2018-09-22
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
Bi yada şehîdên Enfalê
2016-07-31 21:38
Latif Epözdemir
Roja 31’ê Tîrmeha sala 1983’an , 33 mîn dor salîya şehîdên Enfalê ye. Çawa ku li bîr e, di wê roja reş de, ji 8000 a zêdetir kes ji binemala Berzanîyan lî deşta Besrayê, ji alîyê rejima xwînrêj a Beasîyan ve, sax hatibûn binax kirin. Piştî kû ji alîyê rejima dagirker ve Enfal hate îlan kirin, di navbera pêç salan de, di gel bûyera Halepçe, bi dehezaran kes hatin kuştin.

Îro, başûrê Kurdistanê li ser rêya serxwebûnê ye. Serxwebûn xwetina Başûrê Kurdistanê qonaxê duyem a azadîya Kurdistana Başûr e. Dîrokê careke din bi zelalî da nîşan ku, zilm û zordarî ne bêpayane. Bi kuştin û qetlîaman ne qabile ku pêşî li azadîyê were girtin. Gelê Kurdistana başûr di qonaxê enfalê de bi mêrxasî berxwedanek pêkanî ku ev berxwedan ji bo hemu Kurdan bu nîşana hêvî û bawerîyê. Tekoşîn û berxwedana Başûrê Kurdistanê, nimuneyek berçehve di azadîya Kurdistanê de. Raste gelê Kurdistana Başûr ji bona van rojan bedeleke mezin daye. Lê ji bo azadî û serxwebûnê ev bedel hêja ye.

Di tarîxa Kurdistanê de, hetanî îro pir caran dijminan li her çar parçeyên Kurdistanê qetl^yam û kuştin û tevkûjiyên dijmirovî li dar xistine. Gelîyê Zîlan, Dêrsim, Helepçe, Newala Qesaban, Qamişlo û yên din, çend wêneyên dirindehîya dijminên Kurdan nin. Dîsan jî Kurd li serpê man û hebûn û helwestên xwe parastin. Jenosîd ( qirkirin) a here mezin a Kurdan bêgûman a di dema Enfalê de ye. Lewra Enfal ji bo hemu Kurdan rojek nejibîr e. Enfal rojek here reş e di dîroka me Kurdan de.

‘’Enfal’’ navê ayeteke di Qûranê de. Di Qûranê de wek sûreya “El Enfal” hatîye binav kirin. Enfal bi mane û wateya qetlîam û xenîmetê tê zanîn. Seddam Huseyîn ji bo kiryarên xweyên kîrêt û qirêj, bawerîya İslamê ji xwe re kir hacet ji bo piştevanîya Mislimanan. Bi biryarek nîjatperestî, li ser navê İslamê fermana Kurdan rakir. Di encama êrîşên Enfalê de, bi deh hezaran kes hetin kuştin, , gund û bajêr hatin şewitandin û wêran kirin, wargehên Kurdistanîyan hatin kawil kirin, mizgeft û nimêjgeh hatin xera kirin, bi hezaran mirov ji cîh û warên xwe koçber bun, kal û pîr û jin û zarok êsîr kirin û hepis kirin. Keçên biçûk hatin firotin. Keçên Kurda wek carîye hatin firotin ku piştî çend salan çendek ji wan keçan li Misir hatin dîtin k udi dema Enfalê de bi fermana Saddam hatibun firotin. Çend kesek ji Keçên Kurd ku di dema Enfalê de hatibun firotin piştî şoreşê vegerîyan Kurdistanê.

Libîre ku rejima Kemalist a Turkîyê jî, di salên 1937-38’an de, bi fermana Mistefa Kemal li Dersîmê ji bo tedîp kirina Kurdên Dêrsimê, dest bi tevkujîyek mezin kiribu. Balafirên Dewletê navçe bombebaran kiribun û bi deh hezaran Kurd kuştibun. Rejima Kemalist aTurk jî, wê demê keçîkên biçûkên bêkesmayî, dabu serbazan û pênasa wan winda kiribu.

Qedera wan keçikên ku ji bo wan “Keçikên bindawên Dêrsimê” tê gotin û qedera “ Keçên Enfalê” her wekî hevin. Ev şerma giran hê jî, li ser rûyê dewleta Turk e.

Di dema Enfalê de, xesara here mezin malbata Berzanîyan dîtin. Binemala Berzanîyan di vê demê de ji 8 Hezaran zêdetir kal û pîr û zarokên xwe winda kirin. Ji heftan bigre hetanî heftêyan gelek zarûk û mêr ketin ber xezeba Enfalê.

Saddam hemû daxwazîyên kurdan bi dirindehî û xwinrêjî bersîv dikir. Saddam ji alîyek ve bi dewleta Îranê re şereke tund û dijwar dikir, di heman hal de jî, Kurdistanê bombebaran dikir. Rejima faşist a Baasê, bi navê ENFALê, seferberîyek birêve dibir ku ew yek tenê ji kuştina Kurdan berîte bu. Rejima nîjatperest Iraqê, ji bo gelên Iraqê, welat kiribu gola xwînê. Di seferberîya Enfalêde 182 hezar Kurd hatin kuştin. Heşt (8)hezar kes ji binemala Barzanîyan li berîya Besrayê bi saxî hatin binax kirin. Kurdistan bi destê faşistan bu goristaneke mezin.

Pirsgireka Kurdan îro jî, li İran û Suriye û Turkîyê, hê jî berdewame. Zordestî û dijwarî û tundî niha jî, li rojava û rojhilat û bakûrê Kurdistanê didome. Divê were zanîn ku ev rê û şêwazên xwindar ne çarene ji bo çareserkirina pirsa Kurdî. Çareserî bi rêya demokratîk û mirovî, di şertên şahisteyî, wekhevî û dadmendî de ye û lazime pirsgireka Kurdan bi aştîyane were çareserkirin.

Divê , baş were zanîn ku heta pirsgireka Kurdan bi şêwazek aştîyane çareser nebe, aştî û ewlehî nayê Rojhilata Navîn.

İro li herêma Rojhilata Navîn, li Iraq û Suriyê, li başûr û Rojavayê Kurdistanê li himberê êrişên dirindehî û hovîtiya DAİŞ a terorist, hêzên şervanên Kurd bi mêrxasî û patrewanî li ber xwe didin. Tekoşîna şervanên Kurd ne tenê ji bo parastina Kurdane, lê, ew îro li navçe berxwedanek bijare ji bo parastina mafê mirovan û şerefmendîya mirovayetîyê jî didin. Şervanên Kurd bi gernasî, jîyana gelên navçe jî diparêzin. Ew gelên navçe ku di wextê xwe de, desthilatdarên wan bi top û bombeyan Kurda kuştibun û xwestibun ku fermana Kurda ji navçe rakin.

Ev şanazîya gelê Kurde ku şervanên Kurd, di rêya parastina mafê mirovan de canê xwe ji dest didin.

Ev yek dîyardeyek giringe ku Kurd çiqas dilxwaz û bengîyê azadî û demokrasîyê ne.

Xûyaye ku îro, Kurd li Rojhilata Navîn yekemîn zamin û parêzgerê aştî û ewlehîya navçen e.

Sed heyf û mixabin ku Kurd hê jî, ji mafên xwe yên sereke yê mirovayetîyê bêparin.

Kurd ji 50 milyonan zêdetirin û li ser erd û axa xwe hê jî, wek bîyanîyan dijîn, bê dewletin û qedera wan di destê rejimên nîjatperest de ye.

Yad be dorsalîya şehîdên Enfalê. Xelat û dîyarî û ruhşadîya şehîdên Enfalê serxwebuna Kurdistanê ye. Tenê ev yek şehîdên Kurdistanê dike nemir û wan ruhşad dike.


Print