeta hevdemî ku mirovayetî li wan deran têkçubu di wan salan de, Dîyarbekir bu. Zindana Dîyarbekir, jimare çar. . Esat Oktay Yildiran u dezgeyên îşkenceyê..

Ax u fixan u hewar. İsyan u berxwedanên qehremanîyê, nimunejîyanên bijare u serdest.

Dîyarbekir şan u şerefa Kurda u Kurdayetîyê yê ye.

Zîndana Dîyarbekir, wek cîyê berxwedan u gernasîyê kete dîrokê. Ew canên qedirbilind ku navê xwe bi xwînê kolan li ser bircên Dîyarbekir.
Li wan bircên ku bibun nîşana mêrxasîyê ji sal u zemana hetanî îro.

Surên Dîyarbekir. Ew sûrên ku sirrên xwe di veşêrin vaye çend sale di temarên xwe de.

Zîndana Dîyarbekir jî, berxwedana Dîyarbekir jî, tu carî nayê ji bîr kirin. .

Qonaxê 12 ê îlonê, li tûrkîyê tarixek nuye, destpêka gelek buyerane.

Di navbera salên 1980 u hetanî 1985 an de rewşa rejima sazumana leşkerî çawa bu , em dêna xwe bidnê u bizanin ka gelo amar u reqam u jimare çî dibêjin ji mera.

Yên ku bi salek ceza xwarin u tawanbarbun 23 hezar kesin.

Yên ku di navbera salek u pênç salan de cezayê hepsê xwarin 10.750 kesin.

Di ve demê de;

Yên ku ji 5 salan heta 10 salan ceza wergirtin 6200 kesin,

Yên ku ji 10 sal hetanî 20 salan ceza wergirtine, 23 hezar kesin.

Yên ku ji 20 sala zêdetir ceza dîtine ji 900 kesî zêdetir in.

Her weha 630 kes jî, cezayê muebetê wergirtin.

Di dema desthilata sazumana leşkerî de,

Di derheqê 420 kesan de ferman u qerarê îdamê ( kuştinê ) hatîye dayin u ji wan 50 kes bi destê van hovan hatine idamkirin, ango kuştin.

Ji bo rojnamevanan cezayê ku hate xwestin ji 400 sala zêdetir bu.

Ji wan, yên ku ceza wergirtin gelek bun u tomara cezayê wan li ser hev gehîşte 3300 sala.

3 kes bi hêrîşên gulebaranan hatin kuştin.

40 ton kovar u rojname hatin tomarkirin u paşî jî, hatin şewitandin.

40 hezar kilo çapemenî di depoyan de hatin hepis kirin.

980 rojname u kovar hatine qedexe kirin.

190 filmên sînemayê hatine qedexekirin.

Di wan deman de, miqayeseya pêş sazumana leşkerî u pîştî vê sazumanê rewşa jîyana civakî u ya aborî jî gelek balkêş e.

Wekî, pêş vê sazumanê :

5 milyon u 700 hezar kes xwedî sendîka bun, endamê sazumnên meslegî bun.

Pîştî vê cuntayê u bi 5 salan jî, hê jimara kesên xwedî sendîka ne geyîştibu 2 milyona jî, ango 1 milyonek u 700 hezar bu.

Di sala 1979 an de, miaşê xebatkarekî rojane bi nêzîkî 9 dolara bu.

Lê, di salên 85 an de, nive- nîv kêm bu u hate dora 4 dolaran.

Cuntaya 12 yê Eylûnê,wek rojeke reş u bêoxir wê were yad kirin.







Print